Hind Botirabiş yekem jin e ku li Marakeşê li kuçeyek qehweyê difroşe

Hind Botirabiş yekem jin e ku li kolanê qehweyê diforşe û tevî ku rastî gelek zehmetiyan hat lê dev ji karê xwe berneda ji ber ku ev kar ji bo wê weke çavkaniya debarê ye.

RECA HÊRAT

Marakeş – Ji heftê sibehê heta derengiya şevê, di hemû demsal û rojên salê de Hind Botirabiş bi awayekî çalak û bi rûyekî ken li kuçeyek kolanê li Marakeşê qehweyê difroşe. Tevî ku Hind Botirabiş rastî gelek dijwariyan hat jî dev ji projeya xwe ya firotina qehweyê berneda ji ber ku ew ji bo wê weke çavkaniya debarê ye.

"Ji sala 2019'an de ez vî karî dikim û ji bo min weke çavkaniya debarê ye"

Hind Botirabiş der barê karê xwe de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Min fikra vê projeyê ji keçên Ewropî yên ku jê re dibêjin 'Coffee vibe' îlham girt. Lê berî ku ez dest bi vê projeyê bikim, ez di çend projeyên bazirganî re derbas bûm lê bi ser neketin. Ji sala 2019'an ve ez vî karî dikim. Bi alîkariya malbata xwe min erebeyek û hemû alavên ku ji bo çêkirina qehweyê hewce dikin peyda kir. Ev kar ji bo min û malbata min bûye çavkaniya debarê."

"Bi îradeya xwe min hemû zehmetî derbas kirin û projeya xwe berdewam kir"

Hind Botirabiş li ser zehmetiyên ku kişandine ji ber ew yekem jin e ku li kolanê qehweyê difroşe wiha axivî: "Ez rastî gelek zehmetiyan hatim, ji ber ku em di civakeke baviksalarî de dijîn, nedihat qebûlkirin ku keçek li kolanan qehweyê pêşkêş bike û ez gelek caran rastî tacîzê hatim û heta roja îro jî ez rast têm. Lê bi saya îradeya xwe ez bi ser ketim û min projeya xwe berdewam kir ez tu carî dev ji projeya xwe bernadim her çi be bila bibe."

"Bawerî û hurmeta mişteriyan ji min re heye”

 Hind Botirabiş anî ziman ku bidestxistina baweriya xerîdaran ne tiştekî hêsan e, ji ber ku ew di kar de cidiyet, nermbûn di danûstandinê de, rûyekî bi ken hewce dike, nemaze di sibehê de û wiha pê de çû: "Min dikaribû bawerî û hurmeta mişteriyên xwe bi dest bixim, her çend ev yek ne hêsan bû jî. Min piştî wergirtina bawernameya lîsansê di warê muhasebe û agahiyê de dîploma girt. Tevî şert û mercên kar ên dijwar ku hewce dike ez bi saetên dirêj dûrî keça xwe bimînim jî ez nikarim dev ji vî karî berdim ji ber ku derfetên kar nîn in."

"Kesên ku kêfa wan ji şikandin û heqareta li dijî jinan re tê hene"

Hind Botirabiş da zanîn ku kesên kêfa wan ji şikandin û heqareta li dijî jinan re tê hene û ev yek bê sedem e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hin kes bi riyên dijmirovahî hewldanan li dijî min dikin ji bo ez ji cihê xwe biçim lê min dev ji karê xwe berneda. Çeka min sebir û berxwedan e. Projeya min bi ser ket û qehweya min bi xweşbûna xwe navdar e."