Heviya jinên Efganî: Dilê xwe wenda nekin

Piştî ku Talîbanê rêveberiya Afganistanê bi dest xist, cih li jinan teng kir. Ferişte Safî behsa zordarî û zilma Talîbanê ya li ser jinan kir û got: “Em jin ji bo ku civak, malbatê têr bikin li dijî rejîma Talîbanê şer dikin û qadên îstîhdamê ava dikin.”

BAHARAN LEHÎB

Kâbîl – Piştî ku Talîban hat ser desthilatdariyê, careke din jin dîsa mehkûmî hepsa malê kirin. Lê bi wan kiryarên xwe nikare jinan sînordar bike. Talîbanê hemû deriyên jiyanê li jinan girtiye lê jin ruxmê hemû zehmetiyan deriyên hatine girtin vekirin da ku ji civakê neyên dûrxistin. Ji ber vê yekê jin û mêrên zana li riyan dikarin da ku jin di warê aborî de ji xwe bawer bin û di guhertina civaka Efganistanê de rola xwe bilîzin. Ji bo vê yekê hinek cihên kar û îstîhdamê vekirin da ku kar ji bo jinan peyda bikin.

Em wek ekîba ajansa NûJINHA çûn atolyeya dirûtinê ya Marmarayê ku heft meh berê li yek ji navçeyên Kabîlê hatibû avakirin. Jin ji bilî fêrbûna hunera dirûtinê jî beşdarî bazara hilberînê dibin. Berpirsên vê kargehê dibêjin: “Du kargehên me yên ji bo jin û mêr hene lê hewldana me ew e ku jin di warê dirûtinê de zêdetir perwerde bibin, da ku di aboriya civak û malbata xwe de rola xwe bilîzin. Şagirtên ku li vir perwerdeya pîşeyî dibînin dê bibin kesên ku di demek nêz de di atolyeya me ya hilberînê de bixebitin û em ê cil û bergên ji bo jin û mêran tên hilberandin li hundir û derveyî Efganistanê jî bifroşin."

16 salan mamostetiyê kiribû

Em çun gel koma perwerdeya jinên ku fêrî terzîtiyê bûne. Hemû beşdarên xwendin û nivîsandinê bûn ku dibistan û zanîngeh qedandibûn. Di komê de, me Jumlia Barakzai ku yek ji xwendekaran bû, nas kir. Berê di yek ji dibistanên parêzgeha Ferah de mamostetî dikir. Ji ber pirsgirêkên ku li ser riya wê derketine, neçar maye tevî malbata xwe Farah biterikîne û bûye penabera Kabîlê. Jumlia Barakzai, der barê jiyan û karê xwe da wiha dibejê: “Ez 16 salan mamoste bûm. Hatim Kabîlê, çûm çend cihan, dîsa ji bo min bigrin mamostehiyê, pere xwestin. Min nikaribû ewqas pere bidim. Diviyabû ez îqna bibûma, demekê li malê mam lê piştre hatim kursa Marmarayê ku fêrî hunera terzîtiyê bibim.”

‘Li mal nemînin’

Jumlia Barakzai, di nexşeya jiyana nû ya ku ji xwe re çêkiriye de, hewldanên xwe hem ji bo xwe hem jî ji bo jinên din wiha vedibêje: “Piştî fêrbûna terzîtiyê, ez ê hewl bidim bi xwe kargehek çêbikim da ku bikaribim jinên din perwerde bikim. Hunera dirûtinê jî heye û li malê namînin, ji bo xwişkên min dûrî xwendinê nemînin, ez ê kursa xwendin û nivîsandinê jî vekim.”

Jumlia Barakzai, di dawiya axaftina xwe de ji hemû jinan daxwaza têkoşîne kir û wiha got: “Ez daxwaz ​​ji hemû jin û xwişkên xwe dikim ku li malê nemînin û biçin tevli dewreyên perwerdeyan bibin, atolyeyên perwerdekirina jin û zarokên keç ên din ava bikin da ku karibin xizmeta xwe û civakê bikin."

Jin atolyeyên hilberînan dikin qada perwerdeyê

Li Efganistanê rejîma Talîbanê hemû beşên ku jin lê dixwînin an jî dixebitin girtin. Ew tenê rê didin perwerdeya dirûtinê û hinek beşên bijîjkî (pîrik, hemşîre û proteza diranan) ku jin dikarin tê de bixebitin û perwerdeyê bibînin. Ji ber vê yekê hejmareke zêde ya jinan dest bi hînkirina van her du qadan kirine.

Fereşte Safî ya di heman  atolyeyê de mamosteya terzîtiyê dike qala zor û zehmetiyên kar û xweperwerde kirina jinan dike û wiha dibêje: “Min li zanîngeha bajarê Kabîlê beşa zanistên civakî qedandiyê û niha jî li zanîngeheke taybet beşa proteza diranan dixwînim. Ev şeş meh in ji bilî kargeha berhemanînê me atolyeya perwerdeyê jî ava kiriye. Em dikarin hinek ji wan piştî dema xwe ya vala di beşa hilberînê ya atolyeyê de bişopînin. Ji ber ku ez jî jin im, ji ber şert û mercên hatine afirandin, armanca min a mezin ew e ku ji bo hemû jinan têbikoşim. Pewist e jin têra xwe bikin û xwe bispêrin heza xwe. Ji bo xwe, malbat û civaka xwe bibin mirovên kêrhatî."

‘Ji kerema xwe re dilê xwe winda nekin’

Ferişte di dawiya axaftina xwe de ji bo jinên din ên Afgan ku di nava şert û mercên xerab de dijîn, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza min ew e ku jin di her rewşê de, di şerên bi dehan salan de, qedexeyên li ser jinan de, xwe winda nekin. Ji kerema xwe dilê xwe winda nekin. Ger destûr nedin xwendinê, hûn dikarin fêrî huner û karên din bibin, ji xwe, malbat û civakê re xizmetê bikin. Ger fêrî hunera terzîtiyê bibin dikarin li her derê bixebitin."