“Hemû jin divê bixebitin û bi zoriyên jiyanê re rûbirû bibin”
Rêvebera kargeha Serdema Zêrîn Nûr El-Huda El-Temîmî ji zanîna rewşa jinebiyan û jinên telaqdayî ne dûr bû, ji ber ku bi salan e di alîkariya jinan de çalak e dibêje: "Piştî xebata bi salan li qadê ji bo alîkariya jinebiyan, jinên telaqdayî û zarokên sêwî, min fêm kir ku îmkana karê jinan, ne alîkariya demkî û demsalî ye û wiha domand: "Hemû jin divê bixebitin û bi hêz bi jiyanê re rû bi rû bibin. Xebat dihêle ku jin ji aliyê erênî ve li jiyana xwe binêrin.”
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Li gorî daxuyaniyên Wezareta Plandanînê, di encama şer, operasyonên terorîstî û operasyonên leşkerî de, hejmara jinebiyan li Iraqê gihîştiye nêzî milyonek û nîv. Bi zêdebûna dosyayên telaqê re, hejmara jinên teleqdayî û jinebiyan di nava guherbarên aborî û krîza peydakirina kar de tirsnak bûye û ev jî bûye sedem ku Nûr El-Huda Temîmî li ser vekirina kargeheke dirûtinê û karkirina jinebiyan û telaqdayî bifikire.
“Ji bo jinên hevberdayî û jinebî ne alîkariya demî, derfetên daîmî pêwîst dikin”
Her wiha destnîşan dike ku danasîna jinan ji bo bazara kar rehabîlîtasyon û geşedanê hewce dike û wiha got: "Min teqezî li ser perwerdekirina jinan li ser çawaniya rûbirûbûna pirsgirêkên kar, rûbirûbûna jîngeha kar, parastina mafan û awayê pêkanîna erk û peywira ku ji kar re hatiye spartin kir.
“Pêşxistina şiyanên derûnî û pîşeyî ji bo jinan serkeftinê bi xwe re tîne”
Ew dibîne ku pêşxistina şiyanên derûnî û pîşeyî yên jinan roleke xwe ya sereke di serkeftina jinan de di ezmûna kar de heye, nemaze ku gelek jin berê xwe dan ezmûnên pratîkî nebûn û rasterast bi civakê re têkilî ava nekirin û got: "Piraniya kesên jinên telaqdayî û jinebî, ji malbatên kevneperest in û ne xwedî ezmûn in di warê jîngeh û kar de, ne jî xwendina xwe temam kirine lewre ketin bazara karê pêşketina derûnî û pîşeyî.”
Kargeha Serdema Zêrîn bi qasî 50 jinan di nav xwe de dihewîne. Gelek ji wan jinên telaqdayî û jinebî ne ji bo ku debara xwe û zarokên xwe bikin û dahatûyek mehane ya bi îstîqrar peyda bikin. Her wiha Nûr El-Huda Temîmî bal kişand ku dahata mehane ya jinan divê têra jinên karker û zarokên wan bike û got armanc ew e ku berhema xebatê çavkaniyek ji bo jinan be, ne projeyek bi tenê sûdmend be û her wiha kargeh hewcedariyên bazarê yên kincên jinan ên bi qalîteya guncaw, nemaze yên navmalî, digire da ku di warê biha û kalîteyê de bi kelûpelên ji derve re hevrikiyê bike.
“Ruhê hezkirin û alîkariyê jinan di kargehê de digihîjîne hev”
Nûr El-Huda Temîmî têkildarî têkiliya jinan a bi kar re wiha got: "Gelek jin dikaribûn di warê şêwekarî û terzîtiyê de nûjeniyê bikin ji bo ku ew kelûpel di bazarê de bêhtir bên naskirin û qebûlkirin.”
Der barê têkiliyên ku karkerên jin bi hev ve girê dide jî wiha got: "Ruhê hezkirin û alîkariyê heye ku jinan di kargehê de digihîjîne hev. Li vir jin bi prensîba yek malbatê mijûl dibin û hevaltiya wan a xurt heye û di kar û xebatê de alîkariya hev dikin.”
Nûr El-Huda Temîmî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo hevsengiya aborî di jiyana jinan de pêk were divê dewlet projeyên xebatê ji bo jinên ji hemû tebeqeyan ava bike.