Gulşen bi gulfiroşiyê tedawiya xwe dibîne

Gulşen a ku di encama qezeyekê de lingên xwe winda kiriye û tu caran hêviya xwe winda nekiriye niha ji bi firoşgeha xwe ya gulan mesrefa nexweşxanyê derdixe û gelek ji karê xwe hez dike ji ber bi vî karî ji bo hemû jinên ciwan bûye hêvî.

HEWAR MEHEMED
Silêmaî – Jina ciwan a daniştwana bajaroka Seyîdsadeq a Silêmaniyê Gulşen Salih hîna di temenê 13 salî de ji ber qezaya diwar bi ser de tê xwar û dibe sedem ku lingê xwe winda bike, tu caran hêviya xwe ji bo çareseriya lingê xwe winda nekiriye. Ji ber wê jî çend caran ji bo çareseriya lingê xwe serdana gelek nexweşxaneyên Kurdistanê, Îran û Hindstanê kiriye, lê belê jêre nebûn çareserî. Ji bo Gulşenê beriya çar salan hêviyek mezin serî hilda û li bajarê Silêmaniyê li nexweşaneyekê tedawî dibine û niha ji hêdî hedî rewşa lingê wê ber bi çareseriyê diçe. Piştî 10 salan bi lingên ku nikare bilive qet hêviya xwe ya ji bo jiyanê qut nekiriye. Her tim ev hêvî buye çavkaniya karkirin û vekirina firoşgehekê. Di sala 2019’an de firoşgehek a gulan di veke û hemû mesrefa nexweşxaneyê ji wêderê derdixwe. Gulşen ji bo karê xwe dibêje: “Di roja ji dayikbûna min de min biryar da ku ez firoşgehekê vekim ji ber ez gelek ji gulan hez dikim min pîşeya gulfirotinê hilbijart.”
Gulşen a gulfiroş niha ji ber meha remazanê pîştî nivro firoşgeha xwe vedike û heta derengê şevê dimine firoşgehê wiha behsa karê xwe dike: “Di destpêkê de min di firoşgehek biçuk de dest bi kar kir. Pîştre gelek pêwîstî min li malê amade dikir. Lê belê pêşwaziya xelkan banadorek gelek mezin li min kir ku min biryar da ez firoşgeha xwe mezintir bikim. Ew dahatûya ku ji firoşgehê dihat min bi wê firoşgeha xwe mezin kir. Niha jinek ciwan ji li gel min kar dike û ez bume hêvî ji bo jinên ciwan.  Malabata min gelek pîştgiriya min û alikariyek mezin ji bo min kirine û civak ji bi germî karê min pêşwazî dikin. Beriya niha mesrefa nexweşxaneyê bavê min dida, lê belê dema ku min ev firoşgeh vekir ji bo mesfrefa nexweşxaneyê pêwistiya min kesê nema, ev malbata min ji be,  ez bi xwe mesrefa nexweşxaneyê derdixim ger ev çareseriya berhemê min bi xwe be baştire. Heta ku mirov nebe xwedî kar, ne xwedî dahatuyekê be mirov ne xwediyê xwe ye ger kesek xwedî dahatûya xwe bi xwe be mirov çi bixwaze wê dike.”