Gulfiroşa suka Silêmaniyê Tajan
Gulfiroşa suka Silêmaniyê Tajan Bayan da zanîn ku ew bi heskirin bi gulan re mijul dibe û got: “Her beyanî weke ku çavên wan li rêya mine bi lez têm derê dikanê vedikim. Ji xwe dema wan li devê derî bicîh dikim ji bêhin û geşbîna wan enerjî digirim û bi wan re dikenim.”
Silêmanî - Ji berê de navê Hewreman weke cihê ku qet şideta ser jinan têde tuneye hatiye bihîstin û hîna jî wê yeksaniya xwe ya navbera jin û mêr de bi hemû şêwaza jiyanê nîşan dide. Ew herêmeke dikeve aliyê bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê. Bi qasî Hewreman xwezayî û ji dil nebe jî nava bajêr ji jinan re vekiriye û yek ji bajarê herî zêde jin xwe têde rehet hîs dikiye. Ji wê ye jin di nava sukê de tenê kiriyar nîne, di heman demê de firoşkarin jî. Dema hun li nava sukê bigerin hûnê rastî gulfiroş Tajan Bayan jî bên û gulên herî bedew ji ber dikana wê bigirin. Ji ber gelek gul û kulîlkên xwezayi yên renga reng daniye devê derî, ji durve weke baxê gulan xwiya dike û mirovan ber bi xwe ve dikişine. Hema kî derkeve serê kolanê yek ser çavê wan diçe ser destegulên Tajan ê û teqez serekê lê didin. Tajan jî bi qasî gulên xwe xweşik û rukene, ji peyîvên wê yên şîrîn jî be hewceye mirov destegulekê bigire û ji bo neçilmisin zu bigihîne avê.
Gulfiroş Taja diyar kir ku rihê wê bi gulên wê re ne û bi heskirina xwe ya rengên gulan wiha bilêv kir: “Despêkê min li gel xuşka xwe me bi hev re li aofurekê kar dikir. Em fikirîn ku gulan jî di nava dikanê de bi firoşin. Ew tenê di fikirînê de nema, me xiste piratîkê û em serkeftî bûn. Piştre me dezgeha xwe ya gulan bi awayek gerok li nava taxan domand. Niha jî li dikanê em karê xwe berdewam dikin. Ev nêzî 2 salane ez vî karî dikim. Ez gelek ji gulfiroşiyê hezdikim, dixazim hemû rengên gulan li cem min hebin, ji bo wê ezê berdewam bikim.”
‘Min cihê xwe di nava dezgehan de girtiye êdî’
Tajan binhişiya mêran a naxwaze jinan li ser dezgehên bazarê bibîne jî bibîr xist û wiha domand: “Her cihê ku min dezgeha xwe ya gulan lê didanî, esnafek dihat bi acizî digot: ‘Sala borî ev cihê me bû, em ê îsal jî dezgeha xwe lê danin, divê tu ji vê derê biçê. Tu nû yê here ji xwe re cihekê peyîda bike.’ Bi zehmetî be jî min karî cihê xwe di nava dezgehên sukê de bigirim. Ev bi hêsanî nabe, astengiyên mêran hene, lê derbas dibe, dema mirov di karê xwe de ji dil be ti astengî nikare mayînde be, hemû derbasdibin.”
‘Li van deveran bi nas navê gulfiroş têm nasîn’
Tajna sohbetên bi dîdarên gulên xwe re jî wiha anî ziman: “Dema bikir tên ber dezgeha gulan hinek jî li min dinêrin û dibêjin; ‘Tu gelek keyfxweşî, dema ku kar dikê pêre dikenê, ji ber vê yekê em jî tên gulan ji ber dikana te digirin.’ Ev gotinanên wisa ez gelek pê keyfxweş dibim û enerjiya min a kar hîn zêde dibe. Ew rast dibêjin, her beyanî ez bi heskirin devê deriyê dikanê vedikim. Ji xwe li van deveran her kes bi nasnavê gulfiroş min dinasin û gazî min dikin. Piştî vekirina derî dema gulan li ber derî bi cîh dikim divê destê xwe bidim hemûyan, weke ku ez dest nedim wan tiştek kêm dimîne, ev jî nîşaneya wê yekê ye ku gulên min çiqasî di jiyana min de diyarkerin.”
‘Baxên gulan dê bêhina xwe heya nava kuçeyan bibe’
Tajan nêzîkatiya hikumeta herêmê ya li baxê gulan jî rexne kir û got: “Li herêma Kurdistanê hikumet qet alîkarî nade ji bo baxên gulan bên dewlemend kirin. Dema baxên gulan mezin û rengîn bibin, dê bêhina wê xwe bigihîne hemû kuçe û kolanên welat. Tenê hinek yarmentî hebe, weke min heskiriyên gulan pirin, ên tevahî roja xwe li ber xizmeta gulekê derbasbikin û qet jê aciz nebin hene. Heskirina axê û welat jî hinek bi xweşkirin û reng dayîna xwezaya wê ve girêdaye. Ez vê heskirina xwe ya gul û kulîlkan ji heskirina xwezaya welatê xwe cuda nabînim, ji ber dikarim li her deverê vî karî bîkim. Ger derfet hebe em gulfiroş dikarin zeviyên taybet ên gulan çêkin û têde renga reng bedewiya gulan bidin nişandan. Ji ber nebûna derfetan em neçar dimînîn gulan ji welatên derve tayîbetjî jî ji Îran û Holenda binîn. Niha jî ez dizanim di dikana min de kêm û kurtî hene, hewil didim di pêşerojê de van kêm û kurtiyan çareser bikim. Karkirin ne giringe ku xwedî rêgezek diyar be, mirov bi xwe dikare pirojeyan dane ber xwe û li gorî derfetên xwe hinek tiştan biser bixe. Ji ber kevneşopî yên heyî li ser civakê hatine ferz kirin, ji bo wê bi xwe fikirîn û piroje danîn kême. Ez li van tiştan nasekinim, heskirina kar min ber bi nêrîn û projeyên berfireh ve dibe. Cardin jî neçarim li gorî derfetên xwe yên kêm pirojeyên xwe biçuk bikim.”
Herî dawî gotina Tajan ji bo jinan û tayîbetî jî jinên ciwan eve: “Xwe bê kar nehêlin, kar hişê mirovan vedike û dihêle mirov di derbarê projeyên cuda de bifikire. Heya mirov nekeve navê bê fikire, bê raye hayî ji tiştekê nîne, ji bo wê dibêjim her tişt bi despêkirina kar re despê dike. Ji zehemetiyan netirsin hemû derbas dibin û dawiyê jî gelek xweş dibe. Despêbikin dewama wê bi xwe tê. Weke jiyanê keda destê mirov û karê ku mirov peyî dikeve jî herikbar dibe. Niha ez li jiyana xwe dinerim, her serê sibê dikan li benda mine biçim vekim û heskirinê nîşa gulên xwe bidim. Wan cihê xwe girtiye û berbangê li benda min dimînin, ez ji vê re dibêjim herikbarî. Em jinên ku me tama keda destê xwe girtiye jî hewceye em bi jinên dine re bibin alîkar, heya ew jî cihê lingê xwe dibinin û tamê ji destê xwe digirin. Tayîbetî jî jinên ciwan teqez divê bê ked neminin, jiyanek domdar li pêşiya weye, gelek kedên xweşik li benda wene. Em bi hev re destê kedê dirêjî nava kolanên xwe bikin, wê demê dê bi fikir, hîsiyat û keda jinan bajar rengek hîn xweş û bedew bigire.”