Giyayê ku bi kedeke giran tê amadekirin: Zuxax

Gihayê Zuzaxê yê biharê li çiyayên Pasûrê şîn dibe, wekî her sal, ji hêla jinan ve hat berhevkirin û piştî tê kutandin ji bo hişk bibe datînin ber tavê. Hema bêje her mala li herêma Pasûrê biharê vî giyayê ji bo xwarinê berhev dike. Hayriye Tekîn a yek ji wan jinan e dibêje; "Bi vê gihayê, mirov hem şîfa dibîne hem jî bi firotina wê pere qezenc dike."

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Giyayê Zuzax, li deverên çiyayî yên Pasûra Amedê şîn dibe û taybetmendiya wê ji aliyê gelê navçeyê ve pir balê dikşîne. Zuzax, ku cureyek ji giyayên mehên biharê ye, ji quntara çiyayan tê komkirin. Tê diyarkirin ku Zuzaxa ku piştî mehekê qert dibe, ji gelek nexweşiyan re jî derman e.
Jin bi saetan ked  didin 
Zuzax bi şêklê xwe yê zirav û dirêj ji gihayên din tê veqetandin. Piştî ku tên komkirin, pir baş tên hûrkirin û dikin nava kevirek hawanê ya bi Kurdî dibejîn conî, piştî xwê li tê zêdekirin nîv saetê tê kutandin û ji bo zuwa bibe datînin li ser sîniyan. Ev kar hemû ji hêla jinên navçeyê ve tên kirin. Jinên ku gihayê hatiye komkirin  dikutin, ji bo baş hûr bibe bi saetan ked didin.
"Em ji çiyayan berhev dikin û dûre hişk dikin" 
Yek ji niştecihên navçeyê Hayriye Tekîn, bi dara di destê xwe de li giha dixe û ji me re vedibêje ka çawa çêdibe. Hayriye wiha dest bi axaftina xwe kir; "Em bi deqîqeyan dikutin û dûre ji bo zuwa bibe datînin ser sîniyek. Piştî ku zuwa dibe em dixin nav tûrikan. Ên ku wê dibin sûkê û difroşin jî hene, yan jî wê li malê dihêlin û tenê ji bo xwarinê bi kar tînin jî hene. Gelek bazirgan hene ku bi van gihayan bazirganiyê dikin. Diçin ji çiyayan kom dikin, li sûkê difroşin. Ev giha ji bo nexweşiyan pir baş e. Li vir wekî giyayê ku ji hêla pêxemberan ve hatiye pifkirin tê zanîn.”
"Ji ber tehm û bêhna xwe ya xweş li ser her sifrêyê heye”
Hayriye diyar dike ku Zuzax di nav xwarinan de yan jî tenê bi nan tê xwarin û dibêje; “Piştî zuhabûnê, ew bi hêk, kartol û gelek sebzeyên wekî xiyar û bi bacanan re tê sorkirin û xwarin. Em hem ji bêhna wê hem jî ji tama we hez dikin. Ji ber ku em jê hez dikin, her biharê diçin çiyayan û van gihayan berhev dikin. Komkirina wê zehmet e lê hêjayî keda me.”