Ghenchegol Karîmî ya Heratî ji bo jinan dibe mînak

Ghenchegol Karîmî ya dibe ku tekane jina mozvan a welata Heratê ya Afganistanê ye, karê xwe yê ku bi yek kewara mozan dest pê kiribû, niha bi çewlika xwe ya mozan didomîne.

Navenda Nûçeyan -  Piştî ku Talîbanê di Tebaxa sala borî de rêveberiya Afganistanê bidestxist, jinên ku hewil tê dayîn ji hemû qadên jiyanê bên dûrxistin, hewl didin bibin hêvî. Yek ji mînakên jinên ku dibin hêvî Ghenchegol Karîmî ya ji Heratê tê.

Li bajara Heratê ya Afganistanê jina ciwan a bi navê Ghenchegol Karîmî, karê xwe ya ku bi yek kewara mozan dest pê kiribû, niha bi çewlika xwe ya mozan didomîne. Jina ku xwediyê bi dehan kewara mozan e, dibe ku li welêt tekane mozvan e.

Li Heratê hilberînera hingivîn ya herî mezin e

Ghenchegol Karîmî ya ji Heratê hêj 25 salî ye û xwedî nasnava herî mezin ya hilberînera hingiv ya bajêr e. Ghenchegol Karîmî ya dibêje 2 sal berê dest bi pîşeya xwe kiriye, li ser banê mala xwe bi kewarek moz ya  deyn standibû dest pê kar kiriye. Ghenchegol Karîmî bi îradeya xwe ya xebatê, xwe kiriye yekemîn jina mozvana Afganistanê û xwediyê çewlika herî mezin a mozan a bajêr.

Dixwaze ji bo jinan qada kar vebike

Ghenchegol Karîmî piştre bi saya saziyek piştevaniya jinan ji bo di pîşeya xwe de bibe pispor kurs û perwerdeyan girtiye. Niha jî hewl dide hêviyê bide jinên wekî xwe. Îdîaya wê ji bo jinan qada kar veke û bibe xwediyê çewlika herî mezin a mozan a li welat.