Gelo li Siweydayê dê demsala awarte bibe depoya stratejîk?

Berhema genim a li bajarê Siweydayê îsal ji ber barana zêde, hilberînek bilind tomar dike. Ev yek derfetekê dide ji bo xurtkirina ewlehiya xwarinê, lê rûbirûbûnên wekî pirsgirêka depokirinê û firotinê li pêşiya cotkaran dibin asteng.

ROŞÊL CANYOR

Siweyda – Di bin siya demsalek baranê de, ev bihar di nav salên dawî de wekî yek ji demsalên herî baş tê hesibandin. Di vê demsalê de, berhema genim li Sûriyeyê wek berhemeke stratejîk û stûna bingehîn a ewlehiya xwarinê, dîsa dikeve navenda baldariyê.

Tevî zehmetiyên aborî û jiyanî ku Sûriye tê de derbas dibe, hewcedariya bi xurtkirina piştbûna li ser hilberîna navxweyî girîngiyeke zêdetir bi dest dixe. Nexasim di demeke ku çandinî bûye yek ji faktorên herî girîng ên berxwedan û aramiyê. Di vê salê de cotkar giraniyê didin ser pirbûna hilberînê û pirsa li ser mekanîzmayên parastin, depokirin û firotina berhemê derdikeve pêş. Bi taybetî piştî ku hejmarek depo û embar di bûyerên Tîrmeha 2025’an de ji aliyê cîhadiyên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve hatin şewitandin, di peydakirina cihên ewle de ji bo depokirina hilberînê krîzeke mezin derket holê.

Endazyara çandiniyê Emanî El-Hasbanî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

‘Hilberîn bilind e lê tenê ev têr nake’

Endazyara çandiniyê Emanî El-Hasbanî diyar kir ku berhema genim îsal bi saya barana zêde hilberînek bilind dîtiye û ev yek bi rengekî zelal li ser mezinbûn û zêdebûna berhemdariyê xuya dike. Emanî El-Hasbanî destnîşan kir ku daneyên Yekîtiya Cotkaran nîşan didin ku hilberîna genim gihîştiye nêzî 25 hezar tonî. Ev hejmar li gorî demsalên berê başbûnek berbiçav e û ji bo xurtkirina hilberîna navxweyî û kêmkirina girêdayîbûna bi derve, derfeteke rastî vedike.

Lê belê Emanî El-Hasbanî tekez kir ku tenê pirbûna hilberînê têr nake ku demsal mîna serkeftî bê hesibandin: “Serkeftina her demsalek çandiniyê tenê bi asta berhemê nayê pîvan. Her wiha bi şiyana cotkaran a li ser parastina hilberîna xwe, firotina wê û bidestxistina dahateke dadperwer ku lêçûnên çandiniyê derxe, tê pîvandin.”

Wê ronî kir ku rûbirûbûnên depokirin û firotinê ne kêmtirî hilberînê bixwe girîng in, ji ber ku windakirina beşek ji berhemê piştî dirûnê rasterast bandorê li ser dahata cotkaran û ewlehiya xwarinê ya li Suweydayê dike.

Zirara li ser sîstema depokirin û koçberiyê

Her wiha Emanî bal kişand ser wê yekê ku hejmarek depo û embar di bûyerên Tîrmeha sala borî de hatine şewitandin, ku ev bû sedema ziyanên mezin di binesaziya genim de. Vê rewşê hewcedariyeke lezgîn ji bo avakirina depo û embarên nû yên herêmî afirandiye da ku parastina hilberînê di rewşên awarte de mîsoger bibe.

Emanî El-Hasbanî bi bîr xist ku her çend berhemdariya ji donimekî îsal bilind bûye jî, rûberên çandî ne di asta ku dihate hêvîkirin de bûn. Sedema vê yekê ziyanên li herêmên gundewarê rojava û neçariya niştecihan a ji bo koçberiyê ye ku zeviyên xwe bê xizmet hiştine. Wê tekez kir ku serkeftina sektora çandiniyê tenê bi mercên avhewayê ve girêdayî nabe. Lê hewceyî bi aramiyeke ewlehiyê heye ku rê bide cotkar bi ewlehî bixebite.

‘Genim stûneke bingehîn a ewlehiyê ye’

Her wiha Emanî ragihand ku genim ne tenê berhemeke çandiniyê ye, her wiha wekî stûna bingehîn a ewlehiya xwarinê ye, ji ber ku di hilberîna nan de tê bikaranîn. Bal kişand ku Siweydayê di sala borî de (ji ber dorpêçkirina tam) xwe spartibû alîkariyên xwarinê, ku ev yek girîngiya xwedîbûna hilberîna navxweyî piştrast dike. Wê anî ziman ku parastina her tonekî genim bi rêya depokirina rast, di xurtkirina şiyana civakê de ya li dijî krîzan, beşdariyê dike.

Derfeteke stratejîk ji bo depoya navxweyî

Emanî diyar kir ku werza niha derfetekê ji bo avakirina depoyeke stratejîk çêdike, lê ji bo vê yekê planeke giştgîr a birêvebirinê pêwîst e. Wê zêde kir ku pêkanîna vê yekê hewceyî hevkariyê ye di navbera cotkar, koçberên li derveyî welat û saziyên çandiniyê (Rêveberiya Çandiniyê û Yekîtiya Cotkaran) de, ji bo ku embarên nû li gelek cihan bn avakirina û ewlehiya depoyê xurt bibe.

Derbarê rûbirûbûnên herî girîng de, wê eşkere kir ku şewat hîn jî metirsiya herî mezin e. Li gel vê, bilindbûna bihayê sotemeniyê, lêçûnên dirûnê, zehmetiyên firotinê û kêmbûna bihayê kayê (ku berê beşek ji lêçûnan digirt) barê li ser milê cotkaran girantir dike.

Rola civaka herêmî û çareseriya pirsgirêka firotinê

Emanî El-Hasbanî pesnê rola civaka herêmî da û diyar kir ku bi piştgiriya kesên li derveyî welat û destpêşxeriya gelêrî, dikarin navendên depokirinê yên nûjen ava bikin û amûrên vemirandina agir peyda bikin.

Derbarê dosyaya firotinê de, wê ew wekî mezintirîn rûbirûbûn li pêşberî cotkaran hesiband û da zanîn ku derengketina pêvajoyên wergirtinê û nebûna bihayên zelal, feydeya aborî ya demsalê lawaz dike. Wê bang kir ku navendên wergirtinê yên nêzîkî gundan bên avakirin, amûrên veguhastinê bên peydakirin û pêvajoyên dravdanê bên lezandin.

Emanî El-Hasbanî di dawiyê de destnîşan kir ku qonaxa bê hewceyî hevkariyeke rastî ye di navbera her aliyekî de û got “Ji ber ku parastina vê berhemê tê wateya parastina yek ji girîngtirîn hîmên ewlehiya xwarinê li Siweydayê û mîsogerkirina paşeroja herêmê.”