Ew 30 sale benîştê Kurdî hildiberîne

Tevî şert û mercên jiyanê yên dijwar, jinên li Koyê bi rêbazên hilberîna kevneşopî debara xwe dikin. Halîme Kadîr, ku 30 sal in benîştê Kurdî çêdike, girîngiya hilberîna xwezayî tekez dike û dibêje ku ew ji karê xwe kêfxweş e.

ŞIYA KOYÎ

KOYÊ – Li navçeya Koye ya Hewlêrê li Kurdistana Federal, jin ji bo debara xwe çalakiyên hilberînê yên kevneşopî didomînin. Yek ji van jinan, Halîme Kadîr Îbrahîm, bi qasî 30 salan e bi hilberîna benîştê Kurdî debara xwe dike. Ev pêvajoya hilberînê, ku li herêmên çiyayî dest pê kir û di dawiyê de çûye malê, ji ber şert û mercên dijwar ên xebatê û berpirsiyariyên aborî bi tena serê xwe vê karê di meşîne.

Ew karsaziyê bi tena serê xwe dimeşîne

Halîme Kadîr dibêje ku ew hemu qonaxên hilberînê bi hewildanek mezin pêk tîne û benîştê ku ew bi rêbazên xwezayî amade dike hem çavkaniya debara jiyanê ye û hem jî ji hêla tenduristiyê ve berhemek hêja ye. Halîme Kadîr rave dike ku wê û hevjinê wê bi salan debara malbata xwe kirine û dibêje, "Me bi hev re bazirganî kir. Min li malê benîşt çêdikir û hevjinê min benîştê ku min hilberand li sûkê difirot. Lê niha hevjinê min nikare bixebite û ez neçar im ku hemî karsaziyê bi tena serê xwe bimeşînim."

30 sale benîştê Kurdî çê dike

Halîme Kadir, ku dibêje ew nêzîkî 30 salan e benîştê Kurdî çêdike, ku 14 salan li çiyayan derbas kiriye, tekez dike ku pêvajoya hilberînê pir dijwar e. Halima Kadir dibêje: "Benîştê Kurdî pir dijwar e; gelek qonaxên wê hene. Xeletiya herî biçûk di dema hilberînê de dikare wê benîştê ji ne cutinê bike.” Ji ber ku hevjinê Helîme nikare alîkariyê bike, ew benîştên ku amade dike dide yên din da ku bifiroşin.

Di hilberîna benîşt de karanîna dermanên cuda

Halîme Kadir dibêje ku, heya ku di hilberîna benîştê Kurdî de sextekarî tune be, ne pir girîng e ku ew li ku derê tê hilberandin. Lêbelê, ew destnîşan dike ku heke derman an lêzêdekirinên din tê de werin tevlihev kirin, xwezayîbûna benîşt têk biçe û kalîteya wê dê biguhere. Halîme Kadir her wiha destnîşan dike ku hilberên ne xwezayî, yên ku lêzêdekirinê dihewînin, li sûkê têne firotin.

‘Ez ji karê xwe keyfxweşim’

Halîme Kadîr di dawiya gotinên xwe de baweriya xwe ya li hemberê benîştê Kurdî ya ji bo tenduristiyê tîne ziman û dibêje: “Ev benîşt ji bo gelek nexweşiyan wekî pirsgirêkên rûvî, kolon û mîdeyê baş e. Ez ji karê xwe kêfxweş im û ez ê berdewam bikim.”