Endazyara ji Helebcê li çewlika lawiran debara xwe dike

Mujde Ebdulrehîm yekem jin e li çewlika lawiran a Rasan ku tê de bizin hene bi hezkirinek mezin kar dike û dibêje ku ew rastî gelek astengiyan hatiye heta gihîştiye vê astê.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce – Li gundê Delmer ê girêdayî Helepcê çewlikeke lawiran bi navê Rasan ji bo berhemdayina şîr, penir û hemû berhemên şîr heye. Endazyar Mujde Abdulrehîm yekane jin e ku di vê çewlikê de kar dike. Mujde Ebdulrehîm xelkê Helepceyê ye her wiha di zanîngeha çandiniyê de beşa pîşesaziya xwarinê temam kiriye û diyar kir ku piştî gelek hewldan û westandinek zêde di çewlika lawiran de bûye endezyara çandiniyê.

‘Piranî karê çewlikê dikim û bi lawiran re mijûl dibim’

 Mujde Ebdulrehîm destnîşan kir ku ji derveyî karê xwe yê sereke ku berhemdayina şîr e, rojane bi lawiran re gelek mijûl dibe û gelek bi karê xwe kêfxweş e.

Mujde Ebdulrehîm wiha behsa karê xwe yê rojane dike: “Ji ber ez demek zêde xerc dikim û her dem li gel lawiran im, gelek bi wan ve hatime girêdan ji bo wan stranan dibêjim, hevkarên min her dem dibêjin tu gelek bi lawiran ve hatî girêdan. Ez ji wan hez dikim her dem ji bo wan demê dibînim, bi wan gelek kêfxweş dibim. Dizanim kengê birçî ne, yan nexweş in yan ne ez wan nas dikim û fêrî ruhê wan bûme.”

‘Piştgiriya malbatê gelek girîng e’

Mujde Ebdulrehîm destnîşan kir ku pewîstiya hemû karên ku tên kirin piştgiriya bi malbatê heye û bi ser dikeve wiha got: “Karê min zehmet e, derdor gelek caran ji min re dibêjin ev kar ne li gorî te ye. Bi rastî jî hinek caran ne aramî ji bo min çêbû lê belê bi demê re ji ber min gelek ji karê xwe hez dikir û bi eşqek mezin dikir, min berdewam kir û niha ez ji wan fam dikim. Gelek kes hatin vê derê ji bo ku kar bikin lê belê nikaribûn berdawam bikin. Piştgiriya malbatê gelek girîng e ji bo serkeftinê.”