"Em jinên Efrînê bê çandinî nikarin"

Meziyet a hem bi çandinê debara xwe dike hem jî xwedî li çanda xwe ya resen derdikev, li warê koçberiyê pêşiya mala xwe ya hilweşayî baxçeyek çêkiriye dibêje: "Em jinên Efrînê bê çandinî nikarin bijîn"

HESNA MIHEMED
Şehba – Bi hezarê salane çandinî di nava civakan de yek ji rêbazên debarê ye ku civak xwe li ser wê xwedî dike. Tayîbetî deverên ku axa wê ji çandiniyê re destdayî hîn zêdetir çand li dora çandiniyê hatye raçandin û pêre jî bûye şêwaza jiyanê. Ji ber wê ye jinên Efrînê yên penaber ku di xirabeyan de dijîn li pêşiya mala xwe şînkahiyê diçînin, hem sebra xwe pê tînin hem jî debara xwe pê dikin. Jinên Efrînê yên ji warê xwe koçber bûne û li kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûne malên rûxandî û çadirên koçberiyê bi çandiniyê dixemilînin. Jinên Efrînê bi çandina kûlîlkan û zebzeyan pêşiya malên xwe vegerandine cihê jiyanê û bi wan Efrînê tînin bîra xwe, ji ber Efrîn bi çandiniyê dewlemend bû. Yek ji jinên Efrînê ku pêşiya mala xwe bihûştek biçûk ji çandiniyê çêkiriye, Meziyet Mihemed Osman e. Meziyet ji navçeya Reco ya Efrînê ye û niha koçberî gundê Til Şeîr a kantona Şehbayê bûye û li wir bi malbetê xwe re bi cih bûye. Meziyet nikare bê çandiniyê bijî loma zebze, fêkî û çîçek çandiye û bêhna xwe bi wan derdixîne, rojê xwe bi wan re derbas dike, pê re mijûl dibe û him jî debara xwe ya jiyanî di rewşa dorpêşiya ku li ser herêmê hatiye ferzkirin, pêk tîne.
Baxçê Meziyet ê yê biçuk reng dide jiyana wê  
Meziyet behsa koçberbûna wan ji Efrînê dike û wiha dibêje: "Em ji cih û warên xwe koçber bûn û me berê xwe da kantona Şehbayê ta ku em di aramî û ewlehiyê de bijîn. Efrîn piştî ku hat dagirkirin ti ewlehî û aramî lê nehat dîtin. Em di gelek şert û mercên zehmet re derbas bûn dema ku em koçber bûn. Em li gundê til Şeîrê bi cih bûn lê tiştek me tune bû, bi demê re me hewilda pêdîviyên girîng ê malê bi cih bînin cîran jî di vê yekê de bi me re bûn alîkar. Me li Şehbayê jiyanek nû wek Efrînê afirand. Ez nikarim bê çandiniyê bijîm loma min her dixwast li pêşiya malê xwe parkek ji çandiniyê biafirînim. Li pêşiya malê me xezanê avê danîn her tim av vala dirjî. Min hewilda xendekê avê çêbikim ta ku av vala neçe û bê baxçeya xwe ya biçûk av da. Di baxçeya xwe bacan, îsot, miloxiyê û çîçek çandin. Efrînî li kuderê dibin bila bibin wê ew der vegerînin bihûştek ji çandiniyê."
Baxçeyê Meziyetê sebir û debara wê ye
Li Şehbayê ji aliyê Rêjîma sûrî ve dorpêçî hatiye ferzkirin ev jî zirarek mezin dighîne milet û gelek pêdîviyên jiyanî rêjeya wê buha dibin loma jinên Efrînê xwe dispêrin çandiniyê ta ku debarên xwe pêk bînin. Meziyet got: "Em ji baxçeya xwe gelek sûdê digirin, ji milî zebzeyên teze û tendirustî di heman demê de rêjîmê amborga avêtiye ser me û gelek pêdîviyên jiyanî rêjeyên wan buha ne wek zebze û fêkiyan loma me xwe spart çandiniyê him debara xwe bê dikin û him jî em rojane zebzeyên bi tendirust dixwen û ji nexweşiyan me diparêzin. Li kêlek çandiniyê min pez jî hewandiye û ji milî şîr û mast ji wan sûdê li malbetê xwe dikim. Rojane zaokên me şîr vedixwen. Em xizmet darên zeytûnê jî dikin li Efrînê darên me qut dikin, em jî li vir xizmet daran dikin. Em zebzeyên pir ji dikanan nakirin em ji baxçeya xwe jêdikin. Em karê çandiniyê dikin ta ku rojên xwe bê derbas bikin lê tu carê Efrîn ji bîra me dernakeve. Bi hêviya vegera Efrînê ne."