"Em debara xwe bi mewsima fistiq helebî dikin"

Jinên Kobanê yên dest bi komkirina fistiq helebî kirin gotin: "Em debara xwe bi çandiniyê dikin, bi taybet jî mewsima fistiq helebî. Lê îsal ji ber nebûna av û baranê, pêre jî pileya germê ya zêde mewsim ne başe."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Gelê Kantona Kobanê bi giranî aboriya xwe ji çandiniyê û xwedîkirina sewalan, digirin. Mewsima komkirina fistiq helebî ya îsal jî ne li gor xwestekên şêniyan e. Şênî dibêjin ku hilberîna fistiq helebî ya îsal, heqê dermanê ku li hatiye dayîn dernaxe. Ax û zeviyên kantona Kobanê bi xêr û bêrên xwe tê nasîn. Niştecihên wê baxçe û darên cur be cur diçînin. Genim, ceh, nok, nîsk, misir, kemûn, kizbere, fêkî, sebze, zeytûn, fistiq helebî, goz, peyam û hwd. Temenê gelek daran jî li jor 50`e salî re ne. Li ser vê bingehê di dawiya meha Tîrmeh û destpêka Tebaxê de, şêniyên herêma Firatê dest bi komkirina mewsima fistiq Helebî kirin. 
Li kantona Kobanê di asta yekemîn de darên Zeytûnan û di asta duyemîn de jî yên fistiq helebî, hatine çandin. Li ser asta kantona Kobanê di navbera 600-610 hezar darên Fistiqan di mesafeya 3 hezar û 500 donim erd de, hatine çandin. Hejmara herî zêde ya darên fistiq helebî li gundewarên Rojavayê Kobanê ne û beşek kêm jî li Başûrê wê ye. Her wiha di van demên dawî de hinek gundên Rojhilatê Kobanê jî dest bi çandina fistiqan kirin. 
Darên fistiq helebi yên herî temen mezin li gundê Xurxûrê ne
Gundê Xurxûrê yê li Rojavayê Kobanê di asta yekemîn de ye ji aliyê başî û cûreyê fistiq helebî de, her wisa darên herî kevnar ku temenê wan 70 salin li gund hene. Her wiha gundê Boxaz yê li Başûrê Koban û Beyadî, Cibnê û Bûban yên li Rojavayê Kobanê bi darên fistiq helebî navdarin. Di vê salê de kîloya fistiq helebî bi 5500-6 hezar lîreyê Sûrî ye.
Jinên ku zeviyên wan yên fistiq helebî hene, bi şev û roj xizmetê dikin ji ajansa me re behsa fistiq helebî kirin. 
Jina ciwan ya bi navê Narîman Hiso 19`e salî ye û ji gundê Boxazê yê Başûrê Kobanê ye. Narîn li gel malbata xwe 500 darên fistiqan kom dikin.
"Li gor sala borî mewsim ne baş e"
Narînê behsa mewsima îsal kir û got: "Li gor sala borî, mewsim îsala ne baş e. Me sala borî 60 kesî di 3`ê rojan e komkirina fistiq helebî bi dawî kir, lê îsal me 10 kesan di çend rojan de xilas kir. Bû guman ev yek jî sedemên wê hene ku baran kêm bû, ava tunebû û pileya hewaya gerim gelek dijwar bû." 
Narînê bal kişand pergala komkirina fistiqan û got: "Îsal nirxê fistiq helebî yê kesk zêdetir e, ji ber ku di şîraniyê, dondirme û zaterê de tê bi kar anîn. Me jî dît ku daran zêde negertiye, ji lewra beriya fistiq sor bibin me  dest bi komkirina fistiqan kir. Em tenê danê sibê kar dikin û  di seat 6 sibehê de dest bi komkirina fistiqan dikin û di seat 12`an de jî radiwestin. Zeviyê me 3`ê şimil e û me 500 darên fistiq helebî lê çandiye." 
"Têkiliya min ya bi daran re, weke ya bi zarokan re ye"
Jina bi navê Edûl Misê ya ji gundê Bubanê ê li Rojavayê Kobanê têkiliya xwe ya bi darên fistiq helebî re anî ziman û got: "Erdê min 8 donim e, min nîvî kiriye zetûn û nîvê din jî fistiq helebî. Em erd cot dikin û me derman kir. Fistiq xizmetê gelekî dixwezin, bi qasî ku mirov lê binêre, ewqas jî berhem dide. Mixabin îsal berhem kêm e û heqê dermanên ku me bi kar anîn dernaxe. Me fistiqên ku komkirin firotin û li gor her sala berê me pere kêm qezenc kir. Gundawên Rojavayê Kobanê aboriya xwe dispêrin darên zeytûn û fistiq helebî. Bi taybet axa vî aliyî jî bi berket e û berhemên wê zêdetirin. Ez û zarokên xwe bi hev re fistiqan komdikin. Ez gelekî xizmetê dikim û weke zarokên xwe lê meyze dikim. Ez bi destên xwe budem, avdan, çêkirina dora daran û derman dikim."