‘Em 10 saet dixebitin nikarin qutiyekî rûn bistînin’

Jinên di zeviyên pembû de kar dikin tevî ku rojê 10 saet dixebitin jî nikarin debara xwe bikin. Jin diyar dikin ku li gorî salên borî pereyê ku digrin ji ber krîza aborî têra wan neke.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Krîza aborî ya heyî di her warî de bandora xwe nîşan dide. Ji bazarvanan heta kesên ku diçin ji bazarê pêdiviyên xwe dikirin, heta karkerên di nava zeviyan de her kes heman pirsgirêkê dijî. Li herêmên bejahî bi hatina havînê re dema rakirina berheman jî hat. Gelek jin di mehên havînê de ji bo debara xwe bikin di nava zeviyên pembû, nîsk û garis de dixebitin. Tevî ku bi saetan dixebitin jî pereyê ku digrin ji ber krîza aborî têra wan nake.

Jinên di zeviya pembû ya li ser riya Çinara Amedê de dixebitin, her sibeh saet di 6’an de tên nava zeviya pembû 10 saet dixebitin. Jin rojê tenê dikarin saetek bêhna xwe vedin, li ber tavê hem bi tîbûn hem jî bi nexweşiyê re têdikoşin. Jinên karker diyar dikin ku rojê 300 TL digrin, nikarin qutiyek rûn bikirin.

‘Em her zehmetiyê tehemul dikin’

Şîldan Tunç a ku 13 saliya xwe ve di zeviyan de dixebite û niha 19 salî ye got ku piştî karê wê li nava zeviyan diqede dema diçe malê jî karê malê dike. Şîldan Tunç got ku ew hemû zehmetiyan tehemul dikin û gelek mafên wan tên xwarin û wiha domand: “Em bi saetan dixebitin lê beramberî keda xwe nagirin. Di mercên bê temînat de dixebitin. Ne sîgortaya me heye ne jî pereyê ku daîmî em bigrin heye. heqdestê me yê rojane li vir li gorî sala borî baştir e lê ji ber krîza aborî têra me nake û em nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin.”

‘Malbat zarokên xwe ji bo xebatên dişînin nava zeviyan’

Kedkara bi navê Eda Gunduz jî bal dikşîne ser pirsgirêkên heyî û dibêje ku bi salan e tenê rojê saetek bêhna xwe didin. Eda wiha didomîne: “Ez 3 sal in têm li vir dixebitim. Wekî her xebatê zehmetî heye. Em carna pir têhn dibin, carna ji ber ku zêde li bin tavê dimînin nexweş dikevin. Tevî ku em gelek kedê jî didin beramberê keda xwe nagirin. Ji ber krîzê bihayê her tiştî zêde bûye. Ne tenê ez hemû jinên li vê derê, zarok jî wisa ne. Ji ber krîzê malbat neçar dimînin ku zarokên xwe yên ji 18 salan biçûktir tînin vê derê ji bo xebatê.”

‘Di navbera jin û mêr de newekheviya kar heye’

Hêlîn Şenol jî got: “Sê sal in ez li vê derê me, hinek rojan pir diwestim. Ligel xebata zêde pereyê ku em digrin kêm e. Rêzê nîşanî keda jinan nadin. Em tenê dikarin werin vê derê û li vir bixebitin lê mêr li ku bixwazin dikarin bixebitin. Li her derê rewş wiha ye. Ez zivistanê dixwînim, havînê jî li nava zeviyan dixebitim. Her tiştî dikim lê karê ku em dikin têra pêdiviyên nake.”