‘Divê çavkanî ne ji şer û rantê re ji bo gel werin xerckirin’

Jinên ku di roja 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li qadan bûn, daxwazên xwe anîn ziman, gotin ku divê çavkaniyên heyî ne ji bo şer û rantê ji bo gel werin xerckirin

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Rêxistinên kedê, bi şiara “Ji bo nan û aştiyê azadî” roja 1’ê Gulanê qadan dagirtin. Li Êliyê ji bo Mitînga Herêmê beşdariya jin û ciwanan a zêde balê kişand, bi hezaran kedkaran daxwazên xwe anîn ziman. Di mitînga ku jin bi dirûşma “Jin jiyan azadî” meşiyan, bal li ser karkeriya zarokan, pergala mêtinkar a mezin dibe, mesrefa ku ji bo şer tê kirin û pergala newekheviya li ser jinên kedkar hat kişandin. Jinên ku tevli mitîngê bûn jî bi daxwazeke hevpar gotin; “Bila çavkanî ne ji şer re ji jinan û ji bo gel re werin xerckirin.”  

Bi hezaran kes bi daxwaza wekhevî û azadiyê meşiyan

Ji 7 salî heta 70 salî her kes tevli mitînga ku li Parka 8’ê Adarê ya Êlihê hat lidarxistin bûn. Pankartên bi nivîsên “Dê gel qezenc bikin, azadî pêk were”, “Jiyana bê jin nabe”, “Jin Jiyan Azadî”, “Zarok dixwzin bi zimanê xwe perwerde bibînin” , “Gel jiyana bi rûmet dixwazin”, “Bi aştiyê dê jin bijîn” û “Azadî beriya wekheviyê tê” hatin rakirin. Kedkaran roja xwe bi govend û dirûşman pîroz kirin, polîtîkayên şer ên desthilatdariyê û tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.

Me mîkrofonên xwe dirêjî jinên beşdarî mitîngê bûn kirin. Jinan diyar kir ku ew dixwazin butçeyek ji bo kedê were veqetandin û bang kirin ku divê êdî keda jinan were dîtin.

‘Mitînga herêmê ya li Êlihê ji bo rojên li pêş dê bibe hêvî’

Sekretera Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakê (SES) Nursel Yucesoy, li ser 1’ê Gulanê wiha got: “Em îro bi hemû kedkarên tendirustiyê û hemû kedkaran re li vê derê ne. Mitînga herêmê ya li Êlihê, ji bo me û pêvajoya li pêşiya me dê bibe hêvî. Em ji bo ji mêtinkariya li ser keda xwe, bêrêtî, xizanî, talana li ser xwezayê re bibêjin bes e li vê derê ne. Em ê hemû bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Çavkaniyên vî welatî têra hemû kesan dikin lê mixabin desthilatdarî ji bo rantê û şer van çavkaniya bi kar tîne. Ji ber wê yekê hemû kedkar û xizanên li vî welatî her diçe zêdetir tunebûnê dikşînin. Gel nikare debara xwe bike, cihê lê bimîne tune ye. Bila butçeya ku ji bo rantê û şer re tê veqetandin, ji gel re were xerckirin. Ev çavkanî mafên gel in divê ji bo wan werin xerckirin. Armanca me kedkaran jî ev e. Bila ev xizanî bi dawî bibe.”

‘Divê keda jinan were dîtin’

Ceyhan Bariş jî bal kişand ser keda jinan a ku nayê dîtin û wiha got: “Di 1’ê Gulanê de bi taybetî em dixwazên mafên jinên kedkar werin dayîn. Keda me jinan nayê dîtin, em dixwazin êdî were dîtin. Butçeya ku ji bo şer tê veqetandin, bila ji bo gel û jinan were xerckirin. Ji bo jin ji warê xebatê dûr nekevin divê mercên wan baştir bibin. Divê hejmara kreşan zêde bibe, rola ku civak li ser wan ferz dike were guhertin. Em ji bo van daxwazan li vê derê ne. Em ê bi keda xwe hebin.”  

‘Em ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê hatin vê derê’

Ayşe Tarluk a ku ji Sêrtê tevli mitîngê bû bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê. Ayşe Tarluk, diyar kir ku ew ji bo hemû kedkaran beşdarî mitîngî bûye û wiha domand: “Em îro ji bo zimanê xwe yê dayikê, xebat û keda xwe hatine vê derê. Ji bo zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibînin û bijîn em hatin vê derê. Em ji bo dostên xwe yên ku bi KHK’ê ji kar hatine girtin li vê derê ne divê mafên kedkaran werin dayîn, fatûreya vê krîzê ji wan neyê girtin. Divê jin bi zimanê xwe biaxivin, ji ber ku em dibêjin zimanê dayikê. Jin jiyan bi xwe ye. Divê di her warê jiyanê de xwedî gotin bin û astengiyên ji pêşiya wan werin rakirin. Ji bo vê yekê bi salan e têkoşîn didome.”  

‘Em jiyana azad dixwazin’

Sevîm Oguz jî bal kişand ku daxwazên wan ên sereke edalet e û wiha got: “Em îro ji bo cejna kedkaran hatine qada mitîngê. Daxwaza me edaletê û wekehvî ye. Em ji bo jinan azadiyê dixwazin. Cîhana ku ked nayê mêtin em dixwazin. Divê pere êdî li bombe û çekan neyê xerckirin. Em dixwazin rewşa welat biguhere em bikaribin bi azadî bêhnê bigrin. Divê hemû jin piştgiriyê bidin hev, têbikoşin. Em jin divê li dijî hemû êrişan bibin yek.”

‘Bi sekneke rêxistinbûyî em dikarin dawî li vê pergala mêtinkar bînin’

Hîcran Yildiz a ku herî dawî axivî jî bang li jin û kedkaran kir ku bibin yek û got: “Em ji bo piştgiriyê bidin gelê xwe, têkoşîna kedê ya karkeran hatin. Em piştgiriyê didin hemû kedkaran. Îro li her derê cîhanê mêtinkarî li ser mirovan heye. Bi têkoşîneke rêxistinbûyî û aştiyê ev pergala mêtinkar dikare were têkbirin. Divê hemû gel li dijî pergala mêtinkar têbikoşe. Divê jin ji bo keda xwe derkevin kolanan. Em hem ji bo maf hem jî ji bo keda xwe li vê derê ne.”