Dirûnxaneya Lîlît: Derfetek ji bo aboriya serbixwe ye

Li Qamişloyê Desteya Çandê atolyeyeke dirûtinê ya bi navê “Lîlît” ji bo jinan vekir. Rêvebera Atolyeya “Lîlît” Ariya Mela Xelîl têkildarî atolyeyê axivî û diyar kir ku jin di vê atolyeyê de aboriya xwe bi xwe ava dikin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di seranserê dîrokê de, jin di avakirina civakê de xwedî roleke sereke bûne û di warên curbecur de rolên girîng lîstine. Lê belê xebata jinan a ji bo aborî û serxwebûna wan a darayî gelek caran sînordar bûye, ji ber ku ew her dem ne xwedî derfetên biryarên aborî yan birêvebirina çavkaniyên xwe bûne bi awayekî serbixwe.

Bi pêşketinên civakî û siyasî yên li herêmê û bi saya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, rola jinan di warê aborî de bêhtir şênber bû. Jin tevlî xebatên hilberîn, kar û avakirina karsaziyên xwe bûn. Însyatîfên aborî yên jinan, ji bo xurtkirin û serxwebûna wan xwedî roleke çalak in di rêvebirina aboriya wan de.

Îro jin ne tenê weke karker, di heman demê de weke xwediyên karsaziyan û biryarderan jî bûne hevkarên bingehîn di aboriyê de. Ev yek girîngiya xurtkirina aboriya jinan û rola wan di bidestxistina pêşketina civakî de nîşan dide. Tecrubeya Rojava piştrast dike ku xurtkirina jinan di warê aborî de ne tenê gavek e ber bi wekheviyê ve ye, bingehek e ji bo avakirina civakeke bihêztir û aramtir.

Di vê çarçoveyê de, Desteya Çandê li Qamişloyê atolyeyeke dirûtinê ya bi navê "Lîlît" ji bo jinan vekiriye. Ji bo ku em agahiyên zêde li ser vê atolyeyê bigrin, em bi rêvebera atolyeya Lîlîtê, Ariya Mela Xelîl re axivî.

‘Jin li vir aboriya xwe ava dikin’

Ariya Mela Xelîl anî ziman ku armanc bi vekirina vê atolyeyê ew e ku piştgiriyê bidin jinan û cihekî ji bo fêrbûna jêhatiniyên dirûtinê ji wan re ava bikin û wiha got: “Ji bo ku jin bikaribin aboriya xwe bi dest bixin, me ev atolyaya taybet ji bo wan vekir. Gelek jin li malan in û derfetên kar ji wan re nayên pêşkêşkirin lê Atolyeya Lîlît deriyê xwe ji hemû jinan re vedike û wan pêşwazî dike.”

Em sparîşên dikanan jî digrin

Ariya Mela Xelîl diyar kir ku ew cilên her kesê li atolyeya xwe didurûn û wiha domand: “Daxwaza me ya sereke bi vekirina vê atolyeyê ew bû ku em cil û bergên folklora Kurdî bidurûn. Lê ji ber ku ew cil di nava salê de tenê du mehan an di şahiyan de tên bikaranîn, ji bo ku karê me nesekine, em sparîşên dikanan jî digrin. Li gorî daxwaza dikanan em cilan didurûn. Her wiha gelek jinên serbixwe jî cilên xwe tînin cem me. Di heman demê de cilên kom û şanoyan jî em didurûn.”

Armanca me ew e em li bazara Qamişloyê dikanek vekin’

Ariya Mela Xelîl da zanîn ku ew ê di demên pêş de dikanek li bazara Qamişloyê vekin û wiha pê de çû: “Destpêkê hejmara jinên li atolyeyê 12 bû lê ji ber hinek rewşan niha 5 jin kar dikin. Di demên pêş de me gelek proje amade kirine; em ê gelek jinên din bînin atolyeyê û wan perwerde bikin. Her wiha em beşdarî festîvalan dibin û cilên xwe pêşkêş dikin. Ji ber ku rewşa aborî li vir zehmet e, em ji bo mezinbûna projeya xwe amadekariyan dikin ku dikanek li bazara Qamişloyê vekin.”

Ji bo malbatên şehîdan perwerdeya belaş

Ariya Mela Xelîl destnîşan kir ku perwerdeyên wan nêzî 3 mehan domiyane û got: “Piştî ku perwerde diqede, jin dikarin werin tevlî atolyeyê bibin û bixebitin. Heya niha nêzî 10 jinan perwerdeya xwe bi dawî kirin û bi ser ketin. Her wiha ji bo malbatên şehîdan perwerde bi awayê belaş tên dayîn.”

Di dawiyê de Ariya Mela Xelîl bang li hemû dezgehên medyayê kir ku serdana wan bikin da ku jinên li malê rûniştine ji vê projeyê agahdar bin û beşdarî projeyên bi vî awayî bibin.