Dikandara jin a li ber îflasê got: Ez heqê xwe helal nakim

Esnaf Feleknaz Karabulak a ku anî ziman ji ber krîza aborî nikarin nan bînin mala xwe, diyar kir ku ew heqê xwe li kesên ku bûne sedema vê rewşê helal nake û diyar kir ku bi negirtina deriyê dikana xwe hewl dide li hemberî ve qeyranê li ber xwe bide.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Wan - Krîza aborî ya ku di van 2 salên dawî de li Tirkiyeyê girantir bûye û van rojan zêdetir xwe nîşan dide li dikandarên biçûk dixe. Dikandarên ku ji ber bilindbûna pereyê biyanî qeyrana ku tê jiyîn li kolanan bertek nîşan dan, diyar kirin ku ji ber nikarin berheman bikirin hatine asta girtina deriyên dikanên xwe. Esnafên jin ên ku rûyê nedîtî yê krîzê ne, ev 2 meh in hema bêje bêyî ku tiştêk bifiroşin deriyên dikanên xwe digrin. Feleknaz Karabulak ku dikana biçûk a bi navê "Terzîxaneya Rabia" dixebitîne yek ji esnafên biçûk e ku para xwe ji vê qeyranê girtiye. Feleknaz Karabulak a ku 20 sal in terzîtiyê dike, diyar kir ku cara ewil e di rewşeke wiha xirab re derbas bûye, bi gotina "Ez heqê xwe helal nakim” dest bi axaftina xwe dike.
"Vekirîmayina dikanê zirarê dide min" 
Feleknaz Karabulak dibêje ku ew bi karê 20 sal in dike zarokên xwe mezin dike û perwerde dike, diyar kir ku ji ber bihabûnê 2 meh in bêhna xwe negirtine û da zanîn ku ji ber debara wê tune ye ne dikare mesrefên metbexê ne jî pêdiviyên zarokên xwe bi cih bîne û bi van gotinan bertek nîşan da: “Dema zarokên min diçin dibistanê pere tune ye bidim wan. Êdî em nikarin bazirganiyê jî bikin. Piranî rojan, ez bêyî sifteh bikim dikanê digrim û diçim malê. Mala min kirê ye, ez nikarim perê wê jî bidim. Çend sal berê kêm be jî kêmek dahata me hebû. Niha her deqeya ku ev dikan vekiriye, zirar dide min. Çima, ji ber ku tu qezenca min tune ye, fatûrayên cereyanê û kirê hemû zirar e ji bo min.”
"Roja min bêyî sifteh diqede" 
Feleknaz Karabulak, anî ziman ku ew ji ber qeyranê hatine asteke wisa ku dêriyên dikanên xwe digrin û diyar kir ku esnafên din jî ne di rewşeke cuda de ne. Feleknaz Karabulak bal kişand ser rewşa ku dijî û got; “Di cil û bergan de jî perçeyên cilan ji sedî sed buhabûn çêbû. Tiştên ku me berê bi 40 TL dikirî niha 100 TL ye. Em ne dikarin cilan bikirin ne jî bazirganiyê bikin. Em serê sibehê tên dikanê; bi gotina ka dê wiha çi bibe dibe êvar û dîsa diçin mala xwe. Ev rewş ji bo jinan hîn dijwartir e. Em li mala xwe îşkenceyê dikşînin, em li vir jî tengasiyê dijîn. Ez diçim malê û dibêjim dibe ku mişteriyek were dikanê û ez karê xwe li malê zû dikim lê dema têm dikanê bêyî ku ez karekî bikim roja xwe diqedînim.”
"Ew li bendê ne ku em ji birçîna bimrin" 
Feleknaz Karabulak bi van gotinan behsa keda xwe ya 20 salan dike; "Ji bo zarokên min jî mîna min zilmê nebînin, xwe rehet hîs bikin dixebitim. Em dayikên fedakar in. Em dixwazin zarokên me jiyana rehet derbas bikin lê ev jî nabe. Ez heqê xwe li kesên ku ev yek li me dikin helal nakim. Bila rewş asayî bibe, em berheman bikirin û karê xwe bikin. Bila karê me sererast bibe û êdî ev qeyran bi dawî bibe. Min nikaribî jiyana xwe baş bikin lê ji bo jiyana zarokên min baş û rehet be min dest bi kar kir. Lê niha ji ber vê qeyranê ne esnaf û ne jî gel nikarin bêhnê bigrin. Ev yek dê heta ku derê biçe? Ma ew li bendê ne ku em ji birçîna bimrin? Ger wisa bidome dê çawa bibe, mirovên hene piranî caran nikarin nanê hişk jî ji xwe re bikirin.”