Dikana biçûk a Aygunê ji bo jinan bû çavkaniya debarê

Aygun Binicî ya ku li ‘Bazara Keda Jinê’ dixebite, bi dikana ku vekir ji bo jinan bû hêvî. Aygun Bînîcî ya berhemên ku jin hildiberînin difiroşe, diyar kir ku jiyana kar kiriye ku ew gelek tiştan ser bixe.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Şirnex - Şaredariya Silopiyayê ya HDP'yî di Adara sala 2022'an de li bajêr Bazara Keda Jinê ku tenê cihê esnafên jin dikarin lê bixebitin û dikanan kirê bikin, vekir. Bazara ku ji bo jinên navçeyê qadek girîng a îstîhdamê ye, ji 12 dikan, 1 kafe û 1 jûreya şîrdayîna zarok pêk tê. Li qada bazarê ku erkdara ewlehiyê jî di nav de, hemû xebatkarên wê jin in, esnafan li hemberî qeyrana aborî li ber xwe didin û hilberînê dikin. Yek ji jinên ku li qada bazarê di dikaneke biçûk de hilberînê dike Aygun Bînîcî ye. Aygun Bînîcî ya ku firotîna berhemên xwezayî yên wekî şîr, riçal, penîr, salçe û fêkî dike, di demeke kin de ji hezar jinên li navçeyê re bûye deriya çavkaniya nan ya hezar jinan. Aygun Bînîcî ya ku berhemên jinên li gundan dihilbirînin dikire û difiroşe, bikarê ku dikere bi xwe re jinan jî kêfxweş dike.

Bazar bû qada îstîhdamê ya jinan

Aygun Bînîcî ya got piştî serî li şaredariyê da û destûr girt, dest bi kar kirine kir, bi dikana ku vekiriye re ne tenê ji bo na xwe ji bo hezar jinên li seranserê navçeyê re jî dibe deriyê bi dest xistina nan. Aygun Bînîcî ya got fikarên debar û bazarê yên rojên destpêkê bi piştgiriya jinan di demeke pir kin de derbas kir, wiha axivî: “Piştî ku min dikanê vekir hedî hedî mirovan destpêkirin ku hem ji min berhem bistînin hem jî berhemên xwe teslîmin bikin. Niha jî karên min pir baş diçe. Li vir bi hevalên esnafên jin re bi hev re xebat meşandin kêfxweş cuda dide. Divê projeyên bi vî rengî li seranserê welat hebin. Bi xebatkirine re min xwe baştir hîs kir û civakî bûm.”

'Dikanê gelek tişt li min da qezenç kirin’

Aygun Bînîcî da zanîn ku berhemên xwe û berhemên jinan ên li gundan dihilberîne difiroşe, destnîşan kir ku divê ji bo jinan li hemû cihên Tirkiyeyê bazarên bi vî rengî hebin. Aygun Bînîcî diyar kir bi dikana vekir re xwebaweriya wê nû bûye û wiha got: “Li vir ecibandin û standina berhemên min ya ji aliyê mirovên ve gelek tişt li min da qezenç kirin.Bi difikirim ku divê hemû jin ji bo xwe hewl bidin û ked bidin. Ez li vir hemû berhemên gundan ên wekî şîr, berhemên şîr, fêkî, penîr, salçe  û hwd difiroşim. Piştî demek kurt vekirina vê dikanê jinan ji gundan berhemên çêdikirin ji min re anîn û min jî li vir dest bi firotinê kir. Ev pergal piştî demek kurt li hemû gundan belav bû. Niha ez tenê berhemên ku jinan dihilberînin distînim û difiroşim.”

Bû deriya çavkaniya nan ya hezar jinan

Aygun Bînîcî ya diyar kir bi xebat meşandina bazara ku şarederî avakir hem ji xwe re û hem jî bi dehan jinan re qezençkirina debar misoger dike, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez carna têm dikana xwe, li ber dikana min şîr hene, jin datînin û diçin. Avabûna ev bawerî jî min pir kêyfxweş dike. Li dikanê hem berhemên ku ez dihilberînim hem jî yên ku jinan dihilberînin hene. Bi vê dikanê re hem ez û hem jî jinan pere qezenç dike. Pereyê ku jin ji şîrê ku difiroşin qezenc dikin wan jî pir kêfxweş dike. Dema ku ez kêfxweşbûna wan dibînim, ez hin zêdetir kêfxweş dibim.”