Di warê aborî de Jinên Mexribî di mercên newekhev de dijîn

Her çendî li Mexribê di gelek saktoran de nêzîkahiyeke wekheviya zayandî hatibe pejirandin jî dîsa jinan di warê gihîştina navandên biryargirtinê û bazara karker û karsaziyê de kêm dihêle. Tevî hebûna wê di meqamên berpirsyariyê de, çi di peyman û perfomansa darayî û rêxistinên sektorên giştî û taybet de be, rola wê di xebatê de ji bo pêşîlêgirtin û erkdakirinê dibe asteng û sedem ku ji cihê biryargirtinê dûr bimîne.

HENAN HARÎT
Mexrib- Seroka Saziya Al-Awro ya Jinan Fewziya Al-Asulî di daxuyaniyek ji bo ajansa me re der barê hebûna lawaz a jinan di warê aborî û derfetên newekhev di navbera her du zayendan de da. Fewziye destnîşan kir ku îdeolojiya zilam dibe astangî ji bo gihîştina jinan a maqamên berpirsiyariyê loma jî hejmara wan di navendên bilind de pir kêm e. 
Her wiha Fewziya Al-Asulî destnîşan kir ku kêmbûna hebûna jinan di saktorên biryargirtinê de ji ber lawazbûna vîna siyasî ye. Divê ku rêbaz û tedbîrên guncaw bigirin da ku jinan di nav sektorên berpirsyariyê de bi cih bikin. Ji bo vê jî pêdivî bi hebûna mekanîzmayên ku bikaribin jinan bigihîjinin van maqaman heye her wiha  pejirandina mekanîzmayek qanûnî li ser saziyên taybet bê ferzkirin da ku jin di navendên biryargirtinê de cih bigrin. 
Jêhatîbûn 
Fewziya Al-Asulî bal kişand ser asta jinên ku di cihên biryargirtinê de cih bigirin û da zanîn ku divê xwedî jêhatîbûn û zanabûnek qenc bin ango li gorî pirbûna karên dikin neyên nirxandin. Lewre zîhniyeta nêr li hemberî gihîştina jinan a navendên biryargirtinê bi hin hincetan dibe bend. 
Nêzî 200 hezar jin bêkar in
Tê diyarkirin ku li gorî daneyên fermî yên ji hêla Komîsyona Bilind a Plansaziyê ve hetiye weşandin, 200 hezar jin bi pandemiya Coronayê re dest ji karê xwe berdane û rewşa jinan di vê salê de dijwartir bûye. Rêjeya jinan gihîştiye ji sedî 20. 8, li beramberî wê, rêjeya mêran ji sedî 69 derbas dike.
Bêkariya jinan bêtir li bajaran e
Tê raghandin ku rêjeya ji aliyê komîsyona Bilind a Plansaziyê ku di Adara 2020’an de hatiye tomarkirin, bêkariyê herî zêde bandore li ser jinan kiriye, rêje bûye ji sedî 13.5 beramberî wê ya mêran ji sedî 7.8 e .
Her wiha çaran yek jin di salekê de bêkar mane ku bûye ji sedî 75.9, ya mêr jî ji sedî 50.9 digire. 
Tê diyarkirin ku jin di xebatên zehmet de dixebitin. Ew di karên çandinî û karên navmalî ku aboriya wan nefermî û kêm e de dixebitin.
Zîhniyeta ku jinan di malê de bi sînor dike
Fewziya Al-Asulî destnîşan dike ku negihîştina jinan di warê aborî û karên cihêreng de ji ber zîhniyeta ku bebûna jinan di malê de sînor dike ye, mixabin hin jinên Mexribê jî vê yekê dipejirînin. Tevî ku mafên jinan li Mexribê zêdetir jî bûne rola wan tenê li malê û perewerdekirina zarokan de dibînin. 
Fewziya li ser qelsbûn û hebûna jinan di qada kar de piştrast kirk u çendî jinên xwenda pir dibin ewqas jî bêkarî pirtir dibe û ev yek dabeşî du koman kir. Koma ku bawernameyên bilind digirin ku dikarin fabrîkaya taybet bi rêve bibin û koma din di bin şert û mercên xizanî de dimînin û got: “komên duyem, ligel xwegihandina bazara kar, dîsa jî di rewşa xizanyê de dimînin."  
Fewziya got: "Hêza aborî li Mexribê nayê pêşxistin. Heya ku xebatek ji bo guherandina zîhniyeta cudakar a di nava civakê de neyê kirin, bi taybetî jî piştî ku Mexribê komek ji peywirên neteweyî girtiye ser xwe, bi destûra 2011’an hin mafên jinên Mexribê ketine bin temînatê." 
 Kêmbûna karsazên jin
Der barê hejmara jinên karsaz de jî daneyên fermî yên li Mexribê nîşan didin ku hebûna wan di heman demê de lawaz e. Ji bilî zehmetiyên gihîştina wan ji vî karî re, tê diyarkirin ku rêjeya tevlibûna bankaya jinan ji sedî 30 kêmtir e, ya mêr jî ji sedî 25 e.
Li aliyê din Endama komeleya jinan û Seroka Karsaziyên Mexribî Soriya Bedrawî bi daxuyaniyek temsîliyeta jinan ji ajansa me re destnîşan kir ku di demên dawî de lawazbûn û vekişînek di beşdariya jinan de ji karsaziyê re çêbûye. Di 2015’an de hejmara jinan gihîştiye ji sedî 12, bêguman diviyabû bilindtir bibûya lê mixabin di 2018’an de daketiye ji sedî 10’an ev jî kêmasî û lawazbûnek bi xeter e.
Astengiyên civakî 
Li ser qelsbûna jinên karsaz Soriya Bedrawî ev xal destnîşan kir "Qelsbûn û kêmbûna hebûna jinan di karê bazaran de, ne zagonî ye û ne jî bi dereceyên bilind ve girêdayî ye. Berovajî vê her sal bi sedan jinên mexribî di xwendina peymangeh û zanîngehan de cih digirin lê mixabin tevlibûna wan di jiyana pratîk de kêm e, dema xwendinê diqedîne zewacê difikire û bi vî rengî ji karê sazî û jiyana pratîkî dûr dimîne.
Li ser vê mijarê Soriya pişniyar kir ku divê cihên perwerdeyên hişiyarkirin û avabûna kesayetiyê ji jinên Mexribê re bên vekirin da ku tevlibûnek di jiyana kar de û çawaniya avakirina aboriyek serbixwe de bi sazkirina projeyên taybet ên hebûna wan di civakê de heyî bike hebin.
Her wiha Soriya bal dikşîne ku divê li ser du aliyan xebatek hevseng bê kirin, bi hêzkirina aborî û civakî ya jinên Mexribê da ku ji rewşek belengaz û dûrî veguheze pozîsyonek bi rûmet, azad û bigihîje hêza bingehîn.
Asta duyem li gorî ew nîşan dide divê şerek çandî li dijî zîhniyeta neyînî û bi qalib ku civaka Mexribê li jinê dinêre bê meşandin. 
Hejmarek şermok
Li ser erkdarkirina jinan di navendên berpirsyar û biryargirtinê de û li gorî projeya hevseng ku hatiye diyarkirin, sala 2021’ê  hejmara wan 137 ji esal 1160 ango ji sedî 12 digire.
Komeleya Demokrat a Jinên Mexribê diyar kir ku di raporek ku di Çileya 2021’ê de hatiye weşandin de diyar bûye ku erkdarkirina peywirên bilind her wekî xwe maye di heman demê de û hejmar wekî şermekî hatiye destnîşankirin.
Endama Komeleya Demokrat a Jinên Mexribê Xedîce Al-Lrebah bi daxuyaniyek ji ajansa me re dastnîşan kir ku ji ber nebûna vîna siyasî gihîştina jinan ji bo navendên biryargirtinê lawaz e tenê ji sedî 11 jin cihê xwe li navendên bilind digrin. Tevî sozdayîna dewleta Mexribê ku diyar kiribû wê rêje bigihîje ji sedî 22, Xedîce pişrast dike ku hîn jî ev soz di pratîkê de pêk nehatiye."
Reformkirina karûbarên giştî
Komeleya Demokrat a Jinên Mexribê xwe dispêre rapora Wezareta Aborî û Darayî ku li ser çavkaniyên mirovî di rêvebirina Mexribê hatiye amadekirin û teqez dike ku pêwîstî bi zûkirina reforma berfirehkirina karûbarên giştî û tedbîrên guncaw û rêxistinî heye ji bo ku jin bikaribin li cihên kar bi awayekî baştir rol bigrin.
Her wiha di daxuyaniya navborî ya Komeleya Demokrat a Jinên Mexribî de bang kir ku ji bo venêrîna berfireh a valahiyên qanûna rêxistinî ya têkildarî erkdarkirina karûbarên payebilind hebe. Ji bo safîkirina gotarên têkildarî xurtkirina nûnertiya jinan bi taybetî ya ku di komîteya dad, zagonsazî û mafên mirovan de hatiye tomarkirin jî ev yek pêwîst e.
Çareserkirina qelsbûnê
Wekî tê xuyakirin hikumeta Mexribê ji bo çareserkirina van yekan têdikoşe. Bi riya dewlemendkirina welat bi hêzkirina aboriya jinan bi riya danasîna bernameya Yekgirtî ya Neteweyî ya Hêzdarkirina Aborî ya jinan ku heya 2030’yan bigihîje sê merheleyên sereke ango gihîştina derfetên aborî, pewerwerde, hînkarî û dabînkirina jîngehek guncaw ji bo bihêzkirina aborî.
Li aliyê din Wezareta Karûbarên Pîşeyî û Aboriya Civakî, bi mebesta beşdarkirina  Bernameya Newteweyî ya Hêzdarkirina Aborî ya jinan û pêşxistina kooperatîfên jinan dixebite. Her wiha bi destpêkirina sazkirina pêşandana xelata neteweyî ya ji bo bihêzkirina aboriya jinan di bin navê "Makîneya Hevkariyê" de bi beşdariya bi bandor a sektora taybet projeyek hevkariyê ya jinan bi pêş dixin.