Di Kargeha Paqijkirina Avê ya Firad ê de xebata bingehîn jin dikin

Jinên di Kargeha Paqijkirina Avê ya Firad ê ya li Reqa yê de dixebitin diyar kirin ku ew 7 jin di kargehê de dixebitin û karê bingehîn ê kargehê ji aliyê wan ve tê rêvebirin.

RÎM MİHEMED

Reqa – Kargeha Ava Firad ê di destpêka sala 2021’an de li Reqayê hate vekirin. Ew yekem kargeha avê ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xebata jinên herêmê têde nû ye. Rêxistinên civaka sivîl bi hemû sendîkayên xwe yên Bakur-Rojhilatê Sûriyê piştgirî dan projeya vekirina Kargeha Paqijkirina Avê ya Firad ê. Kargeha Paqijkirina Avê ya Firad ê ji bo 40 welatiyên Reqa û Dêrazorê derfetê kar peyîda kiriye ku 7 ji wan jin in. Rojane 40 hezar paketên avê tên amadekirin û ji herêman re tên şandin. Li gel ku gelek kargehên din ên paqijkirina avê li Sûriyê hene û Kargeha Paqijkirina Avê ya Firad ê nû ye jî kariye xwe bigihîne hejmarek mezin a şêniyan û cihê xwe di nava welatiyan de girtiye.

Ji jinên di Kargeha Paqijkirina Avê ya Firad ê de dixebite Qetemî El-Reşîd diyar kir ku ew ji bajarê Dêrazorê koçber bûye û wiha got: "Berî bi salekê min dest bi lêgerîna kar kir û Rêveberiya Xweser ez şandim xebata Kargeha Ava Firad ê. Serlêdana min ji aliyê kargehê ve hat qebûlkirin. Herî zêde jî ji ber rewşa min a aborî zehmet e, ez hatim qebûlkirin."

Qetemî El-Reşîd da zanîn ku ji bo bikarin kirêya xaniyên ku têdene bidin hem çandiniyê dike hem jî di vê kargehê de dixebite û wiha domand: “Di kargehê de li ser makîneya çîtikê dixebitim ku qutiya bi logoya kargehê pakij dike. Di laboratuwarê de 7 karker bi makîneyên cuda dixebitin, avê dixin şûşeyan paşê jî li makîneyê û li makîneya çîtikê bar dikin. Ava em dixin amade dikin ji bajarên weke Hesekê, Dêrezorê, Kobanê, Minbic û Tebqayê re tên şandin û ji bo pêdiviya bazarên Reqayê bi cih bînin li nava bajêr jî tê belakirin.”

Ji karkeran Batûl Ebdilrezaq jî got: "Ez li ser makîneya biçûk kirinê dixebitim û paketên avê yên li ser sobeyê dişopînim." Betûl Ebdilrezaq destnîşan kir ku ew 2 meh in li kargehê dixebite û wiha berdewam kir: "Rewşa me ya aborî xerab e. Ez ji bo alîkariya malbata xwe dixebitim.”