Di jiyana koçberiyê de pêşxistina projeyên aboriyê

Endama Komîteya Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Leyla Mihemed armanca wan a projeyên ku vekirine wiha dibêje: "Armanca me bi vekirina projeyan ew e ku em alîkariya malbetên şehîdan û welatiyan bikin bi taybetî di aliyê tendirustî di rewşa koçberiyê de."

HESNA MIHEMED
Şehba- Piştî dewleta tirk Kantona Efrîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18'ê Adara 2018'an de bi alîkariya hevkarên xwe dagir kir, şêniyên Efrînê koçî Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn û li wir bi cih bûn. Di gelek zehmetî û şertên dijwar re derbas bûn. Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi armanca kêmkirina zehmetiyên koçberiyê li ser gel dest bi projeyên xwe kirin û berhemên wan projeyan dikin xizmeta malbetên şehîdan. Endama Komîteya Aborî ya Meclisa Malbetên Şehîdan a herêma Efrînê Leyla Mihemed armanca projeyên ku vekirine parve kir.
"Gelek proje hatin vekirin"
Leyla bal kişand ser projeyên ku ji bo xizmeta gel vekirine û got: "Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo ku bikaribin zehmetiyên koçberiyê li ser welatiyan kêm bikin me dest bi vekirina projeyan kir. Projeya me ya yekem çinîna zeytûnan bû, bi alîkariya şêniyan ev proje bi dawî bû. Sala derbasbûyî me erd çandin ew jî pîvaz bûn. Berhemên wê projeyê jî wek alîkarî ketin xizmeta malbetên şehîdan. Kooperatîfa cil û çêkirina tiştên destan ji aliyê Kongreya Star ve bi beşdarbûna 12 kesan bi pereyên xwe hat destpêkirin. Me jî xwest cih di vê kooperatîfê de bigirin û sûdê li welatiyên xwe bikin. Me dikana cilan û tiştên bi dest tên çêkirin vekir û kel û pelên xwe jî ji kooperatîfê digire. Di heman demê de me projeya sûka zebze û fêkiyan jî vekir ew jî 20 kes ji welatî û malbatên şehîdan tê de kar dikin. Du xwaringehên me hene ew jî 9 kes tê de dixebitin."
"Berhemên projeyan dikevin xizmeta malbatên şehîdan"
Leyla diyar kir ku armanca wan bi van kooperatîfan ew e ku sûdê li gelê xwe bikin û wiha vegot: "Armanca me bi van kooperatîfan ew e ku em sûdê li gelê xwe bikin û di rewşa koçberiyê de alîkariya wan bikin. Em hewl didin êşên gelê xwe hîs bikin. Li gorî demên ku em tê de derbas dibin û rewşa buhabûnê heya astekê kirîn û firotin baş e. Di her karekî de zirar û sûd jî heye. Zirara ku em herî zêde dibînin ji aliyê rabûna rêjeya dolar û anîna kel û pelan ji Helebê ye, ji ber li ser satirên kontrolê ya rejîmê gelek pereyan ji me distînin ev jî dihêle tişt gelek buha bigihîjin destên me û bifroşin gel. Em amadekariya vekirina projeyek din dikin ew jî xizmeta pez e. Em berhemên ji van projeyan qezenc dikin, dikin xizmeta malbatên xizan û yên alîkariyê ji aliyê tendirustî ve dixwazin. Daxwaza me ji gel ew e ku tevli van projeyan bibin û bi me re bibin alîkar. Di demên pêş de em ê bexçeyan jî biçînin da ku tevahî pêdiviyên sûkê ji wir bînin û bi rêjeyên kêm bifroşin gel."