Di hilbijartinê de derfeta kar ji bo Hena peyda bû

Silêmanî - Hena Karwan a 16 salî, îro serê sibehê bi destpêkirina hilbijartinê re li gel bavê xwe yê bi navê Karwan Bekir hatine ber deriyê Amedeyiya Cemal Tahir û li wê çay û xwarina nokan di firoşin. Hena dibêje ku li gel bavê xwe bi vê boneya hilbijartinê kar dikin û gelek keyfxweşin ku ji bo dahata rojê karîne karekê bibînin.