Di dema pandemiyê de jinên esnaf nikarin bixebitin

Garip Ateş a bi diruna cilan debara xwe dike diyar kir ku ew bi deyînan dikana xwe vekirî dihêle.

MEDİNE MAMEDOGLU
Amed – Pêvajoya pandemiyê ya ji ber vîrosa koronayê adara sala derbasbûyî li Tirkiye yê hatî despêkirin hîna dewame. Ji vê pêvajoyê herî zêde esnaf bandor bûne. Garip Ateş a çar sale dikana diruna cilan vekiriye û bi wê debara xwe dike got: “Salên despêkê karê min baş diçu, niha gelek  zore, tayîbetê vê sala dawiyê bi deyînan dikanê vekirî dihêlim. Zarokên min hene, bi dahata ji vê dikanê digirim wan xwedî dikim. Ew jî ji min re dibêjin dikanê bigire. Ji xwe kêm maye ez kilîdê li devê derî bixim.”
Garip da zanîn ku her roja dikan vekiriye hîn zêdetir xusar dike û wiha domand: “Hemû dahata berê hatî destê min jî di van du salan de bi deyînan çu. Ji ber pere nîne ne dikarin malê nû bigirim, ne jî dikarim pêdiviyên dikana xwe dabîn bikim. Hewcebû dewletê alîkariya me bikira, tayîbetî jî ji bo kirayê divê alîkar bibana. Hemû esnafên ez dinasim rewşa wan bi vî awayi ye. Ez dikanê bigirim jî ezê kiraya wê çawan bidim. Her ku dibe 15’ê mehê ez dikevim metirsiya ezê çawan bikarim kiraya xwe bidim.”