Dema mirov ji karê xwe hez bike dikare bi serbikeve

Nahîdeya dest rengîn bi durîna cil û bergên Kurdî û pêwistiyên malan di durînxaneya xwe de li herêma Pencawîn tê nasîn.

 
HEWAR MEHEMED
Silêmanî - Nahîde Hesen a destrengîne nêzî 11 salane ji Rojhilatê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê bûye û li herêma Pencawîn jiyana xwe di domîne. Nahîde bi karê durîna cilên Kurdî xwe li ser lingan digre. Ev nêzî 25 salane xwedî ezmûna karê durinê ye. Di sala 2010’an ji bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye Başûrê Kurdistanê heta niha li herêma Pencewîn dijî. Pîştî hatina wê ya Pencewîn hefteyekê firoşgehek ya durunê ji bo xwe vedike û têde cil û bergên jinan û hemû pêdawistiyan bi destê xwe çêdike û li vê firoşgehê di firoşe. Ji derveyî çêkirina cilan jî ew di dirunxaneya xwe de gelek kesan perwerde dike.
“Min gelek kes perwerde kirine ku bi xwe kar dikin”
Nahîde di derbarê karê xwe yê dirunxanê de wiha dibêje: “Ji zarokatiyê ve ez gelek ji karê dirunê hez dikim û karê mi ji xweşike. Xelk gelek ji tiştên ez di dirum hez dikin. Li vê dirunxanê ez xwendevanan jî perwerde dikim, li vê derê yên ku ez perwerde dikim gelekin di dawiya perwerdê de belgename didim wan, hinek caran ji ber jîrbûna xwendekaran ez wana xelat dikim. Li vê derê min gelek kes perwerde kirine ku bi xwe karê xwe kirine.”
“Divê mirov ji karê xwe hez bike”
Nahîde dide diyarkirin ku gelek kesên herêma Pencewîn berê xwe didin dirunxana wê û di derbarê eleqeya gel de wiha dibêje: “Gelek kes tên vêderê destxweşiya min dikin, ez xwedî belgenameya durînxanê me. Li gel wê ji min belgeya çêkirina qomaşê kiloş, over û hemû curên cil dirunê wergirtiye. Di meha adarê tayîbetî jî cejan Newrozê û di demê dawetan de xelk hîn zêdetir berê xwe didin dirunxana min ji bo cilên kurdî û eksasurên dawetan. Niha weke berê zêde kes nayên ji ber bihabûna tiştan û nedana muçeyan. Ger mirov ji karê xwe hez bike mirov dikare hem karê xwe bike hem jî mala xwe bi rêve bibe. Divê mirov ji karê xwe hez bike, gelek pêwîstiya min bi karê min heye ger mirov ji karê xwe hez neke mirov nikare dewam bike.”