'Bûdçe ne ji şer re, bila ji bo jin û kedkaran bê veqetandin'

Jinên kedkar ên bi daxwaza "Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo kedkaran” daketin qadan, da zanîn li hemberî zêdebûna xizaniyê divê bûdçe ji bo jin û kedkaran bê xerckirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Îsal Pêşnûmeya Qanûna Bûdçeya Hikûmeta Navendî ya 2024’an, dê 11’ê Kanûnê roja Duşemê li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê nîqaşkirin. Li gorî teqwîma xebatê, hevdîtin bûdçeyên dê 2 rojan bê navber berdewam bike. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ku bi dirûşmeya “Em bûdçeya gel a demokratîk a bi kedê re dixwazin” daketin qadan, li gelek qadan mîtîng li dar xist. Bi hezaran kesên beşdarî mîtînga herêma Amedê bûn, banga divê bûdçe ne ji bo şer, ji bo karkeran bê xerckirin kirin û bal kişandin li ser xizaniya dijîn.

'Gel ji şer û qeyranê pir westiya'

Jinên karker ên ku ji parêzgehên derdor beşdarî mîtînga herêmê bûn, beriya hevdîtinên bûdçeyê daxwazên xwe ji mîkrofonên me re vegotin. Hevseroka Şaxa Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Amedê Nûjiyan Yildirim, diyar kir ku gel ji şer û qeyranê gelek bêzar bûne û pêwîste di vê xalê de dewlet gavan biavêje û diyar kir divê bûdçe ne qeyranê re, ji bo gel bê xerckirin. Nûjiyan Yildirim, wiha got: “Sedema ku em îro li vir kom dibin, li dijî bûdçeya ku hikûmet ji bo polîtîkayên şer û çeteyan kom kiriye, bûdçeyek ji bo ked, jin û ekolojiyê dixwazin. Em dixwazin bacên gel û tiştên ku gel şandine bidin gel. Ev xak û ev erdnîgarî ji şer û mirinê gelek kişand. Em êdî bûdçeyek alîgirê aştî û gel dixwazin. Bi bûdçeya ku ev 4 sal in gel rû bi rû dimîne, nikarin debara xwe bikin. Ne gel, ne karker û ne jî memûr nikarin debara xwe bikin. Em ê ji bo vê daxwaza xwe li qadan bin û hemû têkoşîna xwe ya demokratîk bidin."

'Nikarin fatûreya qeyranê bi me bidin dayîn’

Hevseroka Şaxa Sendîkaya Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) ya Elezîzê Derya Çoşkun jî, diyar kir di welatê ku xizanî û mehrûmiyet her ku diçe zêde dibe de, pêşiya qeyranê nayê girtin. Derya Çoşkun, diyar kir bi daxwaza ji bûdçeyê parek ji karkeran re bê dayîn derketine kolanan û wiha got: “Di vê heyama ku sînorê xizaniyê 49 hezar û sînorê birçîbûnê 16 hezar e, xebatkarên tenduristiyê jî bi mûçeyek di bin sînora birçîbûnê de dijîn. Ev rewş me dixe nava rewşeke pir zehmet. Em îro hatin vir dengê xwe bilind bikin. Qeyrana aborî me çênekir, hûn nikarin fatûreya qeyranê jî li me bidin dayîn. Li welat qeyraneke aborî ya pir giran tê jiyîn. Dema ku em tenê li herêmê dinêrin, li Elezîzê xizanîyek pir giran heye. Rewşeke pir xemgîn e ku pergala vê xizaniyê dibîne, bûdceyê ne ji gel re, ji bo şer razandine.”

'Zarok birçî radizên’

Derya Çoşkun, balkişand di pêvajoyek ku nikarin biçin malên xwe de veqetandina bûdçeyê ya ji bo şer neyê qebûl kirin û wiha got: “Zarok birçî radizin, zarok nikarin biçin dibistanê û nikarin xwarin bibin dibistanê. Di vê xalê de malbat gelek zehmetî dijîn. Nikarim zarokên xwe bibin dibistanê. Dema rewşa welat bi vî rengî ye, nayê qebûlkirin ku bûdçe ji şer re were veqetandin. Karker jî di vê xalê de pirsgirêkên pir giran dijîn. Ji ber zêdebûna fatûre û berhemên xwarinê, mirov di rewşekî nikarin behn bigrin de ne. Mirovên ku du meaş distînin jî nikarin debara xwe bikin. Em li dijî vê rizîbûnê mafên xwe dixwazin. Bûdce ne ji şer re, bila ji bo gel bê veqetandin.”

'Bûdçe ne ji şer re, bila ji bo jin û kedkaran bê veqetandin'

Endama Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Dîlokê Elîf Soyleyici jî, daxwazên xwe yên bûdçeyê nû kir û wiha got: “Em ji bo qîrina daxwazên xwe yên bûdçe û jiyanê li vir in. Em dixwazin êdî polîtîkayên şer bi dawî bibin. Em dibêjin ne ji şer e; budçeya perwerde, jin û karkeran. Heta ku meclîs dengê me bibihîze, em ê bi dengekî bilind biqîrin. Em di vê pêvajoya ku bi taybetî jin roj bi roj xizantir dibin de, carek din diyar dikin ku em êdî naxwazin cezayê xizaniyê bikişîne û dixwazin bi awayekî mirovî bijîn. Li hemberî vê yekê em ê bi hemû berxwedan û baweriya xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Di vê çarçoveya xizaniyê de niha şert û mercên jiyanê yên mirovî nîne. Em neçar dimîn dev ji pêdiviyên zarokên xwe berdin. Em di xalekî ku nikarin çi xwarin û çi cil û berg be hemû hewcedariyên xwe yên bingehîn, bi cih bînin. Di vê wateyê de em ê di her qadê de bînin ziman ku divê dawî li xizaniyê bê anîn û bûdçeya ku ji bo şer tê xerckirin ji gel re bê veqetandin.”