Bostanên zivistanê bi berhemên jinên gundewarên Kobanê xemilandî ne

Jinên ku li gundan dijîn û li ber malên xwe bostanên zivistanê çandine, wiha behs kirin: "Di jiyana gundan de bostan hebûneke girîng e. Herî zêde û bi giştî jî jin bi bostanan re mijûl dibin, debara mala xwe dikin û bi cîranên xwe re jî parve dikin."

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Ji serdema neolotîk û civaka xwezayî ve têkiliya di navbera jin û xwezayê de heta roja îro berdewam dike. Jin xwe weke parçeyek ji xwezayî dibînin, berovajî xwezayê jî parçeyekî ji xwe dibînin. Ji lewre li seranserî cîhanê her zêde jin bi xwezayê, dar, ber, çandinî û hwd. re mijûl dibin. 
Li kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, niştecihên herêmê li rex pîşeyên din, herî zêde debara xwe bi çandiyê dikin. Dema ku mirov di 363 gundên wê re derbas dibe, çavên mirov bi ku dera wê dikeve, dibîne ku çandinî hatiye kirin. Lê ya herî ku bala mirov dikşîne û dilê mirov mest dike, bi taybetî jî di werza zivistanê de bostan in. Li ber derî, di nava dar û hewşan de baxçeyên cur be cur hatine çandin.
"Em berhemên bostanên xwe dixwin"
Zozan Şêxo ji gundê Siftekê yê li Rojavayê Kobanê ye. Zozanê li kêleka mala xwe gelek cureyên giha û sebze çandine. Wê ji me re behsa bostanên xwe kir û got: "Me li derdora mala xwe û di nava axa xwe de gelek cureyên sebze û gîhayan çandine. Gundê me dûrî Kobanê ye, dema ku tiştek ji me re pêwîst dike em nikarin yekser biçin. Ji bo vê me weke jin li gorî pêwîstiyên mala xwe çandinî kiriye. Min di bostanên xwe de maydanos, pîvaz, sîr, marol, tivir, cercîr çandine. Her wiha min marolên werza biharê jî çandine, ji ber vê ew hîn biçûk in. Min sîr û pîvaz li gorî xwarina niha û havînê jî çandine. Bîra min a avê tune ye, ji ber vê ez hinekî astengiyê di avdanê de dibînim. Lê bîra cîranên me heye, ji bo vê wan ji min zêdetir cureyên sebze çandine. Ev bexçe ji aliyê jinan ve tên çandin û avdan, em debara mala xwe jî pê dikin."
“Destên jinan li bostanan tê"
Zozanê bal kişand ser girîngiya bostanan û got: "Carna zarokên min birçî dibin, em nan tînin û di nava bostan de xwarinek li gor sebzeyên heyî çêdkin û dixwin. Em gelek caran cîranên xwe jî vedixînin xwarinê, em li hev kom dibin û civata me di nava baxçe de xweş û geş dibe. Ez her sal baxçeyê havînê jî datînim, xiyar, bacanên sor, bacanên reş, îsot û hwd. Lê pirsgirêk weke min anî ziman, bîra min a avê tune ye. Heger av hebe jin dikarin bi hezaran cureyên sebze û gîhayan biçînin. Bi bi vî awayî em hem debara xwe dikin hem jî ya zarokên xwe dikin û li cîranan jî belav dikin. Lê ya girîng ew e ku em xwe hewcedarî kesê nebin û ji berhemên destên xwe dixwin. Ji lewre jin malan ava dikin û ji nebûnê, hebûnê diafirînin."
"Berhemên ji keda mirov bi çêjtir in"
Her wiha Îslim Şahîn a 70 salî ji gundê kazikan ê li Rojhilatê Kobanê ye, Îslim ji bo ku bikaribe alîkariya cîranên xwe jî bike, ji pêwîstiya xwe zêdetir bostan di hewşa xwe de çandiye. Îslimê wiha got: "Ez û hevjînê xwe di vê malê de djiîn, zarokên me li Kobanê ne. Ji ber vê min di hewşa xwe de bostanê zivistanê çandiye. Min maydenos, marûl, silq û sîr çandine, dema ku eleketrîk tê bîra xwe pêdixim û paxçe av didim. Em tenê du kes jê dixwin lê ji bo ku weke xêr belav jî bikim, min ji pêdiviya xwe zêdetir çandiye. Ez rojane bostan ji gîhayên zêde û yên bi zirar baqij dikim û xizmetê dikim. Ez wiha nekim, gihayên ku min çandine çênabin. Tema sebze û gihayên ji keda mirov xweştir û bi çêjtir e."
"Jin ji xwezayê hez dikin"
Îslimê têkiliya di navbera jin û xwezayê de wiha bi lêv kir: "Ez her sal baçxeyê zivistan û yê havînê jî diçînim, tovên ku sala din jî biçînim jê radikim. Jin ji xweza, çandinî û berhemên wê gelek hez dike. Dema ku ez hîn ciwan bûm, li Kobanê bostanê Hec Reşîd hebû. Em jin li hev kom dibûn û diçûn, me çîstok, qirincok, pîvok, pincar û hwd. berhev dikir. Her wiha me ji girê Kaniya Kurdan bi sing û sepeta xwe av dianî."