'Bila kedkarên malê bikevin çarçoveya qanûna kar’

Jinên kedkarên male, daxwaz kirin ku kedkarên malê di çarçoveya qanûna de werin dîtin û ji bo şert û mercên xebatê yên hêjayî mirovan qanûn bên misogerkirin.

Navenda Nûçeyan- Sendîkaya Kedkarên Malê ya ÎMECE, bi boneya "Roja Karkerên Malê ya Navneteweyî" daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Kezban Konukçu û çend zêde jinan piştgirî dan kedkarên malê yên li ber avahiya Sureyya Opera ya Kadikoyê li hev kom bûbûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gorî daneyên TUÎK’ê li Tirkiyeyê ji sedî 90’ê karkerên malê jin in û wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê milyonek kedkarên malê hene û ji sedî 90’ê kedkarên malê jî bi awayê ne fermî dixebitin. Karkerên malê wekî seranserê cîhanê li Tirkiyeyê jî jiyanê ji nû ve hildiberînin. Karkerên malê bi xebata ne fermî çerxên pergala kapîtalîst dizivirînin. Lê wek karker nayên dîtin. Li vir em dipirsin, ger mêran karên malê kiribûna gelo dê wiha bê temînat û heqdest bûna? Em baş dizanin ji ber ku ji sedî 90 kesên ku karê malê dikin jin in, tu temînata madî ji bo wan tune ye. Em îtîraz li cihêkariyê dikin, dixwazin beranberê keda xwe bîstinin û daxwaza karekî bi ewle dikin.”

'Bila rêkûpekiya qanûnî bê misogerkirin’

Jinên ku gotin ew dixwazin keda wan bê dîtin û di hawirdorek bi ewle de bixebitin, di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ji ber şert û mercên xebatê yên bê ewle gelek karkerên malê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Em careke din ji vir bang li Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî û hikumetê dikin; karkerên malê karker in û mafên wan hene. Bila karkerên nava malê bikevin çarçoveya qanûna kar û ji bo şert û mercên xebatê yên guncav rêkûpekiya qanûnî bê kirin." Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa karkerên malê yên koçber jî hat xwestin ku astengiyên li pêşiya rêxistinkirina wan bên rakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tirkiyeyê hê jî peymana C 189 a ILO'yê ya 'ji karkerên male re peymana hêjayî mirov” îmze nekiriye. Em ji vir careke din banga îmzekirina ILO C 189’an dikin. Wek Sendîkaya Kedkarên Malê ya Îmece em dibêjin daxwazên me ‘daxwaza hemû kedkarên bê qeyd e’ û bang li hemû kesan dikin ku dengê xwe derxin.”