Bihabûn bûye sedemê kêmbûna hêza kirînê ya jinan

Jinên ji bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kirin ku ji ber krîza aborî ya li welat jin nikarin pêwistiyên xwe pêk bînin.

ROJÎN QADRÎ

Serdeşt- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi zêdebûna enflasyon, hejarî û bêkariyê re rewşa welatiyan dijwar bûye. Ji ber krîza aborî ya li welat herî zêde jin bandor dibin. Jinên ji bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman ku ji ber krîza aborî hêza kirînê ya jinan kêm bûye û nikarin pêwistiyên xwe yên bingehîn pêk bînin.

Krîza aborî bandorê li jinan dike

Jina ciwan ya bi navê Sîma Qadrî ku xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, li ser jiyana jinên bajarê Serdeştê wiha got: “Yek ji gringiya serhildanê bandora wê ya li ser guhertina cil û bergên jinan bû, jin bi awayekî azad cil û bergên xwe hildibijêrin û ev jî bûye sedem ku cilên bi şêwe û rengên cuda bikirin û li ber xwe bikin. Ji ber têkçûna rewşa aborî, hêza kirînê ya jinan kêm bûye.” 

‘Rewşa aborî gelek zehmet bûye’

Jina ciwan ya bi navê Jila Husênî ji bajarê Serdeştê derbarê bihabûnê de wiha got: “Ji ber buhabûna kelûpelan, êdî ez nikarim hemû tiştên pêwîst bikirim. Niha rewşa aborî gelekî zehmet e û hêza kirînê jî kêm bûye. Jin bi zorê nikarin pêdiviyên malbatên xwe bikirin.”

‘Nirxê hatin û çûnê bandor dike’ 

Amna Ehmed ku xwediyê firoşgehekê ye, der barê rewşa bazarê û zêdebûna bihayê de wiha got: “Xelk kirîna goşt, fêkî û cilan kêm dikin. Gelek kes êdî nikarin bi buhayên berê xwarinê bikirin. Xwarinên li vê dikanê ji bajarên din dihatin û bihayê hatin û çûnê jî bandorê li ser wan dike.”