Bi xebatên Komeleya Julia jin jêhatîbûna xwe pêş dixin

Jinên ku beşdarî qursên perwerdeyê dibin ji hêla Komeleya Xêrxwazî ya Julia ve li Beyrûtê têne organîzekirin hem cîhek ji bo xwe îfadekirinê peyda dikin hem jî bi pêşxistina şarezayên xwe debarek aborî qezenc dikin.

SUSAN EBU GOT

Beyrut-Zêdetirî 200 jin ji komên temenên cuda beşdarî bername û kursên perwerdeyê bûn ku ji aliyê Komeleya Xêrxwaziya Julia ve hatin organîzekirin. Seroka Komeleya Alîkariyê ya Julia Salwa Qeys Yûsif diyar kir ku komele di Sibata 2021’an de hatiye damezrandin û wiha got, "Me navê dayika min da komeleyê a ku wefat kir."

Çalakiya wê ya yekem kampanyaya ji bo pêşîgirtina kanserê ye.

Salwa Qeys Yûsif diyar kir ku komele di têkoşîna li dijî penceşêrê de xebatên xwe dimeşîne û wiha got: “Çalakiya yekemîn a komeleyê ji bo teşhîskirina zû ya penceşêrê dest bi kampanyayê kir. Jin ji sedî 70 endamên komeleyê pêk tînin. Nirxên mirovatiyê em anîne cem hev û yek ji armancên me ye ku em piştgiriyê bidin jinên ku ne tenê nîvê civakê ne, beşê herî mezin ê civakê ne."

Di gelek waran de wek jîngeh, çand û perwerdehiyê lêkolîn tên kirin.

Selwa Qeys Yûsif, diyar kir ku di şert û mercên zehmet ên aborî de di gelek qadan de weke jîngeh, perwerde, çand û piştgiriya kal û pîran xebatên xwe dimeşînin û wiha got: “Me xwest bi avakirina weqfeke taybet piştgiriyê bidin jinan. Komeleyê her wiha piştgirî da jinan ku li malê bixebitin û malzemeyên bingehîn gihandin jinan."

Salwa Qeys Yûsif, diyar kir ku di xebata "Pirtûka Evînê" ya ku jinên ji herêmên cuda tê de cih digirin de gelek hunerên destan derketine holê û got ku di nava berhemên jinan de sîx jî hene.

"Jin bi têlên hirî û makrome bikar tînin, têlan bi destan girêdidin. Ji ber ku herêma me bi darên xwe yên Sedîr yên ku Lubnanê temsîl dikin, bi wêne û bi tîpên erebî navdar e, em wek komele di bin navê 'Esnafên Sedîrr' de beşdarî projeya 'Hrafyoun' dibin." Di xebata xwe de em bi cil û bergên kevin ên jinan berhemên cihêreng diafirînin. Di vê çarçoveyê de me qursa veçinîn ya li ser cil û bergên ku bi jingehparêz ve tê dîtin vekir. Hrafyoun' û 'Esnafên Sedîr' bi rêya malperê tê firotin."

'Komele ji bo jinan bû rêya xwe îfadekirinê'

Yek ji damezrînerên komeleyê Fîda Ebû Ez El-Dîn jî diyar kir ku ew weke aktîvîstên sivîl girîngiya xebateke birêxistinkirî di warê pêşketin û rêveberiyê de dibînin. Û wan pê hesiyaye ku di nava jinên ku îmkana wan a xwe keşif bikin de potansiyeleke mezin heye û wiha gotinê xwe domand:

“Bi vî awayî komele ji bo jinan bûye rêya xwe îfadekirinê. Jinan jî bi rêya atolyeyan hunerên xwe pêş xistin. Jin bi saya perwerdeya pîşeyî dikarin serxwebûna xwe ya aborî ava bikin û debara xwe bikin. Her wiha em ji bo firotina berhemên jinan qadekê ava dikin û dixwazin xeyalên jinan pêk bînin.”

'Min têkiliyên xwe bi perwerdeyê re xurt kir'

Yek ji jinên ku di nava xebatên komeleyê de cih digire Hala El-Ehmediya Ganem ji gundê El-Werhaniyê ye ku di warê hunerên destan ên wek neqişî û morikan de dixebite wiha got: “Ji ber şert û mercên zehmet ên aborî ku em tê de ne, komeleyê perwerdeya pîşeyî da me û bi vî awayî em dikarin serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin. Bi rêya komeleyê min têkiliyên xwe xurt kir û dikarim hin berhemên xwe bifiroşim bazarê.”

'Ez fêrî jêhatîbûnên nû bûm'

Nebîla Qeis a ji bajarokê Batloûn ê Çûfê ye jî wiha got: "Min gelek hunerên nû yên wekî etamîn, karen sîxî, destmalê ser masê û cûrbecûr xemilandin bi dest xistin. Komeleyê bi xebatên xwe yên li ser jinan jî li welêt navûdengeke girîng bi dest xist."

Hîndekara Mariana Ebû Fexr, diyar kir ku ew beşdarî kursa veçinîn ya ku ew wek mîrateyek dibîne, bûye û got, “Ez jinan teşwîq dikim ku beşdarî qursên bi vî rengî bibin û berhemên kevneşopî bişopînin. Ew mîrateya me zêde dikin. Ez motîvasyona ku ez qadên nû biceribînim,"

Necwa Ez El-Dîn got, “Pêdiviya me bi qursên wiha girîng heye. Berê em fêrî neqişandinê bûn û niha jî em veçinîn dikin. Bi taybetî jî gelek jin nikarin li derveyî herêmê kar bikin. Di çalakiyên ku li navçeya xwe tên lidarxistin de em firsendê dibînin ku xwe bi pêş bixin. Bi vî awayî em mîrata windabûyî zindî dikin."