Bi xebata xwe aboriya xwe ya serbixwe bidest dixin

Kejal û Saniya du jinên kedkar in û li navçeya Hewraman dijîn, biryar didin bi hev re cihê kar vekin û ji alozî û pirsgirêkên derûnî dûr bikevin, dahata jiyana xwe û malbata xwe bikin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce- Li ser riya gundê Zerdehal û devera Biyare ya navçeya Hewramanê, Kejal Osman û Saniya Elî firoşgehek bi navê ‘Nafa’ vekirine û bi hev re hem kar dikin ji bo di aliyê derûnî de bi aram bibin û hem jî nan, kade, şêlim, peqle û çay difiroşin û debara malbatên xwe dikin.

Kejal Osman xelkê gundê Kunmasî ye û li Şarbajêr a girêdayî bajarê Silêmanî ye lê nîştecihê navçeya Hewraman e. Piştî ku hevjînê wê ya pêşmerge birîndar dibe û nikare kar bike, Kejal Osman biryar dide bi xwe dest bi kar bike û li gel Saniye ji bo xwe firoşgehek vedikin.

‘Meşxûliyet mirov bi aram dike’

Kejal Osman der barê karê xwe de wiha dibêje: “Ev mehek e me ev firoşgeh vekiriye û saet 6:00’ê sibehê heta 7:00’ê êvarê kar dikin. Nexweşiya min a dil heye lê ji ber tunebûna mûçe di mala min de pencere nîn e û rewşa me jî nebaş e. Ji ber vê jî min biryar da bi xwe kar bikim. Ji ber ku karê bi keda destên mirov baştire û mirov dikare bi keda destên xwe debara mala xwe bike û di aliyê derûnî de jî mirov aram dibe.”

‘Xebat bû sedem ku kêfxweş bibim û ji pirsgirêkan dûr bikevim’

Saniye Elî jî li gundê Zerdehal dijî û li gel Kejal biryara vekirina cihê kar dane û der barê xebat kirin de wiha got: “Bê mûçetî, li malê em bê taqet kiriye. Karê me hem ji bo mal baş e û hem jî ji bo barê darayî jî başe. Em bi daxwaza xwe kar dikim, zarokên min dibêjin kar neke lê bi xebatê ez kêfxweş im.”

Saniye, ji ber keça wê nexweş bû di aliyê derûnî de rewşa wê gelek nebaş bûye lê bi xebatê derûniya wê jî baş bûye û wiha dibêje: “Hinek caran dibû sedem ku ez gelek aciz dibûm. Min ji zarokên xwe re digot derbikevin ji derve ku ez têr bigrim û dawî bibe. Lê belê niha çav û guhên min vebûye û tu pirsgirêkên min nîn e. Ger li malê bimînim dê her dem bêhan min teng be û wê pirsgirêk derbikevin. Lê dema ku bi kar re mijûl dibim di aliyê bedenî û derûnî de bi aram û kêfxweş dibim.”