Bi kooperatîfa Demsal keda hevpar a jinan berhemdar dibe

Bi kooperatîfa Demsal a Komîteya Aborî ya Kongra Star di sala 2018’an de da destpêkirin, keda hevpar a jinan berhemdar dibe

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Komîteya Aborî ya Kongra Star ji bo vekirina projeyên aborî ku bi riya wan derfetê kar ji jina re peyda bike xebat dike. Di heman demê de bi armanca ku çanda kooperatîfan di nava civakê de were belavkirin û pêşxistina aboriya civakê ber bi civakek azad û demokratîk ve kar û xebat didin meşandin. Kooperatîfa Demsal ku di sala 2018’an de hatiye avakirin ku Îro di hundirê vê projeyê de gelek beşên xweş û zengîn dihewîne. Yek j wan projeya jî  Xwarîngeha Înana, çêkirina nanê sêlê, çêkirina made û xwarinên demsalî ye.

Di vê kooperatîfê de 10 jin kar û xebat didin meşandin. Ji seat 8:00 heya 15:00 kar û xebatên xwe bi ruhekî hevpar berdewam dikin.

Çima Demsal?

Rêvebera kooperatîfa Demsal Nisrîn Şêxo tekez kir ku jin rolek mezin di hemû aliyên jiyanê de dilîzin û wiha anî ziman: “Ên ku aboriya civakê bi rengekî saxlem wekhev û rast bi pêş bixin jin in. Jinan di civaka xwezayî de aboriyê bi pêş dixist û civaka xwe birêve dibirin. Em dibînin ku bi pêşengiya jinan wê sîstema kooperatîfan were pêşxistin. Ji ber ku ev sîstem di dîrokê de ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin. Navê Demsal jî li vê kooperatîfê hat kirin ji ber ku di salê de 4 demên salê hene her demek jê jî karekî wê heye lewma ev kooperatîf çi kar di van deman de hebe dike. Niha dem dema çêkirina hemû madeyên xwarinê yên malan e. Mireba sêva, mireba kundir, mireba tirî, mireba bacanên reş, mekdûs, milûxiyê, hişkirina bacanên reş, penêr, mihemera û ava bacanan hemû tên amadekirin lewma di kîjan demê de ji werzên salê kar hebe em çêdikin. Heyva pêşiya me jî em ê dest bi amadekirina pêdiviyên sersalê, şîraniyên benî û bastêqan bikin.”

Hewl didin ji krîzên heyî re bibin bersiv

Nisrîn Şêxo di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di hundirê kopertîfa Demsal de 10 jin bi hezkirin, ruhekî hevpar û alîkarî karên xwe didin meşandin. Projeya Demsal xwedî çend beşan e. Yek jê xwaringeha Înana ye. Yek jî çêkirina nanê sêlê ye, wekî din jî amadekirina madeyên demsalan û şûştina xalîçe ye. Beşên ku di hundirê kooperatîfê de li gorî pêwîstiya bajarê Hesekê hatiye çêkirin mînaka wê jî beşa şûştina xalîçe ye ji ber ku xelkên Bajarê Hesekê zehmetiya avê dikşînin û derfetên wan tune xalîçeyên xwe bişûn me pêwistî dît ku em bibin alîkar vê beşê vekin. Bihayê karê me ji yê derve kêmtir e heya ku ji me tê em hewl didin alîkariya civaka xwe bikin.”

‘Em dixwazin jin di qada aborî de xweser bin’

Nisrîn Şêxo da zanîn ku xwaringeha Înana di pêşxistina kooperatîfa Demsal de esas e û wiha anî ziman: “Înana Jinek xwedawend e bi navê xwedawenda evîn û şer jî tê nasîn. Wê di warê jiyan û mirinê de rêveberî dikir, zagon, destûrên jiyanê keşif dikir lewma me xwest navê Înana li xwarîngeha xwe bikin ji ber ku li xwaringeha me hemû xwarinên gelerî bi destên jinan amade dibin û tên pêşkêşkirin. Karê xwaringehê li gorî daxwazan tê amadekirin. Em dixwazin jin di qada aborî de xweser bin, bi hev re bi ruhekî kar bikin ev yek jî bi riya kooperatîfan pêk tê. Her dem karê bi hev re serkeftinê tîne û bi riya kooperatîfan pirsgirêkên aborî çareser dibin.”

Nisrîn Şêxo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Firoşgeha me jî heye, hemû berhemên ku li vê derê tên çêkirin di riya firoşgeha me tên firotin. Em dixwazin kooperatîfên bi vî rengî zêde bibin û jin di vî karî de xwe bi pêş bixin, rola xwe di qada aborî de bi rengekî xurtir bilîzin.”

‘Hevgirtina jinan kooperatîfa Demsal serkeftî kir’

Celîla Hisên yek ji jinên avakerên kooperatîfa Demsal e tekez kir ku hevkarî û hezkirina jinan ji hev re projeya Demsal serkeftî kiriye û wiha axaftina xwe domand: “Ez yek ji jinên destpêkê me. Min cih di vê kooperatîfê de girt, bi rastî jî karekî pîroz e. Îro 10 jin bi hev re dibin alîkar, bi ruhekî hevpar kar û xebatên xwe didin meşandin. Tiştên herî girîng û esas di serkeftina vê projeyê de ruhê hevpar ê jinan e. Bi rastî em rojane tên kar niha em ava îsotan çêdikin, milûxiyê hişk dikin û mireba çêdikin. Yanî her tiştek wextê wê heye em jî karê xwe li gorî demê dikin. Jinên ku di vê kooperatîfê de cih digrin ji pêkhateyên Kurd û Ereb in. Weke jinek armanca min ji vî karî ew e ku di qada aborî de xweseriya min hebe, xwedî li xwe û malbata xwe derkevim. Kar pir xweş e û karê me ne tiştekî dûrî jinan e ji ber ku hemû girêdayî xwezayê ne. Em dixwazin karê me berfirehtir bibe .”

‘Ji bo berfirehiya vê projeyê em ê bêtir ked bidin’

Celîla Hisên axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû tiştên ku di vê kooperatîfê de tên çêkirin bi jinan ve girêdayî ne. Mînak çêkirina nanê sêlê, yek ji çanda jinan a kevnar e lewma em vî karî li ser xwe zehmet nabînin û bi hezkirin didin meşandin. Di destpêka avakirina kooperatîfê de ewqas beş tunebûn lê ji ber ku serkeftî derbas bû pêdivî hat dîtin were berfirehkirin. Dîsa jî ji bo berfirehiya vê projeyê em ê bêtir ked bidin.”