Bi keda destên jinan hestên jiyanê zindî mane

Bi rêsandina hunera karên destan Fatme Emîn di bin şert û mercên zehmet ên koçberiyê de hestên xwe ji bo domandina jiyanê zindî dihêle her wiha bi vî karî debara mala xwe dike.

 
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Karên hunera destên jinan bi nirx û pîroz e, herî zêde ev kar di meha Sibat û Adarê de tê kirin. Ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê û Newroz bi çêkirina cil û bergên folklorî tevgera jinan bi vê xebatê re zêdetir dibe. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê –Rojava bi hezaran jin hene hunera rêsandina karên destan çêdikin. Bêguman ev kar ne bi hêsanî tê çêkirin û li pey xwe westandinekê dihêle. Di bin şert û mercên zehmet ên koçberiyê de jina bi navê Fatme Emîn (36) ji Serêkaniyê hunera karên destan çêdike. Fatme bi hatina pîrozbahiyên Roja Jinên Cîhanê û Newrozê re dest bi karê xwe dike. Her wiha di bin konê koçberiyê de rêbazên domandina jiyanê diafrîne. Fatme li kêleka cil û bergên cejnê, gore, lepik, kum û şalen jinan jî çêdike.  
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagikrer êrîşî bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encamê de bi hezaran mirov neçarî koçberiyê bûn û li deverên bi ewle bi cih bûn. Bi dagirkeriyê re hemû berhemên destên jinan, kargeh û terzîxane ketin destên dagirkeran. Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan di 8’ê Mijdara 2020’an de li navçeya Telayî ya Kantona Hesekê Kampa Serêkaniyê ava kir û li wê derê dîsa jin bi keda destên xwe rêbazên domandina jiyanê diafrînin. Têkildarî mijarê Fatme Emîn behsa karê xwe kir. 
Ji zaroktiya xwe ve hunera destan çêdike
Tevî êş û zehmetiyên koçberiyê Fatme bi hunera destên xwe ve girêdayî maye û di bin şert û mercên dijwar de bi israr e karê rêsandinê bidomîne. Fatme bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: ”Ez hunera destan ji zaroktiyê de dizanim. Li gel hevaleke xwe ez hîn bûm û bi kelecaneke mezin min ev kar girt. Berî koçberiyê karê min pir baş dihat meşandin, niha jî di bin konê koçberiyê de karê xwe didomînin. Dema cereyan tune be ez çira vêdixim û bi xebatê re mijûl dibim. Di şert û mercên dijwar de min dest ji hunera xwe berneda û niha cil, şal, kum, lepik û gelek tiştên destan dirêsim.”
Bi keda destên xwe pêdiviyên koçberan pêk tîne
Karê Fatme di demsala zivistanê de zêde dibe, li ser zehmetiyên vê xebatê wiha dibêje: “Cilên li bazarê pir buha ne, gelek kes dixwazin ez ji wan re cil û bergan birêsim. Lê îsal ji ber şert û mercên zehmet ên koçberiyê her wiha bi buhabûna pêdiviyên rêsandinê mîna ta û morîkan hinekî em zehmetiyan di aliyê aboriyê de dikşînin. Her mirov li gorî derfetên xwe dixwaze ez ji wan re cil û bergan çêbikim. Ez jî rewşa aborî û koçberiyê didim ber hev û bi jinan re dibim alîkar. Ji cil û bergên kevin ez tayên hirî vedikim û ji bo zarokên xwe û yên cîranan jî cilan çêdikim. Bi keda destên xwe pêdiviyên koçberan pêk tînim.” 
 ‘Em ê bi hemû rêbazan li ber xwe bidin’
Fatme da zanîn ku ew bi her rêbazên ji bo domandina jiyanê li ber xwe didin û wiha pêde çû: “Di kampa Serêkaniyê de jin rêbazên domandina jiyanê didin afirandin. Hin jin çandiniyê dikin, li kêleka wê jî hin nan çêdikin û hin jî karên destan çêdikin. Bi hemû rêbazan em li ber xwe didin, ev şiklê jiyana komînal a jinan e. Jiyan bi keda jinan xweş dibe. Bi hatina 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê, ez jî weke jineke kedkar vê roja pîroz û watedar li tevahî jinan pîroz dikim. Em jinên xwedî ked in, 8’ê Adarê wê her behsa têkoşîna me jinan bike.”