Bi kargeha Kama jin aboriya xwe ya serbixwe bidest dixin

Beşek ji jinên ku xwendina xwe temam kirin û bi fermî nehatin tayînkirin, dixwazin kar bikin li kargeha Kema kar dikin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn - Kargeha cil û bergan a Kema li bajarokê Qeladizê ya herêma Raperîn bûye navendek ku jin bikarin dahata jiyana xwe peyda bikin. Jiyan Elî ya kargehê bi rê ve dibe diyar kir ku armanca wan ew e ku jinên Qeladizê bikarin kar bikin û aboriya xwe ya serbixwe bidest bixin.

Ji bo jinan derfetê kar

Hêvî Xidir ku ev çar sal e zanîngeh qedandiye û bi awayek fermî tayîn nebûye, li kargeha Kema kar dike. Hêvî Xidir anî ziman ku ew ji bo debara xwe bike li vê kargehê kar dike û got: “Li kargeha Kema derfetê karkirinê ji bo çend jinan ava bûye ku jin bikarin li ser linge xwe rawestin û dahetek ya aborî bi dest bixin. Li herêma me jin karine karên taybet bikin, di aliyê xwaringehê de, niha jin  xwedî xwaringehên xwe ên taybetin û di beşa dirûnê de jî jin dikarin cihên taybet ji bo xwe vekin ku dewr û ber jê sûdê bigrin.”

‘Divê ciwan xwe li ser lingê xwe bigrin’

Hêvî Xidir da zanîn ku divê ciwan li ser lingên xwe rawestin da ku bikarin ji bo xwe dahatakê peyda bikin û ezmûnên zêdetir fêr bibin û wiha got: “Gelek jin xwedî kêrhatî û hêzin, lê belê ji ber derfetê kar kême, nikarin bikevin nava qada karkirinê. Gelek ji jinan ji ber ji aliyê malbatê ve rê nayê dayîn bûye sedem ku kêrhatî û hêz  kêmtir bibe û xelkê kêmtir nasbikin. Ji ber wê baweriya jinan bi wan hebe û kêrhatî û hêza xwe di beşekê de bibinin û bikin çavkaniyek baş ji bo jiyana xwe.”

Xûnçe Resul ku ev sê sale peymangeha Teknîkî ya Silêmanî temam kiriye ev nêzî salek û nîve li kargeha Kema kar dike wiha got: “Ev kargehe ev çar sale li bajarê Qeladizê hatiye vekirin û derfetê kar ji bo 15 jin û jinên ciwan ku zanîngeh temamkirin û bi fermî tayîn nebûyî avkiriye. Piştî ku min xwendina xwe temam kir, min xwest li ser lingên xwe rawestim û dest bi karkirinê bikim, eve salek û nive li vêderê kar dikim.”