Bi hûnera destan aboriya xwe ya serbixwe bidest dixe

Dêkan Serdar a ji Silêmanî ya bi kêrhatî û destrengîniya xwe berhemên cûr be cûr din çêdike, bi berhemên ku çêdike debara xwe dike.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Dêkan Serdar a ji Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ev salek e bi ta dest bi çêkirina berhemên destan kiriye. Dêkan Serdar a bi hûner û afirîneriyê karê destan çêdike, bi hûnera xwe aboriya xwe ya serbixwe bidest dixe. 

Dêkan Serdar bi tenê bi xwestekek mezin karê xwe dike û diyar dike ku dema jinek dest bi kar dike divê malbat û derdor tenê bi gotin jî be piştgirî bidin û got: “Dema ku min dest bi karê xwe kir destpêkê min wêne xêz dikir û piştre min xwest ez bi ta berheman çêbikim, min xwe fêr kir û niha bi tenê karê xwe dikim. Ez berhemên xwe yên ku min bi ta çêkirine, bi riya medyaya dîjîtal nîşan didim û dema ku xelk daxwaz dike, ez li gorî daxwazên wan jî berheman çêdikim. Dema ku ez beşdarî pêşangehan dibim, li gorî daxwazên xwe berhemên xwe çêdikim û berhemên min rastî eleqeyê tên. Hemû kes dema ku dest bi xebatê dikin rastî astengiyan tên. Ez jî gelek westiyam heta gihîştim vê astê.”

Bi hezkirinê xebatê xwe dike

Dêkan Serdar anî ser ziman ku ew bi hezkirinê xebatê xwe dimeşîne axaftina xwe wiha domand: “Min ji bo arambûna mejiyê xwe û baweriya bi xwe û bi daxwaz dest bi çêkirina berhemên destan kir. Niha ji ber xirabûna rewşa aborî, xelk nikare berheman zêde bikire. Lê belê hezkirin min a ji vî karî re heye. Ji ber ez ji vî karî hez dikim, li malê karê xwe dikim.”

Dêkan Serdar ya bal kişand ku hûnera ku ew çêdike xwedî dîrokek kevn de, derbarê astengiyên ku pê re rû bi rû dimîne jî wiha axivî: “Nirxê firoşgehan ji bo me astengiyan çêdike, ji ber dema ku em firoşgeh vekin divê em berhemên xwe bi nirxek giran bifiroşin. Xelk jî ev yek navê, karê bi ta xwedî dîrokek kevnar e, li gel me jî çend jinên destrengîn vî karî dikin û di van çend salên dawî de daxwaza xelkê zêde li ser heye. Ez bi xwe demek kêm e min dest bi vî karî kiriye, ez amade me alîkariya jinên ku dixwazin vî karî bikin dikim.”

‘Divê em rêzê ji bo karê hev bigrin’

Dêkan Serdar a bal kişand ku bi hûnera xwe ya destan aboriya xwe ya serbixwe bidest xistiye di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jin hêz û kerhatiyên xwe derbixin û bi xwe li ser lingên xwe rawestin, bi xwe dahata jiyana xwe bikin. Beşdariya jinan di xebatê de li gorî berê zêde bûye. Ev jî bi wê ve girêdayî ye ku jin dixwazin bibin xwedî aboriya serbixwe. Divê hemû jinên ku kar dikin û yên ku kar nakin rêzê li kar û westandina hev bigrin da ku karê me ber bi pêşve biçin.”