Bi hûnera dest debara xwe dike

Fereh Al-Ajil hobiya xwe yê karê destan bermayiyên hişk vezivirand tiştên xemilandinê û ji xwe re kir projeya dahata aborî.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Fereh Al-Ajil hobiya xwe yê karê destan bermayiyên hişk vezivirand tiştên xemilandinê û ji xwe re kir projeya dahata aborî.

Fereh Al-Ajil têlê bi gelek alavan tevdigerînê piştî 10 deqan têlê ditewînê, dibire û datîne nexşeya Filistînê bi kevirên kevin dixemlîne, ev yek ji deh parçeyên projeya wê taybet a bi navê ‘Parçeyên Şahiyê’ ye û bi armanca parastina jîngehê ye.

‘Berhemên ku çêdikim ji bo xwendina min dibe alîkar’

Fereh Al-Ajil der bare karê xwe de dibêje ku ew di 19 saliya xwe de dest bi vê xebatê kiriye û wiha qal dike: “Ez bi berhemên xwe kêfxweş im, min hestên xwe yê hunerî ji diya xwe wergirtiye. Dema min her tiştê li pêş mala xwe didît ji karton, plastîk an cam vedizivirand tiştên bisûd. Wisa min karê diya xwe bi hişyarî berdewam kir.”

Fereh Al-Ajil di berdevamiya axaftinê xwe de destnîşan dike ku şahiyê dixe ser hemû alavên pêş wan, li ser dîwarên odê, defteran xêz dike, maseyên bo avêtinê rengereng dike cizdanek kevin dîsa nû dike nasnameya xwe dixe ser û wiha pêde çû: “Piştî ku malbata min nikarî min di beşa zanîngehê ku min dixwest bide xwendin, hobiya xwe veduguherand projeyek taybet û di mile aborî de xwendina xwe di zanîngehê de pêk anî. Sala 2020’an bi cidî min dest bi projeya xwe kir ji rûpela xwe ya medyaya dîjîtal de destpê kir. Min alavek hunerî li gel nifşê nû çand ku ew dikarin her tiştî biguherînin da ku bermahiyên hişk jî bi riya wan kêm bibe.”

‘Dixwazim bi berhemên xwe nêzî gel bim’

Fereh Al-Ajil dixwaze berhemê xwe bi gel bide nasîn û wiha qal dike: “Her parçeyek di gelek pêvajoyan re derbas dibe, destpêkê dîzaynê li ser rûplê datînim, têlê paqij dikim û çêdikim, li dawiyê bi morik û kevirên cuda dixemlînim û ji bo firotinê amade dibe. Piştî demekê bermahî tenê têrê nekirin, min dest bi kirîna madeyên xam jî kir lê her tişt li bazarê di her wextî de nîn e. Ez hewil didim projeya xwe bidim nasîn û gelek xalên firoştinê di dikanên bazirganiya cuda de bifroşim û dixwazim nêzî gel bim, ji ber ku berhemên ser internetê ji bo xelkê baş nayê pejirandin, lê dema kes berhem bi çavên xwe dibîne dikire.”