Bi berhemên destan ji bo bi sedan jinan bûn derfeta kar

Bedîa Şîmay bi xwişka xwe re li dikanên xwe yên li Sûrê dixebite û bi firotina berhemên destan ên jinan debara xwe dike. Bedîa Şîmay ku berhemên jinên ji bajarên Êlih, Mêrdîn û Sêrtê li malan çêdikin li dikana wan hene, got ku ew bi salan e bi sedan jinan re karê xwe li dikana xwe didomînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Her du xwişk li Sûka Eşêfçiyan a Sûra Amedê dixebitîn. Bi dikanên ku ev 8 sal in dixebitînin debara xwe dikin. Tevî temenê xwe yê mezin jî dixebitin, bi pergala ku bi salan ava kirine derfetên kar ji gelek jinên herêmê re peyda dikin. Her du xwişk li bajarên Sêrt, Mêrdîn û Êlihê bi jinan re danûstendinê dikin, berhemên wekî desmal, gore, tûrik û kincên dîrektor ên jinan ji wan distinîn û li dikanên xwe difroşin. Bedîa Şîmay a 60 salî, diyar kir ku ew bi vê pergala ku bi salan e dimeşînin ji bo bi sedan jinan desteka madî dane û bi vî rengî piştgiriyê didin hemû jinên li derdora xwe.
Yekem dikandarên jin ên bazarê 
Bedriye Tirak a 55 salî, bi xwişka xwe Bedîa Şîmay re her roj dikanên xwe li bazarê vedikin. Bi salan e, havîn û zivistanê dixebitin, di heman demê de tenê esnafên jin ên bazarê ew her du ne. Bedîa Şîmay diyar kir ku wan 8 sal berê dikana ku tenê tê de berhemên destan difiroşe vekiriye û got 16 sal in dixebite, di dawiyê de wan ev dikan vekiriye. Bedîa Şîmay diyar kir ku wan bi fikra nirxdayîna keda jinan xwe gihandine bi sedan jinan û got ku ji bo dikanên wan ji gelek bajaran berhemên jinan ji wan re ten.
"Em di demeke kin de gihîştin bi sedan jinan" 
Bedîa Şîmay diyar kir ku hemû berhemên dikana wê ji keda jinan tê û got: “Li Midyad, Nisêbîn, Batman, Sêrt û Rihayê jin van berheman ji me re çêdikin û dişînin, em jî difiroşin. Bi têkiliya bi wan re, em ji bo wan û ji bo xwe sûdê digrin. Hemû berhem ji hêla jinan ve hatine çêkirin. Kî berhemên xwe bîne vir, em nabêjin na, deriyê me ji wan hemûyan re vekiriye. Em berhemên ku ew tînin distînin û serê perçeyê para xwe derdixin. Hemû jin niha bi me dizanin. Piraniya jinên herêmê bi me re dikevin têkiliyê. Carna em diçin cem wan. Em nav û paşnavên wan digrin û li gorî vê yekê em pere didin wan."
"Ger jin nexebitin dê çavên wan li destên kesên din be" 
Bedîa Şîmay diyar kir ku dema berhem di dikana wan de diqedin ji jinan siparîşên hilberînên nû dikin û destnîşan kir ku wekî jin, ew bi qezenckirina pereyê ji bo xwedîkirina malbatên xwe serbilind in. Bedîa Şîmay diyar kir ku bi serbilindi xebat meşandine dikana wê deriyê aboriya wê û bi sedan jinan e û got; “Em her du xwişk 8 sal in li vê dikanê dixebitin. Berê xebata jinan şer dihat dîtin lê niha tiştekî wisa tune ye. Jin êdî her karî dikin. Xebata jinan ne şerm e, ya şerm ew e ku hûn destên xwe li ber kesekî vekin û pere bixwazin. Xebat ne şerm e, serbilindî ye. Dema ku ez pere qezenc dikim û bi wan pereyan li malbata xwe dinêrim, pir kêfxweş dibim. Xebat ji bo min rûmetek mezin e. Ji min re nexweş e ku ez destên xwe vekim û ji mêrek, hevjîn an jî kurê xwe pere bixwazim. Hestek pir xweş e ku mirov bi keda destên xwe bixebite, qezenc bike û piştgiriyê bide mirovan."
"Em bi hev re dixebitin û bi hev ra qezenc dikin" 
Bedîa Şimay dibêje ku ew bi vî karî hem dibe mînak, hem jî piştgirî dide jinên derdora xwe, tenê mebesta me ew e ku karê xwe berfireh bike. Bedîa Şîmay, diyar kir ku tevî temenê xwe jî heta dawiyê xebatê bidomîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Hemû berhemên ku îro tên vir bi hêvî û keda jinan xemilandî ne. Bi firotina wan, em bêtir hêviyê didin jinan. Ger ew li malê bifroşin kêmtir e bihayê wan lê li dikanê cuda ye bihayê wan û her kes wan berheman dibîne. Bi wan re, hem em hem jî ew qezenç dikin. Ez dixwazim karê xwe mezin bikim. Ez êdî pîr bûme lê dixwazim her kes debara xwe bike, ji ber vê yekê heta ez hebim ez ê karê xwe li vir bidomînim. Ez jî bi vî karî piştgirî didim heval û malbata xwe. Ez ji wan re dibêjim, ger pere tune be çi ji destên we tê, hûn çi li malê çêdikin bînin bifroşin. Bi vî awayî, ew jî xwe bêçare hîs nakin."