Barê nayê dîtin: Di xetên sînor de kolberên jin

Kolberên jin ên ku kes bi wan nizane lê li ser sînoran şerpeze dibin, diyar dikin ku neçar in bar hilgirin û debara xwe pê bikin.

ŞEPOL AVÎNÎ

Pîranşar – Kolberî bi giranî li bajarên wek Ûrmiye, Sine û Kirmanşanê tê dîtin û çîrokek bi kok e ku xwe dispêre xizaniya kronîk, ne wekhevî û  polîtîkayên pêşketina navendiyê. Kêmbûna derfetên kar ên fermî û sekinîna aboriyê, beşek zêde ya nifûsa ku di xeta sînor a Rojhilat de dijîn, berê xwe dane xebatên derqanûnî wek kolberiyê. Di vê xebatê de hebûna jinan her ku diçe zêde dibe.

Kolber bi salan e di xeta sînor de bi xetera mirinê dijîn û ev rewş hê didome. Tevî vê jî di bihara 2025’a de bi armanca kontrolkirina zêdetir a barên ku diçin derve, dest bi pêkanîna ‘kolberiya qanûnî’ kirin. Di mehên havînê yên heman salê de ev biryar xistin meriyetê. Di vê çarçoveyê de malên ku li sînor dijîn, qertên çûyîn û bazirganiyê digirin. Barên zagonî ku hatine kifşkirin û ji herêmên Başûr û Kurdistanê, dibin Rojhilat û Îranê. Kolber li gorî cûreyê barên ku hildigrin, bac û xerca dewletê didin.

Di hinek deriyên sînor de, kolber neçar hatine hiştin ku bi navê amûrek diyar û şirketa kooperatîfê bixebitin. Debara ku ji berhemên ji derve aniye hatiye jî, raste rast diçe hesabê reîsê wê. Li xalên din ên derbasbûnê tiştên ku anîne, tên kontrolkirin û xwediyê bar, rojane pere dide kolberan.

Li gorî rêza alfabeyê û şans

Deriyê Sînor ê Hacî Umran, yek ji xalên ku kolber bi awayek zagonî diçin û tên e. Bi taybetî di saetên sibehê de, li deriyê ku ji bo ketina herêma Kurdistanê tê vekirin, qerebalixiyek mezin tê jiyîn. Li ber deriyên girtî rêzên dirêj ên bi awayê sê qor ava dibin. Di nav qerebalixiyê de destûr didin hinek kes bikevin hundir. Hêzên ewlehiyê gelemperî piştî kontrola pasaportan destûra çûyînê didin.

Ji jinên kolber Şermîn M. pêvajoya xwe ya ketina hundir wiha tîne ziman: “Kengê bixwazin deriyan digrin, bi taybetî destûr nadin kolber bikevinê. Ev demek e em neçar in li gorî alfabeyê werin, ji bo em heftiyê carekê bar bînin em li vir dikevin rêzê. Ew jî ancax şansê me hebe û biryar bidin me bikin hundir.”

Şermîn pankarta mezin û li destê rastê yê daketinê hatiye daliqandin îşaret kir û wiha got: “Di pankartê de ji roja Şemiyê heta Pencşemê tîpên alfabe kirine kom, di binî de jî bi tîpên sor nivîsiye roja Înê navber e.”

‘Ji 15 kîlo zêdetir destûr nayê dayîn’

Di aliyê daketinê de jî li ser milê kolberan torbeyên naylon ên reş an jî di destê wan de bi valêzên kevin diçin derve. Di nava wan de gelek jin tên dîtin. Yek ji van jinan dema ku valêzê xwe yê kevin dikşîne, valêz ji nişkave diqete. Fikara di ruyê wê de zu tê ferqkirin. Jinên li derdora wê kom bûn, ji bo bizanin barê wê saxlem e û tiştek paşde nemaye, alîkariya wê dikin.

Ev fikar ne tenê bi taybetî ji bo wê rojê ye, hestek ku her roj jinên ku bar hilgirtinê bikin dijîn. Ji koberên jin Zeyneb A. derbarê bac û rêzkirina baran de wiha dibêje: “Destûr nayê dayîn em ji 15 kîloyan zêdetir hilgirin. Ji xwediyê bar em serê kîloyê 100-150 hezar tumen digrin, ew jî hefteyê tenê rojek e. Ji aliyê Iraqê ve mêzîn danîne, ger bar ji 15 kîloyan zêdetir be, ya zêde digrin.” 

Kolberiya jinan nîşana xizanî, zayenda civakî û nasnamê ye

Di nava wan de piranî jinên extiyar hene. Her yek ji wan, xwedî çîrokên cûda ne. Lê belê fikara debarê û bar bighê cihê xwe, halê axaftinê nahêle. Di vê qadê de pirsa ‘çima tu kolberiyê dikî’ di rojên ku li Rojhilat zext û xizanî kûr bûye de dibe îroniyek bi êş.

Ev îronî ji koberên jin Fatîma M. dikenîne û dibe sedem ku vê bersivê bide: “Em kolberiyê dikin, ji ber ku ti rêyek din nema ji bo me. Her yek ji van jinan pirsgirêkên wan ên cûda hene. Hevjînê kê ji wan nexweş e, hinek ji wan jinebî ne. Lê belê pirsgirêk ne tenê pirsgirêka ku mêr tune ye, jiyan buha ye û ji bo kesek bê sermiyan, li vî bajarî ji derveyî kolberiyê nikare ti karan bibîne. Niha ji ber zagonî bûye, em li vê derê derbas dibin, lê belê berê heman bar me bi rêyên qaçaxî dibir. Berê kolberên jin hê kêmtir bûn, niha em hê zêdetir jin bi hevre bar hildigirin. Rê bi ewletir bûye û hema bêje ji bo hemû kesan bûye karek. Hinek caran destûr nadin bikevin hundir, dema ji aliyê Başûr tên. sînordarkirina saetan datînin,. Lê belê ji tunebûnê baştir e.”

Her çiqas derbarê kolberên jin de îstatîstîkên fermî tunebin jî, çavdêriyên qadê nîşan dide ku li Rojhilat beşdariya jinan a xebatên kolberiyê her ku diçe zêde dibe. Her çiqas fermîkirina kolbertiyê wek pîşeyekê, kêmaniya veberhênanên aborî û nêzîkatiyê ewlebûnê li hemberî herêmên sînor wek parçeyek a polîtîkayên kontrolê yê dewletê bê dîtin jî, ji bo van xebatan avakirina zemîna zagonî, bi taybetî di aliyê jinan de rê li ber hebûna astên berfireh yên xizanî û cûdakariya bi kok vekiriye.