Aya bi alavên kevin xemilan çêdike

Aya Wanikê ya 18 salî bi alavên mala xwe yên kevin xemilên xweşik çedike da zanîn ku xemilên ku çêdike karekî taybet e.

 
RENDA MIHEMED
Qamişlo-  Xemilandin yek ji kevintirîn hunera jinan e ji demên dirêj heta niha gelek bal dikişîne. Bi vê xebatê re civata jinan dihate li dar xistin û bi vegotina çîrokan re heya derengên şevê bi dawî dikirin. Jina Ciwan a bi navê Aya Wanikê ya 18 salî ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Aya ya zaroktiya xwe de karê destan çêdike û heta niha jî dom dike qala karê xwe dike.
"Dayika min pişgiriya min kir"
Aya diyar kir ku karê destan ji zaroktiya xwe de çêdike û wiha got: "Ez ji zaroktiya xwe de wêneyan xêz dikim û xemlan çêdikim. Ev kar ji bo min pir cuda ye û dema tiştên destan çêdikim gelek kêfa min tê. Ez karê destan ji înternetê fêr bûm, ez vîdeoyan mêze dikim wiha xemilan çêdikim. Heval û malbata min gelek pişgirî dan min ku ez vê karê xurt bikim, herî zêde jî dayika min pişgiriya min kir. Tişta ku min karê destan fêmkiriye ewe ku  ev kar karekî taybete û hindik kes dikarê bike. Cudahî û hezkiriina vê karê heye û min jî xwest ez dest bi vî karî bikim."
"Xemlên çêdikim hunera xwezayî ye"
Aya got ku xemilên ku çêdike nafroşe û wiha pê de çû: "Ez tu zehmetiyan di aliyê peydakirina alavên  ku ez xemilan çêdikim de nakşinîm. Ez bi tiştên kevin ên ku li malan peyda dibin, alavên xemilandinê çêdikim, be tayê hirî dikirim. Ev xemilên ku ez çêdikim, ji bo xwe û hevalên xwe çêdikim. Ez karê xwe bi hezkirin çêdikim, ji ber hunereke xwezayî ye. Her wiha tiştên ku ez çêdikim nafroşim û bazirganî li ser çênakim." 
 Amûrên xemilandinê û cûreyên wê
Aya qala amûrê xemilandinê û cûreyên wê wiha dike: "Gelek cûreyên xemilandinê hene, ji bo ku ez xemlê bigihîjînim asteke xweşik, pêdivî bi kedekî mezin heye. Di heman demê de gelek cureyên xemilandinê mîna dar, guhên genim û qumaş jî çêdikim. Amûrên min ên xemilandinê morik, tayê hirî, qumaş, tablo, boyax û hin cureyên pênûsanin. Ez vê karê bi hezkirinek û kedek mezin çêdikim."
Dixwaze hunera xwe di pêşengehê de pêşkêş bike
Aya herî dawî daxwaza xwe wiha parve kir: "Li gorî modelên ku ez vîdeoyan mêze dikim û çêdikim, dixwazim kombînasyoneke di navbera xemilandin û tiştên kevin de çêdikim. Her wiha armanca min ewe ku bedewiyek bidim tiştên kevin û çanda heyî winda nebe. Hêviya min ewe ku her jinek û zarokek rê nedin windakirin û hilandina vê çandê. Daxwaza min jî ewe ku di demên pêş de pêşengehek vekim karê xwe pêşkêş bikim da ku kesên din jî fêrî vî karî bibin."