Ambargo nikare pêşî li berxwedana jinan bigre

4 sal in ji aliyê PDK’ê ve rêgirî û ambargo li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê tê meşandin lê li ruxmê zorî û zehmetiyên ambargoyê jî wargeha Mexmûrê dev ji berxwedana xwe bernade.

BERJÎN KARA

Mexmûr- Ji sala 2019’an ve ambargoyek pir tund ji aliyê PDK’ê ve li ser Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê tê meşandin. PDK bi hevkariya dewleta Tirk bi hemu şêweyan êrîşan li ser wargehê pêk tîne, di çûyîn û hatina derveyî wargehê de astengiyan derdixe. Ji qadên perwerde, tendurustî û pêdiviyên jiyanî yên gelê wargehê re astengiyan çêdike.

Ji ber rêgiriya ku tê meşandin welatiyên wargehê kar û xebatên xwe nikarin bimeşînin û pêwîstiyên xwe yên ji bo jiyanê pêk bînin di gelek aliyan de zorî û zehmetiyan dikşînin, debara jiyana xwe li ser wan riyan didin meşandin lê ji ber rêgiriya PDK’ê, di pêwîstiyên debara jiyana xwe de zehmetiyan dikşînin.

Di hemu aliyên jiyanê de astengiyan ji wargeha penaberan re derdixin. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk, li gel wê pêkanînên qirêj ên PDK’ê, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û dewletên din wargeha penaberan jî bi her awayî li ber xwe didin û tevî hemu astengiyan hewl didin jiyana xwe berdewam bikin. Ji bo vê jî gelê wargehê bi karên cuda mijûl dibin ku debara jiyana xwe pêk tînin û zarokên xwe xwedî dikin. Bi taybetî jî jinên wargehê bi hemû karên di nava wargehê de ji bo ku bikaribin xwe li ser lingan bigrin mijûl dibin.

Tevî hemu zorî û zehmetiyan jî jinên wargehê bi kedek mezin karê xwe berdewam dikin. Yek ji wan jinên ku bi karê dirûtina cilan mijûl dibe û debara mala xwe pêk tîne Heyat Pîşkîn e. Heyat, diyar kir ku 16 sal in karê dirûtinê dike, zarokên xwe pê xwedî dike û her wiha karê xwe bi hezkirin didomîne.

‘Jin bi keda xwe tên naskirin’

Heyat Pîşkîn got ku ev demek dirêj e karê dirûtinê dike diyar kir ku ew ji dayika xwe fêrî karê dirûtinê bûye û got: “16 sal in karê dirûtinê bi hezkirin dikim, ji dil û can dikim. Cilên Kurdî, cilên jiyanî didirûm, dayika min karê dirûtinê dikir û ez jî ji wê fêr bûme. Em hem karê mala xwe dikin, hem zarokên xwe xwedî dikin, hem jî ji xwe re kar dikin. Jinek ji bo bikaribe xwe li ser lingan bigre kedekî pir mezin dide. Jin bi keda xwe tên naskirin. Mirov dema bikaribe karekî bike, alîkariyek bide mala xwe tiştek pir başe.”

‘Em li gorî derfetên di destên xwe de pêdiviyan peyda dikin’

Heyat Pîşkîn bal kişand ser bandora rêgirî û ambargoya li ser karê wan ku çawa di peydakirina pêdiviyan de zorî dikşînin û wiha got: “Makîneyên me xirab dibin, ruxmê ku ambargo li ser me heye em li gorî derfetên xwe hewl didin çêbikin. Ên em nikaribin jî dibin gel tamîrker çêdikin. Berê riya Hewlêrê vekirîbû em diçûn me pêwîstiyên xwe hemû ji wir dianîn lê niha ew rê hatiye girtin. Em ji Mexmûra jêrê xwe li gorî pêwîstiyên heyî, li gorî derfetên heyî pêk tînin û peyda dikin.”

‘Zarokên min dixwazin xwe fêr bikin’

Heyat Pîşkîn a ku karê xwe fêrî zarokên xwe dike qala kêfxweşiya xwe ya ji ber dirûtina cilan kir û got: “Kedek pir xweş e, zarokên min dixwazin xwe fêr bikin. Jinek bixwaze bixwîne û bibe xwedî pîşe ew cuda ye, ev jî ji bo me pîşeyek e. Di civakê de pêwîstî bi karê dirûtinê heye, em gelek jinên karker hene cilên gelêrî, cilên ku di jiyana rojane de li xwe dikin çêdikin. Gelek kêfa min ji vî karî re tê, ez bi daxwaz dikim. Wextê xwe eyar dikim, sibehan zû kareba nîn e radibim karê malê dikim, xwarina zarokên xwe çêdikim, nan çêdikim dema elektrîk tê karê xwe yê dirûtinê dikim. Pêwîstiyek din hebe, bi zarokên xwe re eleqederbûn hebe yan jî mişteriyek hebe em pê re danûstandinê dikin. Divê ji her tiştî re wext hebe, tu derfetek bibînî ku karek bikî.”

‘Ez dixwazim hemû jin xwe fêrî karê dirûtinê bikin’

Heyat Pîşkîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê her jin xwedî li keda xwe derkeve ji xwe re karekî bilbijêre û wiha berdewam kir: “Ez dixwazin hemû jin bikaribin ji xwe re bixebitin, xwe fêr bikin, bikaribin karekî ji xwe re bikin. Karê dest be, dirûtin be, xebatên malan bin. Çi karê ku tu bi keda xwe bikî şerm tê de nîn e, jineke ku bikaribe kar û kedek bide hem di jiyana rojane de jî ji bo wan dibe dahatek madî.”