"Amadekariya ji bo zivistanê ji çanda me ya kevnar a domdar tê"

Di demsala havînî de di mehên Tebax û Îlonê de ji bo zivistanê amadekarî tên kirin. Sebze tên hişkkirin, tirşî, ava bacanan û çêkirina mirebayê pêdiviyên ji bo mehên zivistanê û heta biharê malbat bi wan debara xwe dikin.

 
 EVÎN XIDIR 
Hesekê- Di demsala havînî de ji bo amadekirina zivistanê jinên bajarê Hesekê kedek mezin didin, amadekirina zexîreyên zivistanê di nava şêniyên bajarê Hesekê de weke çandeke kevnar tê nasîn ku li her malê ev amadekarî tên kirin û hemû pêdiviyên demsala zivistanê di meha Tebax û Îlonê de tên amadekirin.
"Demsala Havînî demsaleke bi keda jinan tê nasîn" 
Jina bi navê Meha Kûtê ya 40 salî li taxa salihiyê ya bajarê Hesekê dijî. Ew dayika 5 zarokan e der barê amadekirina zexîreyên zivistanê de dibêje: "Demsala havînî demsaleke bi keda jinan tê nasîn ji ber ku jin di vê demsalê de kedek pir mezin didin her wiha em di navbera meha Tebax û Îlonê de gelek zebzeyan hişk dikin û ev amadekarî di nava gelê Hesekê de weke çandek kevnar tê nasîn."
Meha Kûtê der barê emadekirina zexîreyên zivistanê de wiha got: "Ez destpêkê ji jinên ku li gundan dijîn û bi çêkirina penêr re mejûl dibin dikirim û vî penêrî dikelînim û dixim nava şoravê û ji bo zivistanê hiltînim û piştre ez dest bi çêkirina şêranî dikim weke çêkirina mireba tirî, kerez, mişmiş û hejîran. Dema ku çêkirina şêranî diqedînim ez dest bi hişkirina zebzeyan dikim pir cureyên sebzeyan ez hişk dikim weke miloxî, bamî û qewirandina  bacanên reş û xirtikan (zucchini( wan bi ben ve dikim û li ber tavê hişk dikim piştre ez avbacan, dimsa îsotan û mekdûsan çêdikim, di heman demê de ez tirşiya xiyar, bîber û ecûran çêdikim."
Her wiha Meha Kûtê diyar kir ew her sal amadekariyê dikin da ku di zivistanê de bi kar bînin û wiha got: "Ez çiqas zêde van amadekariyan bikim ji min û malbata min re ewqas baş e ji ber ku di demsala zivistanê de sebze nebaş in û pir biha dibe." 
Meha Kûtê wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di demsala zivistanê de ji tiştên ku min amade kirine pir sûd digrim ji ber ku ew tiştên min hişk kirine û amade kirin pir bi sûd û bi tundirist in. Ez ji hemû jinan daxwaz dikim ku ji bo zivistanê amadekarî bikin da ku bi mala xwe re bibin alîkar di warê abûrî de ji ber ku sebzeyên niha em hişk dikin, ji ber ên vê demsalê ne bi tendirust in û di demsala zivistanê de nebaş in û her wiha bihayê wan pir zêde ye."