Ajokara hosta ya kolanên Lubnanê: Zehra

Şert û mercên jiyanê yên dijwar hişt ku jina Lubnanî Zehra Merwa bibe ajokara otobusek dibistanê da ku debara jiyana xwe û malbata xwe pê bike.

CAROLİNE BAZZİ
Beyrûd – Zehra Merwa ya 41 salî di çardehsaliya xwe de zewiciye. Ew wekî ajokara otobusek dibistanê dixebite. Di hevpeyvînek bi ajansa me re, Zehra Merwa çîroka jiyana xwe vedibêje ku tê de wê îsbat kir ew jinek bi hêz e û serê xwe ji zehmetiyên jiyanê re netewandiye. Ew wiha dibêje: "Ez wekî ajokara otobusê dixebitim û xwendekaran dibim dibistanê. Her wiha ez komên kesan, nemaze jinan dema ku riya wan dûr be, digihîjînim cihê wan. Ji ber ku ez jin im, jin bi min re xwe ewletir hîs dikin."
"Ji ber zewaca di temenê biçûk de neçar mam dev ji dibistanê berdim"
Zehra diyar kir ku ew 17 sal in di vî warî de dixebite û wiha pê de çû: "Ez di vî warî de xebitîm ji ber ku di şert û mercên dijwar re derbas bûm û neçar mam ku bixebitim, wê demê min dibistana navîn jî xelas nekiribû, ji ber ku ez di temenekî biçûk de zewicîm û dema ku ez ducanî bûm neçar mam dev ji dibistanê berdim. Min nizanibû di kîjan pîşeyê de ez dikarim bixebitim."
Zehra anî ziman ku destpêkê ew di çandiniyê û çêkirina mûnetê de xebitiye û wiha got: "Min di amadekirina mûnetê û çandiniyê de dest bi xebatê kir û heta îro jî ez di vê pîşeyî de dixebitim û min ji vî karî hinek pere qezenc kir. Wê demê du kurên min jî hebûn, min kurê xwe yê mezin ku 4 salî bû bi xwe re dibir cihê karê xwe û kurê min ê piçûk li cem bavê xwe li malê dima. Piştî ku kurê min mezin bû ez neçar mam ku wî bigihîjînim dibistanê, wesayîdek hevjînê min hebû min ew firot û min kamyonek kirî û kurê xwe û zarokên cîran bi kamyonê digihand dibistanê. Wê demê meriv kêm caran jinek ku kamyonekê diajot didît lê min şîroveyên tinazker paşguh kir. Gava ku hejmara xwendekarên ku min ew dibirin dibistanê zêde bû, min biryar da ku ez karê xwe yê çandiniyê zêde bikim da ku otobusek dibistanê ji bo xwendekaran bikrim û piştî min karê xwe yê çandiniyê zêde kir û pere qezec kir, min otobusek kirî."
"Zehra dê nehêle ku keça wê di temenek biçûk de bizewice"
Her çend Zehra di temenekî biçûk de zewicî bû jî ew nahêle ku keça wê di temenek biçûk de bizewice. Her wiha Zehra endama çalak a komeleya "Werdet Butris" e ku yek ji komeleyên li dijî zewaca teman biçûk e.
Zehra da zanîn ku wan firinek vekiriye da ku karibe otobusek din ji hevjînê xwe re bikire û wiha berdewam kir: "Piştî pênc salan ji vekirina firinê me otobusek din kirî û piştre me firin girt."
"Min heqê rê zêde nekiriye"
Zehra diyar kir ku êdî ajotina otobusê wekî pîşeyek ku ji bo dabînkirina debara xwe li ser wê tê ferzkirin nahesibîne û wiha got: "Ez di ajotina otobusê de pir kêfxweş dibim û ez wê tenê pişeyek nabînim. Di cejnan de ez diyariyan ji xwendekaran re dikirim û ev yek min kêfxweş dike. Her wiha ez hîs nakim ku ev xwendekar zarokên mirovên din in, ez wan wekî zarokên xwe dihesibînim."
Der barê bilindkirina tarîfa bihayê heqê rê de, Zehra piştrast dike ku wê bi zêdebûna bihayê sotemeniya li Lubananê, bihayê heqê rêwiyên otobusê zêde nekiriye û wiha pê de çû: "Ger ez biha zêde bikim dê xelk kiriya kurê min ê diçe zanîngehê jî bilind bike, ji ber vê yekê ez bi mirovan re wek ku ez dixwazim ew bi min û zarokên min re mijûl bibim re tevdigerim."
"Zarokên min bi pîşeya min serbilind in"
Di bersiva pirsek li ser raya zarokên wê ya der barê karê wê de, çavên wê tijî hêsir dibin û bi kêfxweşî wiha dibêje: "Zarokên min bi pîşeya min serbilind in, çi wekî ajokara otobusê çi jî amadekirina mûnetê."
Zehra got ku tevî wê xwendina xwe neqedandiye jî nahêle ku zarokên wê bê xwendin bimînin û wiha axivî: "Kurê min ê mezin Tariq înformatîk xwend û sala çûyî mezûn bû û ew niha dixebite, kurê min ê duyemîn Nîdal li Zanîngeha Lubnanê beşa fizîkê dixwîne û ew di xwendina xwe de serfiraz e û keça min Xezel dehsalî ye û niha li dibistanê ye û ew dixwaze beşa lîstikvaniyê bixwîne."
Di zaroktiya xwe de, Zehra dixwest bibe bijîşka zarokan lê îro tenê dixwaze ku otobusek mezintir bikire û karê xwe du qat zêdetir bike.