Şadan Medhet rûxmê zextên civakî serkeftinê bi dest xist

Şadan Medhet ya tevî hemû zextên civakî yên li Başûrê Kurdistanê beşa endezyariyê xwend, li Bexdayê weke yekemîn endezyariya jin a Kurd gelek serkeftinan bi dest xist.

BÊRÎVAN KEMAL

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê jinan perwerdeya xwe piştî têkoşînên dirêj bi şikandina zextên civakî wek maf bi dest xistin. Jinên ku dixwazin perwerdehiya xwe û xweseriya xwe ya aborî dabîn bikin, tevî klîşeyên civakê jî serkeftî bûn. Yek ji jinên ku ev serhildan pêk anî jî Şadan Medhet e. Ev hin zêdetir hilbijart û endezyariyê xwend. Şadan Medhet ku di qadê de weke yekemîn jin tê naskirin, zextan paşguh kir û rêyên serkeftina xwe vekir. 

Rêya xwe bi serkeftinan tacîdar kir

Şadan Medhet a di sala 1942’an li bajarê Silêmanî ji dayîk bû û heta qonaxa zanîngehê xwendina xwe li Silêmaniyê temam kir. Weke yekem jina ciwan li bajarê Silêmanî daxwaza xwendina beşa  Endezyariya Şaristanî ya zanîngeha Bexda dike û bi vê jî dibe yekem keça Kurd li Bexda ku di beşa Endezyariya Şaristanî dest bi xwendinê dike.  Şadan Medhet kariyera xwe bi serketin û spasnameya tacîdar kir.

Şadan Medhet ji yekemîn endazyarin Îraqê ye ku 7 mehan mamostatî di derbarê bikaranîna kompîter ji bo dizayn û gelek kompanyayên biyanî û endezyarên derve kar kiriye. Serdana welatên Çîn, Yaban, Almanya û Tirkiye kiriye û piştre jî weke şêwirmendekê kar li ser pêşxistina endezyariya ciwanan kiriye.

‘Civak bi biyanî çuyîna jinan ya endezyariyê meyze dike’

Şadan Medhet wiha behsa dema ku derfetê keçan kêmtir ji bo xwendinê hebû û wiha behsa hilbijartina koleja endezyariyê kir û got: “Li beşa zanîstî ya xwendinê tenê 7 keç hebûn û me dixwend û bi pileya dûyem min qonaxa amadeyî temam kir. Xwendevanên hevalê min wê demê beşa bijîjkî hilbijartin û di wê demê beruvajî wan beşan, min koleja endezyarî li zanîngeha Bexda li gel 150 xortên di asta min de me hilbijart. Di wê demê de tu keçek din li koleja endezyariyê nedixwend û ez neçar mam li gel xwendevanên beşa edebyatê li cihê lê manê bimînim.”

Şadan Medhet ji ber tenê keçbû li koleja endezyarî û di heman demê de kurd bû û li bajarê Silêmanî jiyan dikir, zimanê Erebî ne dizanî. Ev jî bi hevre astegî bi xwe re dianî, lê belê baweriya wê bi wê hebû û rê neda ew astengî sarbûnê jêre çêbike û wiha got: “Di wan salan de meyzekirina li jinan cûda bû, carekê di dersa civakî ya qonaxa yekem de mamostayek ji min re got tu biçî mal ji bo te baştire û ez gelek ji ber wê gotinê xemgîn bûm û heta piştre ji mebesta mamosta têgihiştim û di aliyek din de behs kiribû. Dema ku ez weke rêveber tayin bûm çûm zanîngeha Bexda, mamaostayê zanîngehê keyfxweşbûn û ji hêza min û keyfxweşiya xwe ya ku dikarim karek baş bikim anîn ziman.”

‘Min karî xwe îspat bikim’

Şadan Medhet destnîşan kir ku koleja endezyariyê ji bo xortan jî giraniya xwe heye, dema ku em bi hevre diçûn ser pirojeyekê û serpereştiya wê dikir ji ber hemû mêrbûn ji ber wê ji bo keçan gelek xerîb û zehmet bûn. Bivê ve girêdayî qada endezyarî gelek firehe û jin dikarin têde bigihin lutkeyê û wiha got: “Min gelek zehmetî û giranî ditiye, lê belê min karî xwe îspat bikim. Ji ber wê cara yekem li zanîngeha Bexda min dest bi kar kir û min 10 salan berdewam kir û ez derbazî beşa dizaynê bûm û min di rêveberiya wê de cih girt.”

‘Min gelek sernavên zanistî bi dest xist’

Di gelek qadên endezyariya Şaristaniyê de Şadiye kariye xwe îspat bike û wiha got: “Min di ofîsa şêwirmendên endezyariyê de dest bi karê dizaynê kir û min gelek bîna û mal dizayn kir ji wana; ‘Nexeşxaneya Samare, Kazmiye, koleja Yasa û piştre ez bûm rêveberê beşa şaristanî û me kar li ser nujenkirina gelek bina û malên bajar kirin. Li bajarên din yên Îraq jî min karê dizayn û nujenkirinê û min lêkolina zanîstî encam daye.”

‘Pir giring e ku jin bi xwesteka xwe jiyanê hilbijire’

Şadan Medhet a got di sala 2002’an de vegeriya bajarê Silêmanî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Min li bajarê Silêmanî Nexweşxaneya Çaw dizayn kir. Min li projeya Kampusa zanîngeha Silêmanî kar kir û piştre jî tayînî xwendina bilind bûm. Piştî xanenîşînê carek din min li beşa dizaynê ya bajarê Silêmaniyê alîkariya ciwana kir ku fêrî karê dizaynê bibin û sûdê ji ezmûnên wê bigrin. Tişta herî giring ewe ku jin biçin qadek ku heskirin û hêza wan jêre heyî wê serbikevin. Ger min di qadek din de bixwendibam ku min jê hez nekiriye, mine ne karîba weke niha serkeftî bûma. Ji bo wê giringe jin bi xwesteka xwe jiyanê hilbijire û xwe bi hewl û hêza xwe îspat bike û li ser rêyek rast bin heta bi serdikevin.”