11 milyon jin nikarin di bazara kar de bixebitin

Jinên karker li gorî mêrên karker ji aliyê neyînî ve ji pandemiya koranayê zêdetir bi bandor bûn. Di pêvajoya pandemiyê de dema xebatê ya jinan kêm bû ji sedî 42 ji mûçeyê wan hat birîn, li gorî yê mêran awayê xebata wan zêdetir guherî. Jin keda bê mûçe ya ji sedî 75 didin, ji rûyê karên xwedîkirina zarokan û wekî din ve neçar dimînin ku saeten xwe yên xebatê kêm bikin an jî bi tevahî dest ji kar berdidin. Ji Meclisa Tendirustiya Karkeran û Ewlehiya Kar Pinar Abdal, diyar kir ku berpirsyariyên nava malê dibin sedem ku jin nexebitin û got: “11 milyon jin ji rûyê karên ku li malê dikin û xwedîkirina zarokan û kesên din, nikarin di bazara kar de bixebitin.”

  
EKÎM YAGMUR
Enqere- Li cîhanê ji sedî 42’yê jinan, ji ber ku berpirsyarên karên xwedîkirinê ne, nikarin kar bibînin. Ev hejmar ji bo zilaman tenê ji sedî 6 e. Me jî ji Meclisa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran A Enqereyê ji Pinar Abdal pirs kir ku çima û çawa jin di nava çerxa xwedîkirin û xizmetê de tên hepiskirin, pandemî çima herî zêde ji bo jinan bû sedemê wendakirina dehatiyê.   
•  Karkerên jin li gor zilaman hîn bêhtir bi bandorên neyînî yên Covîd-19 re rû bi rû man. Çima herî zêde jin ji pamdemiyê bi bandor bûn?
Di warê şewbê de di sektorên krîtîk de ango di sektorên ku barê kar lê giran e û daxwazî bêhtir zêde bûye de, giraniya îstîhdama jinan diyarker bû. Di heman demê de mînak di sektorên mîna qonax û xwarinê yên mûçeya wan kêm e, îstîhdama wesfa kêm zêde ye û xeteriya aborî herî zêde ye, di heman demê de qadên ku îstîhdama jinan lê zêde ne jî wisa ye. Bêguman li vê derê tenê sektor û karên ku jin bi giranî dikin diyarker nebû. Sedema bingehîn a di van kar an jî sektoran de karkirina wan jî zayenda wan bû.  
Pêvajoya ku em jê re dibêjin pandemî, bi polîtîqayên kedê yên heyî li ser vê rewşa paşwendî ya jinan zêde bû, vê rewşê bêhtir kir. Ji ber ku jin ji serî ve dikarin di karên bê ewleh ên ku pêwîstiya wesfê nake lê kedekî mezin dixwazin de bi awayekî ku wekhevî tune be de cih bigrin. Ji ber ku jin li gorî karkerên zilam mûçeyê kêmtir digrin û bêhtir di nav rewşeke bê wekheviyê de ne, bi vê awayê di nava bazara kar de cih digrin û ev cudakarî di pêvajoya şewba Covîd-19 de hîn bêhtir kûr bû. Di nav bazara kedê de weke karkerên mûçe kêm, bê ewlehî û bê sendîka, jin bûn beşa civakê yên herî zêde ji Covîd-19 bi bandor bûn. 
“Yekemîn jina ku ji çav hat derxistin”
•  Di warê ked û îstîhdama jinan de ger em lewheyek ji bo Tirkiyeyê xêz bikin em dikarin çi bibêjin?
Ya rast di warê dîrokî de jî li Tirkiyeyê keda jinan her dem di asta duyemîn de ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê beşa karkeran weke sereke ji hêza kar ê zilamên xwedî benikên şîn û hêza kas pêk tê. Di nav salan de, di serî de sektora xizmetê de guhertinek pêk tê. Lê di sektora xizmetê de her çiqas îstîhdama jinan zêde bûye jî rewşa jinan a bûyîna keda duyemîn tu carî nayê guhertin. Ji aliyê din ve çandinî; di warê dîrokî de yek ji qadên sereke yên keda jinan tê de bi cih dibe ye. Ji bo keda jinan bi dest were girtin bi taybetî di çandiniyê de divê em karkeriya çandî ya demsalî, karkeriya bê mûçe ya malê derbas bikin. 
Ji aliyê din ve ji bo penasekirina keda jinan divê li bêkariya jinan were mêzekirin. Lê li Tirkiyeyê di warê dîrokî de bêkarbûna jinan her tim ji bêkarbûna zilaman pêşvetir diçe. Mînak li Tirkiyeyê di warê daneyên bêkarbûna fermî de bêkarbûna zilaman 10,8 e lê bêkarbûna jinan 14,4 e. Ger em li bêkariya penaseya fireh binêrin dîsa dibînin ku bêkarbûna jinan ji 29,6 e. Di vê navberê de, bêkarbûna jinên ciwan li Tirkiyeyê her tim dibe cureyê herî bilind ê bêkarbûnê. Ji her sê jinên xiwan yek ji wan di rewşa bêkarbûnê de ye.  
Berpirsyariyên nava malê di vê lewheya neyînî ya îstîhdama jinan de sedema sereke ye. Ev rewş beşdarbûna bi milyonan jinan a îstîhdamê bi bandor dike. Belê dema ku van hemû astengiyan derbas dikin û kar dibînin gelo ev pirsgirêk çareser dibin? Na. Ji ber ku jin jixwe di îstîhdamê de bi pirsgirêkên bilind nebûnê, pêkneanîna karê ku esas dike, bi astengiyên nayê dîtin ve re rû bi rû ye. Ji ber em dibînin li şûna jinan, zilamên ku heman karê dikarin bikin tên bicihkirin. Li kêleka vê divê ez bînim ser ziman ku jin mûçeya wekhev a ku zilam digre nagirin, ji ber nasnameyên xwe yên jin bêhtir bi cudakarî û tundiyê re rû bi rû dimînin. Her wiha di rewşeke bi aloz an jî şewbê de ango di rewşek ji rêzê ya kar pêk nayê de koma yekemîn jin in. Ji ber ku bi her awayê jî jin weke şêweyê kar ê dikarin bi awayekî nerm kar bikin tên dîtin, di rewşa kesê duyemîn ku dahatê tîne mal û di rewşa zehmet de dikare ji kar were avêtin, ji çav were derxistin tê şixulandin.   
“Jin bi hilbijartinê re rû bi ru hatin hiştin”
• Jin ji sedî 75’î zêdetirî keda kar û xwedîkirinê ya bê mûçe pêk tînin. Ji ber karên xwedîkirinê piranî neçar dimînin seatên xwe yên karkirinê kêm bikin an jî bi temamî ji hêza kar derdikevin. Li cîhanê ji sedî 42’yê jinan ji ber ku ji karên xwedîkirinê berpirsyar in nikarin kar bibînin. Ev hejmar ji bo zilaman tenê ji sedî 6 e. Hûn di vê mijarê de dixwazin çi bibêjin?
Di pêvajoya Covîd-19’de ji ber ku jin ji karên xwedîkirinê berpirsyar in zêdetir nikaribûn kar bibînin. Sedemên bingehîn ên ku vê yekê zêde kirin hene. Di vê pêvajoyê de berpirsyariyên nû li ser xizmeta li malê û nav malê zêde bû. Ji ber girtina dibistanan demên jinan ê ji bo xwedîkirina zarokan zêde bûn. Tê zanîn ku piranî xwedîkirina zarokan ji jinan re tê hiştin. Her wiha divê baş were zanîn ku barê wan ê xwedîkirina nexweş û kesên emrê mezin jî zêde bû. Li aliyê din, ji ber ku hemû malbat li malê ne berpirsyariyên jinan ên paqijî, çêkirina xwarinê û hwd. jî zêde bû. 
Di pêvajoya Covîd-19 de girtina xizmeta derveyî malê kêm bû. Mînak li Tirkiyeyê milyonek karkerên malê hene û piraniya van jin in. Mînak di pêvajoyên destpêkê yên şewbê de nêzî piraniya karkerên jin bêkar man. Em bifikrin ku xizmeta malê, xwedîkirina zarokan her dem heye. Lewre li Tirkiyê wisa ye. Ev bû sedem ku jin du qat bixebitin, di navbera berpirsyariyên malê û karê xwe de divê hilbijartinek bikin. Ji ber ku ev bi tu awayê ji aliyê raya giştî ve nehat pêkanîn bi hezaran jinan berpirsyariyên malê tercîh kirin û ji karên xwe derketin. Ji ber vê jî di pêvajoya şewbê de pirsgirêka îstîhdama jinan zêdetir bû. Ji ber ku li aliyê din bi taybetkirina van xizmetan ve ev xizmet veguherî xizmetên ku hê bihatir tên girtin û jin ji ber ku jixwe piranî di karên bê wesf de kar dikirin, di navbera karên mûçeyê kêm de kar dikin û pereyê zêde wê bidana xizmetê xwedîkirinê de neçar man ku hilbijartinek bikin. Jixwe tiştê ku ew bigrin mûçeya herî kêm an jî di wan derdoran de ye. Pereyê ku ji bo zarokan bişînin kreşan an jî dîtina kesek xwedî bidin, pereyê ku ji bo karên paqijiya malê bidin an jî ger li malê kesekî pîr hebe pereyê ku ji bo xwedîkirina wê/wî bidin, bi mûçeyê ku digrin re wek hev e. Ji ber vê divê em bal bikşînin ku ya rast tu polîtîkayek hêza kar a ku di îstîhdamê de cih girtina jinan teşwîq bike nîn e, berovajî polîtîkayên ku wan ji îstîhdamê davêje mijarên gotinê ye. 
Di pêvajoya pêş de polîtîkayên jinan çawa dikarin şêwe bigrin?
Polîtîkayên kedê yên ku bi pêvajoya şewbê re girantir bûne, bi giştî polîtîkayên dijminê kedê ne. Bi taybetî di pêvajoya şewbê de weke sereke polîtîkayên ku sermayeyê diparêzin, berdewamiya hilberînê esas digrin hat meşandin. Polîtîkayên dijminatiya kedê, ji ber ku jin hîn bêhtir di karên demborî, bê ewlehî de kar dikin, jinan hedef girt. Di pêvajoya şewbê de gelek mafên ku jinan di nav pêvajoya dîrokî de bi dest xistin hatin binpêkirin. Divê were texmînkirin ku di pêvajoyên pêş de dibe jin bi xetera zêdetir bi bazara hêza kar a bê ewle re rû bi rû bimînin. 
“Ji sedî 70’ê kedkarên tenduristiyê ji jinan pêk tên”
Sektora tendûristiyê di pêvajoya şewbê de yek ji qadên sereke yên ku neçar man di refên pêş de kar bike û xeteriya nexweşiyê herî zêde hilgirt bû. Di nav sê kesan de dû kesên vê qadê de kar dikin jin pêk tînin, ger mirov vêya li ber çav bigre di vê pêvajoyê de karkerên tendûristiyê bi pirsgirêkên çawa jiya? 
Divê em pirsgirêkên karkerên tenduristiyê yên beriya şewbê jî (ku em jê re dibêjin femînazasyona kedê) bibînin. Li wê derê divê em bi dîtina hebûna kedkarên jin lewheyek xêz bikin. Piraniya sektorên tenduristiyê jin pêk tînin. Li Tirkiyeyê ji sedî 70’yê kedkarên tenduristiyê jin in. Pêvajoya ku em jê re dibêjin femînasyona kedê li Tirkiyeyê di sektorên din de teqrîbî ji sedî 28 e lê ev yek di sektora tenduristiyê de bêhtir bi pêş ketiye. Ji lewre tenduristî yek ji sektorên ku di warê kedkarên jin de diyarker e. Ji ber vê yekê dema ku tê gotin sektora tenduristiyê, di serî de divê em qala pirsgirêkên ku xebatkarên jin dijîn bikin. Pirsgirêkên di sektora tenduristiyê de, herî zêde bi sedema Covîd-19 bi mirinêhat rojevê lê mixabin pirsgirêkên ku kedkarên tendûristiyê jiyan kirin bi mirinan sînordar nînbû. Mînak kedkarên tendûristiyê îro bi sendromê xilasbûnê re rû bi rû ye. Ev rewşekî rihî ya ku çavkaniya xwe ji karkirina zêde û heman demê bê nirx dayîna hîskirinê û bersivê keda xwe negirtinê digre ye.    
Ya rast di karên ku temasa rasterast bi nexweşan re heye, karkerên jin hîn bêhtir erk digrin. Ji ber vê yekê di sektora tenduristiyê de jî herî zêde karkerên jin bi bandor bûn. Pirsgirêkên tenduristiyê yên weke depresyon, stres di pêvajoya şewba Covîd-19 de pir zêde bûn. Li aliyê din li ser jinan bi hev re meşandina jiyana malbatî û karên zêdetir hat ferzkirin. Kedkarên tûristiyê jin, ji ber ku bi qasî pêwist dike ji bo jiyana malbatî dem veneqetandin, nekarîn hevsengiya di navbera herdûyan de biparêzin. Li ser kedkarên tendûristiyê seatên mesaiyên dirêj, nobetên dirêj hat ferzkirn û nikaribûn mûçeyên mesaiyan bigrin. Bêguman di pêvajoya şewbê de yek ji xeteriyên herî mezin bi xetereya enfeksiyonê re her tim rû bi rû man, ev bi xwe jî hem stresek mezin hem jî di warê tenduristiyê de tiştekî texrîbkar e. Li aliyê din, ji aliyekî ve kedkarên tenduristiyê hatin pîrozkirin û xebatên wan ên cewherî ji aliyê hikumetê ve hatin teqdîrkirin; ji aliyê din ve jî li gelek nexweşxaneyan xwarinên ku mirov nikare bêje danekî ku li rûmeta mirovan nayê, hat ferzkirin. Kedkarên tenduristiyê li dijî derfetên dijî mirovahiyê neçar man ku têbikoşin.  
“Koda 29 nehat rakirin”
Li aliyê din Koda 29 ango ‘bi hinceta tevgerên bêexlaqî’ derxistina ji kar, tenê karkeran ji tazmînat û mûçeyê bêkariyê mehrûm nehişt, di heman demê de ji bo kesên ku vê kodê girtine dîtina karekî nû yê bi ewleh jî zehmet dike. Li hemberî vê divê piştgiriyek çawa were dayîn?
Ya rast Koda 29 her çiqas tiştekî ku pir hatiye sembolîzekirin be jî di SGK’ê de kodeke ku xwe dispêre xala 25/2’in a zagona kar e. Lê ya girîng xala 25/2 ya Zagona Kar e. Ji ber ku ji bo kardêr bingehê bi awayekî heq ji kar derxistina karkerê dide avakirin. Di pêvajoya ku cihên kar hîn bêhtir bê qural û despot dibe de, bi destûra bê mûçe re ev zagon ji bo kardêran erkê sîmîda can dît. 
Destûra bê mûçe bi pejirandina karkeran bû. Lê bi guhertinek zagonî di vê pêvajoyê de bêyî ku bi pejirandina karkeran be, karker derketin destûra bê mûçe. Koda 29 wisa hat şixulandin: Dema ku xwest karkerek ji kar derbixe, ketina pergalê ya kardêr û hilbijartina Koda 29 bes e. Karker bêexlaqiyek bi çi rengî kir, ji ber çi ji kar hat avêtin, barê îsbatkirina vê nîn e. Wisa îlan kirin ku Kod 29 hat rakirin lê Kod 29 ango xala 25/2’emîn ya zagona kar, xala feshê maf ê kardêr berdewam dike.  
Divê avêtina ji kar bi şertê dozê ve were girêdan û ji bo kardêr berpirsyariya îsbatkirina vê hebe. Di rewşên ku kardêr vêya ji bo xirabiyê bikar tîne de pêkanînên cezaî tên pêkanîn lê pêkanînên cezaî tenê b qasî mûçeyê asgarî ye. Ev pêkanînek cidî ya cezaî nîne û tedbîrek pêşgirî nîne. Ji bo kardêr derfetên li gor bejewendiyên xwe şixulandina vê heye. Bi taybetî li cihên kar ên sendîkabûyîn heye, di vê mijarê de pêwiste pêşgiriyên taybet werin girtin. Mînak li cihên ku sendîkabûyîn le hene, heyanî 3-6 meham pêwiste bi hicetê Kod 29 ti karker ji kar neyê avêtin. Divê 25/2’în were sînordarkirin û bi taybetî xalên weke baweriya kardêrê xirab şixulandin, nêzikatiyên ne li gor rastî û girêdanbûnê û xalên weke van ên ji nirxandinên subjektîf re vekirî ne divê werin betalkirin û bi sedemên objektîf re werin girêdan. Ya dûyemîn jî bi awayekî pêşîn tazmînata îhbar û kidemê ya karkeran were dayîn û ji ber 25/2’yemîn avêtina karker bi şertê dozê û îspatên kardêr were girêdan.  
Derfetên karkirina jinan di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de çawa şêwe girt?
Ya rast di warê dîrokî de li ser beşdarbûna jin a îstîhdamê pêşgiriyên avaker û bi bandor em nabînin. Di ti pêvajoyan de me polîtîqayên avaker nedîtibû. Lê pêvajoya AKP’ê di warê vesazkrina keda jinê de cihekî pir taybet digre. Ya rast li Tirkiyê jin di zagonan de, di rêziknameyan de û di vesazkirinan de weke berdewamiya malbat û welidandinê ango weke hevjîn û dayîkek tê bidestgirtin. Pirsgirêkên xweser ên jinan an jî derfetên xweser ên jinan li ser zagonan û vesazbûnên din nehatiye sazkirin. Ji aliyê din ve tiştekî din a di warê polîtîkayên keda jinan a di pêvajoyê AKP’ê diyarker bû jî di vê pêvajoyê de keda jinan ji bo daxwaza hêza karkirina nerm û hat bikaranîn. Di hemû şêwazên nû yên xebatê yên demsalî yên ku ji destpêka salên 2000'î ve derketiye holê, keda jinê weke stûneke girîng ji bo peydakirina hewcedariyên sermayê wek cureyê keda ku van deran pêk aniye, hatiye bikaranîn
Li dijî kûrbûna cudakariyê ya di dema şewbê û piştî wê kûr bû de daxwaz û pêşniyarên we çi ne? 
Bi qasî ku şewbê mesafeyê di navbera çînan de kûr kir, newekheviya di navbera zayendan de jî kûr kir. Heya ku bi polîtîkayên heyî re were meşandin wê ev ne wekhevî kûrtir bibe, dîtina vê ne zehmet e. Ji ber ku îro 11 milyon jin ji ber karên malê û xwedîkirina zarokan û karê malê nikarin beşdarî bazara hêza kar bibin. Heya ku ev neyê çareserkirin wekheviya jinan an jî bêhtir kûrnebûna vê newekheviyê ne gengaz e. Destpêkê divê li hemberî vê pêşgirî werin girtin. 
Ji derveyî vê jixwe li Tirkiyeyê dema em dibêjin keda jinan, bûyîna ji derveyî qeydê dibînin. Asteke girîng a îstîhdama ji derveyî qeydê, li ser keda jinan tê avakirin. Divê pêşî li mezinbûna sektora bûyîna derveyî qeydê were girtin. Di heman demê de sektorên ku keda jinan pir zêde ye ango karên bê sendîka, bê welehî yên weke tekstîl, çandiniyê ku weke berdewama ristên zayendî ne, cihê ku di bin venêrîna dewletê de nayên dîtin, tu ceza nayên dayîn û ji derveyî hemû pêşgiriyan tên hiştin. Divê ev bikevin nava zagonan, venêrînan ango bi awayekî bikevin nav polîtîkayên ku jin jê tên parastin. Bi awayekî lez û bez divê keda xwedîkirinê tenê li benda jinan neyê hiştin. Ji ber ku keda xwedîkirin û xizmetên nava malê weke karên jinan tên dîtin, wê hîn zêdetir jin neçar bimînin ji îstîhdamê qut bibin. Jinên ku qutbûna ji îstîhdamê napêjirînin jî, wê bibin mehkûmê karên nîvdanî, bê ewlehî û demborî. Ji aliyê din ve tenê di nav îstîhdamê de cihgirtina jinan têr nake. Piştî ku jin di îstîhdamê de cih digrin jî ji ber ku nêzîkatiyên cudaker ên karmendan dibînin û ji ber ku ew weke keda duyemîn li jinan mêze dikin, ên ku destpêkê karê wan tê sekinandin jin in. Ji ber vê yekê divê bazara hêza kar a ku pêşî li şêwazê karkirina dûrî ewlehiya kar, cudakariya zayendî ya di nav kar de bigre, çêbibe.