Zoya Rohana: Em dixwazin qanûna rewşa kesane derxin

Zoya Rohana dibêje ku di dema niha de ger bikaribin dixwazin, dewletek ava bikin ku ew dewletek sivîl be bikaribe pergala mezhebî ya ku zagonên rewşa kesane saz dike û mafên jinan binpê kiriye hilweşînin.

KAROLÎN BIZΠ
Beyrûd - Li welatekî ku hemwelatiyên Lubnanê di gel lawazbûna bicihanîna qanûn û nebûna dewletê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar mane, çalakvana femînist û rêvebera rêxistina "Bes e Tundî û Istixlal" Zoya Rohana Xelata Fransî-Almanî ji bo Mafên Mirovan û Dewleta Qanûn di sala 2020’an de ji bo pesendkirina hewldanên wê yên li dijî şîdeta li ser jinan wergirt ku ew jî li cihê sefareta Fransî ya li Beyrûdê bi hebûna sefîra Fransayê An Girêo û sefîrê Almanyayê Endiryas Kîndil bû
Xelata ji bo mafên jinan ji hemî têkoşeran re ye
Der barê mafên mirovan û qanûna dewletê de Zoya Rohana ji ajansa me re axivî û got: “Ev xelat gelekî ji bo min girîng e, ji ber ku em li Lubnan pir dûrî dewleta qanûnî û mafên mirovan in, ez wan kesên ku xwedî li keda me derketine û bûne sedem ku hinek be jî mafên jinan pêk hatine. Ev xelata ji bo mafên jinan, ji hemû têkoşeran re ye. Ev xelata manewî salane ji kesayetên ku di çarçoveya mafên mirovan û dewleta qanûnî de têdikoşin re tê dayîn, îsal jî ev xelat ji bo min hat dayîn.”
Li ser veguherîna rêxistina "Bes e" wekî referansek pêbawer ji bo hemî kesên ku bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibin jî dibêje; "Ji damezrandina rêxistina" Bes e "ve me hewl da em bibin referansek ji bo her tiştê ku bi pirsgirêkên jinan re têkildar in. Ez bawer dikim ku pêbawerî rolek dilîze, ji ber ku karê me di "Bes e "de itîmadê dide ser hevpeyvînên rasterast bi jinên ku ji bo alîkariyê bi me re têkilî danîne ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê em pirsgirêkên ku dijîn û astengiyên ku ew pê re rû bi rû dimînin dişopînin, li ser vê bingehê, em siyaseta rêxistinê ava dikin û ev e ku pêbaweriya xwe dide komeleyê, ji ber ku karê me jî jiyana me jî bi dozên jinan re têkildar e.”
Zoya Rohana dibêje; “Em di dema niha de dixwazin, heke em karibin dewletek ava bikin, ew dewlet bibe dewletek sivîl ku tê de pergala mezhebî ya ku zagonên rewşa kesane saz dike û tê de mafên jinan binpê kiriye hilweşînin. Em li ser reşnivîsa qanûna rewşa kesane ya sivîl xebitîne û em ê her hewl bidin ku wê di nav nifşa ciwan de bi pêş bixin da ku em girîngiya qanûna sivîl bizanibin
Dewletê pisgirêka tundiya li ser jinan pejirand
Qanûna rewşa kesan e yek ji stûnên bingehîn ên dewleta sivîl e lê pêkanîna wê demek dirêj dixwaze. Zoya Rohana dibêje; “Qanûna parastina jinan ji tundiya malbatî, pêkanîna wê heft salan dirêj kiriye gelo niha dê çawa be? Bêyî qanûna sivîl a rewşa kesane tu çareserî ji dozên jinan re tune ye, ji ber ku qanûna parastina jinan ji tundiya malbatî, demek dirêj ji wan re parastinê ava dike. Ji ber vê bêyî pîrozkirina rola jinan wekî mêr, ji dozên jinan re tu çareserî tune ye.”
Zoya balê dikşîne ku destkeftî bêtirî xelatan wê dilxweş dikin û wiha axaftina xwe domand; “Ez dibînim ku destkeftiyên min ên herî girîng wekî parastina mafên jinan û çalakgerek  femînist dersixistina qanûna parastina jinan ji tundiya malbatî ye. Ji ber ku dewleta Lubnanê vê yekê itîraf nedikir. Tundiya li ser jinan di tu siyaset an qanûnan de nedihat behskirin. Dema ku biryara pêkanîna vê qanûnê hat girtin, me serkeftin hîs kir û dewletê pirsgirêka tundiya li ser jin pejirand.”
Di bersiva pirsa me ya  der barê pêşbaziya di navbera komele û rêxistinên jinan de jî piştrast dike ku pêşbazî heye lê ew ne dijwar e û îşaret bi cihêrengiya rolên van komeleyan dike ku hemû alîgirên jinan û mafên wan in û dibêje; “Em di dozên ku berpisyariya wê di her komeleyê de hildigrin, destek didin hev, ev yek jî ji koalîsyona ku me ji bo parastina jinan ji tundiya malbatî ava kiriye diyar e.”