“Zêdebûna hejmara girtiyên Bahaî rewşeke xembar e”

Simîn Fahandaj a weke yek ji berdevkên Civaka Navneteweyî ya Bahaî ya li Neteweyên Yekbûyî tê nasîn, bal kişand ser zêdebûna hejmara girtiyên Bahaî yên li Îranê û got rewş xembar e.

Navenda Nûçeyan – Simin Fahandaj a di qada navneteweyî de weke berdevka Civaka Bahaî ya Neteweyên Yekbûyî tê nasîn da zanîn ku li girtîgehên rejîma Îranê hejmara hemwelatiyên Bahai her roj zêdetir dibe û bal kişand ser mijarê.

Li gorî daneyên ku Simin Fahandaj ji Konseya Mafên Mirovan a NY’yê re pêşkeş kiriye ji hezarî zêdetir hemwelatiyên bi eslê xwe Bahai ne tên darizandin û li benda hukmê xwarinê ye. Simin Fahandaj destnîşan dike ku azadiya hemwelatiyên girêdayî baweriya Bahai tê sînordarkirin û ew di bin dorpêça darazê de tên girtin. Simin Fanandaj da tîne ser ziman ku kesên ji baweriya Bahaî, bi awayekê pergalî rastî pêkûtiya rejîma Îranê tên û got; “Bi pêkûtiya pergalî ji mafên herî bingehîn bêpar hiştin tê pêşxistin.”  

Duyemîn koma baweriyê ya herî mezin

Di zagonên Îranê de baweriya Bahaî nayê nasîn lê Bahaî li welat weke duyemîn koma baweriyê ya herî mezin tên zanîn. Di vê rewşê de bi awayekê vekirî bicihanîna baweriyên xwe de peşî li xizmetên civakî û perwerdeya hemwelatiyên ji baweriya Bahaî tê girtin.