Zarokên Iraqê di bin îşkence û tundiyê de dijîn

şîdet û destdirêjiya li ser jin û zarokan hema bêje li her welatî heye. Yek ji wan jî Iraq e. Jin û zarok ji ber hişmendiya paşverû ya civakê, rastî şîdeta fizîkî û derûnî ya mêran tên. Ji bo ku dawî li vê jiyana bi îşkence bînin dixwazin dev ji hevjînê xwe berdin lê vê carê jî zarok ji wan tên girtin.

XUFRAN EL-RADÎ
Bexda- Hemû wêraniyên ku di civakê de diqewimin, destpêkê siya xwe didin ser xelekên herî lawaz.  Ji ber vê yekê, ji ber paşverûtiya pergala civakî ya ku bi kêmasiya qanûnê ve têkildar e di mijara şîdeta li ser asta malbatê de yên herî bi bandor dibin, zarok in. An dibin lehengên xelaka bernameyek televîzonê yan jî mijara rapora şîdet û îşkenceya ku malabt an jî yek ji xizman li ser zarokan dide meşandin. 
N.M a 30 salî, dayika du zarokan e, yek şeş salî û yê din sê salî. Li ser îşkenceya rojane ku zarokên wê ji aliyê bavên xwe ve lê tên wiha dibêje; "Malbat çiqas destwerdanê bike bêfeyde ye. Hin xizim dibêjin ku mafê bav heye zarokên xwe fêrî başiyê bike û lêdan ji zarokan re ji bo terbiyekirinê baş e. Tevî ku dayika zarokan serî li dezgehên hukmî daye jî bersiv timî wiha bûye; "Ev mijarên malbatî ne dikarî bi hevserê xwe re çareser bikî."
N.M dibîne ku bijarteya hevberdanê ji mayînê zehmetir e li ser vê yekê dibêje; "Min hewl da ku hevberdanê bixwazim û bi zarokên xwe re bijîm lê ji aliyê malbata min ve hat redkirin. Ji ber ku hevserê min dê zarokên min bi darê zorê ji min bistîne. Ji aliyekî ve jî li gorî malbata min rêbaza hevserê min normal e û ew azad e çawa bixwaze bi zarokên xwe re danûstandinê bike."
Jina bi navê S.C. dayika zarokeke 5 salî ye, di bin banê tundiya malbatî de jiya ye. Îşkenceya ku ji aliyê bavê wê ve lê dihat kirin, bû sedem ku di encama lêdana zêde ya ji serê de çavên wê kor bibin.
“Ji ber ku min lêdan ji bavê xwe xwaribû, min bedena xwe ji zaroka xwe re dikir sîper”
 S.C dibêje; "Min zaroka xwe bi bedena xwe diparast, ji bedêla wê ve min hemû lêdan dixwar. Lê rojekê ji bo ku hevserê min, êşê bi min bide kişandin, ez xistim odeyekê û derî li ser min girt. Paşê  bi hemû hêza xwe li zarokê xist. Min di hundir de dest bi qîrînê kir ji ber ku min nikaribû derî bişkanda.  Ew cara herî dawî bû êdî min tundî tehemul nekir, min biryar da ku ez bi keça xwe re birevim, ji ber ku hevserê min ji zaroka min re ne bav bû, dijmin bû.” 
S.C herî zêde di pêvajoyên parlamentoyê ji bo guherandina qanûna danîngehê de ditirse. Dibêje; "Bi rastî mijareke bi tirs e, çawa bavekî ku îşkenceyê li zarok û hevjîna xwe dike dikare mafê danîngehê bistîne, mirin ji pêkanîna vê qanûnê baştir e."
Benda  57-an a sala 1959’an a Zagona Rewşa Kesane dibêje ku mafê dayikê heye di bûyera hevberdanê de zarokên xwe xwedî bike, bi şertê ku danîngeh bi temen mezin be lê di meha Tîrmehê de bi hinceta pêşxistina mercên mafên mirovan ên jinan, pêşniyarek hat pêşkêşkirin da ku madeya 57’an were guhertin.
Piştî wefata dayika xwe ji aliyê zarokên apê xwe ve rastî tundiya devkî û fizîkî hat
Li aliyê din R.M a 15 salî ku dayika wê wefat kiriye li ser tundiya devkî û fizîkî ku ji aliyê zarokên ap û xizmên xwe ve rast tê wiha dibêje; "Ji zarokatiya xwe ve ez her rastî lêdan, îşkence û gotinên xirab têm. Bi taybetî piştî ku dayika min wefat kir. Ez wê demê 7 salî de bûm. Jixwe ez bi hemû karên malê jî mijûl dibim ger ku kar baş nehata kirin ez dihatim cezakirin." 
R.M wiha didomîne; "Ez ji aliyê zarokên apê xwe ve rastî tengezariyan têm bi taybetî ew dest davêjin hin cihên hesas ji laşê min bi bihaneya ku henekan dikin. Dema ku hin tişan ji min dixwazin û ez red dikim, min bi tiştên xirab tewanbar dikin, di wir de dayikên wan piştgirî didin wan û li min didin. Ez  hîs dikim ku kabûseke dirêj dijîim û tu carî dawî lê nayê." 
Der bare pirsa me ya çima serî li polîs an dezgehên hukumî nade de wê got ku ew ditirse ger tiştek wisa bike wê bidin mala sêwiyan yan jî bavêjin kolanê.
Der barê vê mijarê de me bi qanûndar çalakvana di warê mafên jin û zarokan Zêna Ebû Qelam re hevpeyvînek kir. Wê lawazbûna rola qanûna Iraqê di parastina jin û zarokan de teqez kir û wiha got: “Heta niha Iraq ji bo tundiya malbatî ne xwedan tu qanûnê ye. Ew heta niha itîmad dide ser madeyên qanûnî ku dihêle bav, li hevjîn û zarokên xwe bide."   
Diyar dike ku madeya 41’ê ji qanûna cezayan ku dibêje tu sûc tune ger lêdan qewimî dibîne ku ji mafê bav e li zarokên xwe bide, ji bo ku wan terbiye bike heta mamoste jî dikarin li zarokan bidin. Ew wê biryara qanûnî adetek dihesibînin û ev xala hanê dike ku polîs rêbazek lihevhatinê di navbera her du aliyan de bigre da ku nakokiyên malbatê biqedîne. 
Kêmasiyên qanûnî hene
Der barê girîngiya qanûna parastina jin û zarokan de, Zêna Ebû Qelam dibîne ku di vî warî de kêmasiyek qanûnî heye. Iraq bi  hewceyî helwestek cidî ye ji bo qanûna parastina zarokan ji tundiya malbatî. Nemaze ji ber ku Iraq îmzekerê Peymana Navneteweyî ya Mafên Zarokan e ku maf û ewlehiya zarokan dixe bin temînatê.
Peymana Mafên Zarokan ji hêla piraniya welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ve hat pejirandin û Civata Giştî ew di 1989’an de xist nav qanûna navneteweyî lê di 1990’an de ket meriyetê. Peyman itîraf dike ku her zarok xwedî mafên bingehîn e, di nav de mafên jiyanê, mafê nav û hemwelatîbûnê, mafê vegotina nêrîna xwe. Yanî, peyman li dora hemû maf û hewcedariyên zarok dizivire.
Di dawiya axaftina xwe de, qanûndar û çalakvana mafên jin û zarokan, Zêna Ebû Qelam, got ku pêdiviya qanûnek ji bo parastina zarokan li Iraqê heye û pêdivî heye ku zexteke navneteweyî hebe ji bo mafên mirovan, nemaze piştî aloziyên ji ber sûcên kuştin û şîdeta li dijî zarok û jinan.