Zarokên bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin para xwe ji binpêkirinan digrin

Zarokên ku bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin ji şert û mercên girtîgehê gelekî bi bandor dibin. Tenê li Girtîgeha Giştî ya Jinan a Amedê 13 zarok bi dayikên xwe re ne. Parêzera OHD'ê Adîle Salman bal kişand ku pêkanînên li girtîgehan travmayên cuda li ser zarokan çêdikin, diyar kir ku zarok ji ber kêmxwariniyê pir bi hêsanî nexweş dikevin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Girtîgehên Tirkiyeyê di pêvajoyên herî dawî de bi binpêkirina mafan û mirina girtiyên nexweş ên giran her dem di rojevê de ne. Tevî bangên parêzvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan jî bêdengiya Wezareta Dadê ya li hemberî pêvajoyê berdewam dike. Zarokên ku bi dayikên xwe re li girtîgehên ku binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêde bûne û gihîştine asta tecrîdê dimînin, para xwe ji vê pêvajoyê digrin. Zarokên temenê wan di navbera 0-6 salî de ne bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin, di warê xwarin, tenduristî û derûnî de rastî gelek zehmetiyan tên.
"Tenê li Amedê 13 dayik bi zarokên xwe re di girtîgehê de dimînin"
Endama Komîsyona Girtîgehan a Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Adîle Salman anî ziman ku zarokên di şert û mercên girtîgehê de dijîn ji ber van pêkanînan travmayê dijîn. Adîle Salman di destpêka axaftina xwe de behsa pirsgirêkên dayikeke girtî ya ku bi keça xwe ya 5 salî re serî li komeleya wan da kir û bal kişand ku li gorî agahiyên ku ji serlêdanên ji wan re hatine kirin, tenê di Girtîgeha Giştî ya Jinan a Amedê de 13 dayikên girtî bi zarokên xwe re di girtîgehê de dimînin.
"Xebatkarên girtîgehê dibêjin ku ew ne mecbûr in pêdiviyên zarokan bi cih bînin"
Adîle Salman diyar kir zarok tenê heta 6 saliya xwe dikarin di girtîgehê de bimînin, diyar kir ku pêvajoya li girtîgehê bandorê li jiyana siberoja zarokan jî dike. Adîle Sarman bal kişand ser serpêhatiyên girtiya bi navê K.B ya li Girtîgeha Girtî ya Amedê bi zarokê xwe yê 5 salî re dimîne, diyar kir ku dayikên din jî heman pirsgirêkan dijîn. Adîle Salman axaftina xwe wiha domand: “Mixabin şert û mercên girtîgehê ji bo zarokek 5 salî gelek dijwar in. Em hîn dibîn ku gelek pêdiviyên bingehîn ên dayik ji zarokên xwe re dixwazin ji aliyê xebatkarên girtîgehê ve rastî wekî helwestên paşguhkirî, 'Zarok ne mecbûr e li cem tê bimîne. Em ne mecbûr in daxwazên tê pêk bînin” tên.
"Dayik û keça wê avêtin hucreya bi tenê"
Adîle Salman destnîşan kir ku hem dayik hem jî zarok xwedî nexweşiyên ku divê timî bên dermankirinê ne, diyar kir ku pirsgirêkên xwarinê yên zarok dibînin, dibin sedama zêdebûna van nexweşiyan û wiha axivî: “Dîsa li girtîgehê rojane pudingek, ava fêkî û şîrek ji bo zarok tê dayîn. Ji ber ku nexweşiya rûvî ya zarok heye, pêwîst e nanê genim bixwe, her çend dayik vê yekê dibêje û ji kantînê dixwaze jî daxwazên dayikê yên di vê mijarê de nayên bicihanîn. Hem dayika girtî hem jî zaroka wê xwedî nexweşiyên ku divê bi rekûpêk bên dermankirinê ne. Ji ber van nexweşiyan her tim diçin nexweşxaneyê. Dema ku ew diçin nexweşxaneyê û vedigerin, cihê ku dikarin pêkanîna karantînayê di odayên pirhejmar de bikin, bi keça xwe re di hucreyên tenê de tê ragirtin."
"Pêkanînên li girtîgehan li ser zarokan dibin sedema bandorên xirab"
Adîle Salman pirsgirêkên din ên tên jiyîn jî wiha vegot: “Dayika girtî, roja ku dê keça xwe ji bavê wê werbigire, dema ku li noqteya lêgerîna saziyê eşyayên zarok tên lêgerînkirin, dest, ling û serê pitika lîstok li ber çavên zarok tên jêkirin. Ji me re got ku wê rojê gelek giriyaye û piştî wê rojê bi şev ji tirsa şiyar bûye û bi şev jî nivînê xwe şil kiriye. Hat gotin ku piştî wê rojê dema keça wê hêrs dibe gotinên tund ên weke 'ez ê serê te jêkim' bi kar tîne.” 
"Zarok travmayên giran dijîn" 
Adîlê Salman diyar kir ku dema rewşên tên jiyîn ji ber çav tên girtin, zarokên di şert û mercên girtîgehê de mezin dibin rastî travmayên derûnî tên, ji bo vê rewşê banga çareseriyê kir. Adîle Salman axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pirsgirêkeke din ên ku zarokên li cem dayikên xwe dimînin, kêmbûna amûrên pêlîstok û boyaxkirinê ne ku piştgirî didin pêşketina zarokan. Dayîna pênûsên boyaxê ji bo zarokan tê astengkirin û ancax piştî çend caran hevdîtina bi rêveberiyê re dikare were kirin. Li girtîgehan bi zext davêjin ser odeyan û lêgerînê dikin. Zarok dibin şahidên van hemû zext û zoriyan û derûniya wan nebaş dibe.”