Zagonên pêşîlêgirtina tundiyê nayê bi cih anîn
Her çendî zagona pêwîst heye jî lê belê ne zagon tê bicihkirin, ne jî tundîtûjî û tewanên kuştinê tên veşartin. Beravajî bi riya veşartina daneyên kuştinê, her diçe rewşên tundiyê zêde dibin.
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî - Gelek sedemên bûyerên zêdebûna kuştina jinan û windabûna tewambara hene, yek ji wan kêm û kurtiyên zagonan bi giştî bi taybetî zagone jimare 8 ku di sala 2011’an de ji bo pêşîlêgirtina tundîtûjiya beramberî malbatê û zagona 406 a sezadana Iraqê ku taybet e ji bo kuştin û qesta kuştinê.
Ji derveyî kêm û kurtiyên van zagonan jî pirsgirêk di bicihkirina wê de heye û zagon li hemberî tewanbaran nayê bicihanîn. Her çendî tewanên tewanbar tê ditîn jî lê belê zagon di xizmeta desthilatdaran de ye û tewanbar tên azadkirin û dubare dibe metirsî li ser civakê, bi taybetî li ser jinan. Her çendî pêwîstî bi hemwarkirina zagonê heye jî nayê kirin.
“Kêm û kurtî û bicihnekirina zagonan bûye sedema zêdebûna tundîtûjiyê”
Parêzer Telar Latîf diyar kir ku ji bo sezadana tewanbaran zagon û bicihnekirina zagonê bûye sedema zêdebûna tundîtûjiya li hemberî jinan, hinek caran sedema nebûna belgeyan yan jî guherîna madeyên kuştinan ku ji kuştinan dibe xwekuştin bûye sedema kuştin û tundîtûjiya li hemberî jinan zêde bibe û wiha got: “Hinek ji sedemên din gilînekirin e û dema ku kesek tewanê kuştinê encam dide tu gel giliyê wê kesî nake û ev jî dibe rêxweşî ji bo kuştina jinan û tewanbar pişta xwe bi efûya giştî germ dike. Ji ber wê pêwîst e zagona bikujên jinan venegere, ger nêzî desthilatdariyê jî be.”
“Pêwîstiya zagonê bi cihkirinê heye”
Telar Latîf bi bîrxist ku divê yasa bi awayekê were bicihkirin, ji ber nebûna belge û lewaziya belgeyan nebin sedem û kese winda bibe ku bikuj jê sud bigre û wiha got: “Heta niha tu kes li gor madeya 408’an nehatiye sezadan, ku madeyek taybete ji bo xwekuştinê, di demekê de piraniya tewanên kuştina jinan dixin di vê çarçoveyê de ev ji wisa dike ku zagon û made lawaz bin û nebûne rêgirî li beramberî kêm û kurtiyên êş û kuştinên jinan. Ji ber wê pêwîste destkariya yasayê werin kirin, ji ber di van deman de roj nîne ku em kuştina jinekê bi bihîsin û herwiha çarserî di yasa û hişyariyê da were encamdan.”
“Nebûna belge û veşartina daneyan rêjeya kuştina jinan zêde dike”
Parêzer Telar Latîf da zanîn ku ji derveyî hebûna zagonek rast û bi cihkar divê hişyariyên kesan li beramberî zagonê hebe û her wiha bi riya medya dezgehên ragihandinê hişyarî were dayîna hemwelatiyan bi giştî jinan. Ji derveyî wê jî piştgirîkirina û hebûna kampanyayên cur be cur ji bo karkirina li ser kêmkirina tundîtûjiya û bûyerên kuştina jinan were kirin û wiha got: “Rast e belavnekirina nûçeyan bandorê li ser derûniya kesan çêdike lê belê pêwîst e em bizanin veşartina bûyer û daneyan dibin sedema veşartina kuştinê û piştre piştgirî dide ku belge winda bibin. Ev jî wisa dike ku rêjeya tundîtûjiyê zêde bibe.”