“Zagona pêşîlêgitina tunditujiyê naxin meryetê”

Ew zagona ku sala 2011’an di parlemena Kurdistanê de ji bo pêşîlêgirtina tunditujiya malbatê hatî derxistin, heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbatê wekî tê xwest bi kar nehatiye û ji ber rewşa siyasî û aboriya herêmê ev yasaye hatye paşguh kirin.

ŞINYAR BAYIZ
Silêmanî – Li gel derxistina zagonê jî pirsgirêkên malbatî û tundîtujiya nava malbatê bêçareserî dimîne. Zêdebûna pirsgirêkên malbatan wisan kirine ku di sala 2011’an de zagonek ji bo pêşîlêgirtina tunditujiya di nava malbatê de hate derxistin. Ev zagon gelek kêmanî têde heye û heta niha ev kêmaniyane nehatine serastkirin. Sedema vê jî bi rewşa siyasî û aboriya herêmê ve girê didin. Me xwe gihand daneyên dadeha lêkolînên tunditujiya malbatê, li gora van deneyan di nava 5 mehên destpêka sala 2020’an de 615 buyer tomar bûne û bi giştî di nava 5 mehên despêka salê de jî 632 bûyer tomar bûne. Li gor daneyên nivisgeha rêveberên pêşîlêgirtina tunditujiya li beramberî jinan li bajarê Silêmaniyê di 5 mehên sala 2020’an de 857 bûyer û bi giştî di nava 5 mehên destpêka vê salê de 1345 bûyer hatine tomarkirin. Di van deneyan de diyar dibe ku rêjeya bûyerên tundî û tujiyê li herêma Kurdistanê her roja diçe zêde dibe. Di derbarê bi karanîna zagona pêşîlêgirtina tunditujiya malbatê de parêzer Kîjan Mehemed ji ajansa mere axivî.
“Pêwistiya malbatê bi bingehek yê kulturî heye”
Di derbarê rolê malbatê de parêzera dadgeha bajarê Silêmanî Kîjan Mehemed wiha dibêje: “Erkek giring yê malbatê ji bo perwerdekirina takekesiyek bi tendirust heye. Ji ber wê divê bi hişyarî xwedî li van erkan derbikevin. Ji ber gelek caran hemwelatî yan jî malbat li gora kevneşopiyekê bi rêve diçin û xwe bi vê kevneşopiyê li ser lingan girtiye. Di rastî de qet bingehek yê yasayî nine. Mînak di sala borî de li gora kevneşopiyan rê nedihat dayîn ku jin derbikevin û kar bikin, ev mijarek ne yasayî ye. Dema ku civak pêş dikeve jin agahdarî erk û mafê xwe dibin û erkê xwe bi cih tînin. Lê belê mafê wan nayê dayîn ji ber wê hewil dide mafê xwe yê pêşîlêgirtina tunditujiyê pêkbîne. Bi awayek din hizrê mêr li ser jinê hatiye çespandin û nabe ku jin bikene û daxwaza mafê xwe bike.”
Di derarê çareserkirina pirsgirêkên malbatî de Kîjan got: “Pirsgirêka herî mezin ewe ku dikarin bi rêya yasaya ku parlemenê di derbarê tundiyujiya malbatê de derxistî çareser bike û nayê çareser kirin e. Ji bo vê rewşê tu çareseriya lêkolîner û dadgehan nîne. Emê van buyeran hemûyan kom bikin û radestî parlemenê bikin, da ku guherin di vê made yasayê de were çêkirin. Pêşîlênegirtina tunditujiya malbatê her roja ku diçe li beramberî jinan zêdetir dike. Ji bo wê ev yasaye xwedî giringiyekê ye ji ber vê yekê ev yasaya hatiye paşguh kirin. Yên ku tundî tujiyê pêktînin ger çavê wan neyê tirsandin wê berdewam bikin. Ji ber bi xwe diznin tu yasayek ya sezakirinê ji bo wan nîne.”
Parêzer Kîjan Mehemed da zanîn ku bandora keveşopiyên civakê wisan kiriye ku tundî tujî zêde bibe bibe û wiha dom kir: “Çespandina kevneşopiyê li ser civakê bûye sedema zêdebûna tundîtujiyê. Civak sedemek din ji bo çareseriyê radixe berçavan û ew jî weke belavkirina şiyariyan bi rêya sîstemek a perwerdê di nava malbatan de da ku bi xwe fam bikin ku jin û mêr di heman astê dene. Daku mêr êdî bi çavek biçukxistinê li jinê temaşe neke. Ji derveyî vê ji kar li ser yeksanbûnê bikin yan ji yaseyek li gora bûyerê were derxistin û pirsgirêkên îro daku bikarin werin çareserkirin.”