Yemen beşdarî 80’emîn civîna rapora komîteya sîber a CEDAW’ê dibe

Piştî çend civînên xebatê yên hevbeş, rapor ji aliyê hemû rêxistinên sivîl ve ku navê wan di lîsteyê de cih girtiye, hat pejirandin. Rapor gelek aliyên girêdayî jiyana jinên Yemenê digre nava xwe û ji sala 2008’an heta 2020’an hin aliyên kêmasî û têkçûnên ku bandorê li jinan kirine di berhevkirina belgeyan de pêşkêş kir.

NOOR SURİB
Yemen- Tevgera Femînîst a Yemenê li dijî hemû guhertinên ku piştî şer derketin holê û bûn sedema wendakirina gelek mafên jinan ên di encama têkoşîna zêdetirî 30 salan de hatibûn bidestxistin, xwe nû dike û berxwedana xwe berdewam dike. Bi ketina sala xwe ya heftemîn a şer, pirsgirêkên welat pir bûn û derfetên ku di destên jinan de hene kêm bûne. Lê belê vê yekê wan neşikand û ji bo daxwazên xwe ragihînin û êşên ji ber şer dikşînin pêşkêş bikin, bi berdewamî li hemû deriyan xistin. Her wiha ew nikaribûn li gorî peyman û biryarên navneteweyî yên ku ji hêla welat ve hatine pejirandin tevbigerin.
Jin piştî beşdarbûna 61 sazî û rêxistinên ne hukmî yên bi serokatiya jinan ji parêzgehên cuda yên Yemenê, dikaribûn bi xurtî di amadekirina rapora sîber de, der barê asta bicihkirina peymana li dijî hemû cureyên cudakariya jinan “CEDAW” li Yemenê, beşdar bibin. Piştî vexwendina dewreya 80’î ya komîteya CEDAW ji aliyê seroka Mafên Mirovan a Forma Xwişkên Ereb Amal El-Başa ve pêşkeş kirin.
Rapor ji aliyê rêxistinên sivîl ve hat pejirandin
Piştî çend civînên xebatê yên hevbeş, rapor ji aliyê hemû rêxistinên sivîl ve ku navên wan di lîsteyê de cih girtiye, di dawiya raporê de hat pejirandin. Rapor gelek aliyên girêdayî jiyana jinên Yemenê digre nava xwe û ji sala 2008’an heta 2020’an hin aliyên kêmasî û têkçûnên ku bandorê li jinan kirine di berhevkirina belgeyan de pêşkêş kir.
Seroka Forma Xwişkan Amal El-Başa, di daxuyaniya ku ji ajanse me ra da, der barê rapora sîber de wiha got: "Ew encama keda femînîst a dilxwaz ku bi mehan domiya ye. Li vir dengên jinên Yemenê yên ku dûrxistin, paşguhkirin û biçûkxistina rûmet û mirovahiya wan, red dikin gihîştiye hev û bilind bûye. Jinên Yemenê hemwelatî ne û li gorî destûra bingehîn û encamên diyaloga neteweyî ya berfireh a ku wekhevî ji jinan re kir, hemû mafên wan hene. Lê belê yên ku raporê dixwînin, bi karesat, xemgînî û çarenûsa kêmbûna mafên jinan û nebûna tirsnak a parastina wan her cureyê şîdetê, hîs dikin".
Amûrên binpêkirinê
Di raporê de gelek behsa binpêkirinan mafan ên wekî belavbûna zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi darê zorê, tawanên namûsê û sinetkirina jinan di bin gelek hincetên çandî û olî de tê kirin û tu parastina qanûnî ji bo mexdûran nayê dîtin. Di Raporê de ji ber ku rêjeya zewicandina ji 15 salî biçûktir ji sedî 9 e û rêjeya keçên ku beriya 18 saliyê zewicîne gihîştiyê ji sedî 32 zewaca zarokan yek ji kiryarên herî metirsîdar tê hesibandin. 
Bi taybetî li deverên ku hejmareke mezin koçberên wek Hodeidah, Hacjah û Ibb dihewîne zewaca di temenê biçûk de zêde bûye. Hejmara kesên ku beriya temenê 18 salî zewicîne gihîştiye ji sedî 72.5 û yên ku beriya temenê 15 salî zewicîne gihîştiye ji sedî 44,5. Raporê destnîşan kir ku sinetkirin û zewaca di temenê biçûk de weke mekanîzmayên parastinê yên di şerê çekdarî de derketine holê.
Di raporê de sûcên ku ji aliyê hevser, bav û zarokan ve bê parastineke qanûnî jinan di bin navê "sûcên namûsê" de dikujin, hatin şermezarkirin. Di heman demê de derket holê ku der barê danûstandina qanûna kujerên mêr de ceza ji bo salekê sivik dibe yan jî dayîna cezayê pere li pêş e. Her wiha dema borî li Yemenê herêmên cuda yên şer şîdeta li dijî jinan eşkere kirin. Ji ber ku jinên di qada medyayê de, berevaniya mafên mirovan û çalakvanên siyasî de dixebitin ji kampanyayên îftira û teşwîqê êşê dikşînin. Her wiha amaje bi yek ji cureyên cudakariyê yên ku ji aliyê jinên kêmar ve tê kirin û beşdarnebûna jinên astengdar a konferans gotûbejên neteweyî balê kişand. 
Di raporê de pêşniyarên girîng hebûn 
Rojnameger Ahed Yasîn got: "Jin tevî zehmetiyên mezin ên ku bi wan re rû bi rû dimînin û ya herî mezin jî şer e, bi riya pêşkêşkirina rapora sîber a îsal ku tê de komek kêşe û pêşniyarên ku di çareserkirina pirsgirêkan de hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Divê serdema krîtîk û dijwar ku welatê me diêşîne de alîkarî tê kirin."
Rapora ku ji aliyê komek jinên Yemenê ve hatiye amadekirin, çend pêşniyar girtin nav xwe ku ya herî berçav daxwaza derxistina qanûnekê ji bo parastina jin û keçan ji hemû cureyên tundûtûjiyê ye. Bi taybetî tundûtûjiya nav malê û tundûtûjiya di şerê çekdarî de. Di raporê de her wiha pêşniyara sererastkirina qanûna tawan û cezayan, rakirina madeya 232 ya têkildarî tawanên namûsê û sepandina cezayên giran ji sûcdaran re, avakirina dadgehên taybet ên malbatê ji bo çareserkirina nakokiyên malbatî û rakirina hemû nivîsên cuda yên li dijî jinan de. Her wiha di hemû qanûn û zagonên kesane û neteweyî de, sûc, ceza, delîl û ahengkirina wan bi Peymana CEDAW’ê û derxistina rêziknameyên bicihanînê.
Rapor, di çarçoveya bihêzkirina siyaseta jinan û beşdarbûna wan di biryaran de, di pergala hilbijartinê, Encûmena Shura û Komîsyona Hilbijartinê de, raporê pêşniyariya pejirandina prensîba kotaya jinan bi rêjeya ji sedî 30 kêmtir di giredana bi encamên diyaloga niştimanî û rûbirûbûna tundûtûjîya zayendî ya li dijî namzedên jin di hilbijartinên parlamentoyê û encûmenên xwecihî de, kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yemen di 18’ê Şibata 1979’an de bi tevlibûna Yemena Başûr ji vê peymanê re û erêkirina wê di 30’ê Gulana 1984’an de, di nav welatên yekem de bû ku Peymana CEDAW’ê ya li dijî her cure cudakariya li dijî jinan îmze kir û pejirand. Gava ku her du komar bûn yek, Yemen giredayî hemû peymanên ku berê hatine îmzekirin bû.