Gelo yekane riya çareseriya tundiya li ser jinan qanûn e?

Parêzer Zuhal Işik, der barê pêşnûmeya qanûnê ya rêziknameya pêşîgirtina li tundiya li hemberî jinan û xebatkarên tenduristiyê dihewîne de got: “Her çend pêşnûmeya qanûnê rêziknameyên erênî dihewîne jî xebata sereke bi pêkhênerên qanûnî re bi dawî dib."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Pêşnûmeya Zagona Guhertina Qanûna Ceza ya Tirk û hin qanûnên ku rêziknameya pêşîgirtina li tundiya li hemberî jinan û xebatkarên tenduristiyê dihewîne, rojên borî di Komîsyona Edaletê de hat qebûlkirin. Bi hin rêziknameyên ku di "Pêşnûmeya Guhertinên di Çarçoveya Tundiya Li Ser Jinan û Têkoşîna li Dijî Tundiya di Tenduristiyê de" cih digrin de, li gel hin rêziknameyan ku wekî çarçoveya daxistinên "reftarên baş" ên di sûcên li dijî jinan de ji nû ve tê diyarkirin, di kiryar de lêgerîna "nîşaneyên poşmaniyê yên berbiçav", lixwekirina cil û berg û kravat, "şopandina bi israr “wekî cureyeke sûc a cuda li gorî Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) weke sûcekî 6 mehan heta 2 salan ceza tê pêşbînîkirin were pênasekirin. Di heman demê de tê texmînkirin ku di demên pêwîst ên şopandina bi israr de dê biryara "girtinê" were dayîn. Dîsa tê pêşbînîkirin ku di sûcê tehdîta jin û mêrên hevberdayî de, sînorê jêrîn ê cezayê girtîgehê bibe 9 meh.

"Daxistinên teqdîr dê di biryara bi hincet de bê nivîsandin"

Cîgira Serokatiya Baroya Amedê Parêzer Zuhal Işik der barê pêşnûmeya ku tê payîn li meclisê bê nîqaşkirin nirxandinan kir, hêmanên di pêşnûnameyê de cih digrin yek bi yek rave kir. Zuhal Işik anî ziman ku li gorî pêşnûmeyê li TCK'ê dê daxistina teqdîrê bê sînordarkirin û diyar kir ku kiryarên poşmanbûyî yên sûcdar dê weke daxistina teqdîrê neyên qebûlkirin. Zuhal Işik diyar kir ku ger dadgeh daxistina teqdîrê bi kar bîne dê daxistin di biryara bi hincet de bê nivîsandin û der barê naveroka pêşnûmeyê de axivî:

“Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi bandortir be û ji bo pêkanîna texîmker, ger sûcên kuştina bi zanebûn, birîndarkirina bi zanebûn, gefxwarin, îşkence û eziyetkirina li dijî jinan bê kirin dê cezayê wî bê girankirin. Bikaranîna sûcê kuştina bi zanebûn ê li hemberî jinan dê di nava dozên bi wesf ên vî sûcî de cih bigrin. Gava ku cezayê kuştina bi qestî cezayê muebetê be ger ev sûc li dijî jinan bê kirin dê cezayê muebetê girankirî be. Bi pêşnûmeyê re, sûcên bi zanebûn birîndarkirina li dijî jinan dê bikevin kataloga sûcên têkildarî girtinê.”

“Yekane çareseriya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne tenê cezakirin e”

Zuhal Işik, da zanîn ku riya bingehîn a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, têkoşîna li dijî newekheviya zayendiya civakî ya ku sedema vê pirsgirêkê ye û got ku îfadeya herî zelal û berfireh a vê têkoşînê Peymana Stenbolê ye.

“Pêşnûme li ser esasê zêdekirina cezayan hatiye avakirin. Yekane çareseriya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne tenê cezakirin e. Cezakirin encax bi tedbîrên zêde, polîtîkayên pêşîlêgirtin û piştgiriyê, pêvajoyên lêpirsîn û dozgeriyê yên bi bandor re were sepandin de bi feyde be. Li gorî pêşnûmeya qanûnê, ji bo "mafê teqdîrê yê dadger" ku di nav gel de wekî "daxistina reftarên baş" tê zanîn, hin şertên diyar bi xwe re tîne. Di gelek rewşan de tê diyarkirin ku bêyî diyarkirina sedemên daxistinê daxistin tê sepandin û tê destnîşankirin ku "helwest û reftarên fermî yên sûcdar ku ji bo di danişînê de bandorê li dadgehê dikin" dê wekî sedema daxistina teqdîrî neyên hesibandin. Li şûna reftarên sûcdar ên di dema darizandinê de, "li gorî tevgerên wî yên poşmaniyê nîşan dide" dikare mafê daxistina teqdîrî were bikaranîn. Di gelek dozên tundiya li dijî jinan de, daxistina reftarên baş ên ku li dijî kiryar tên bikaranîn, ne ji ber kêmbûna qanûnê ye, ji ber nêrîna zayendperest a dadweran e. Li gorî pêşnûmeya qanûnê êdî dema ku dadwer daxistina reftarên baş bi kar bîne dê sedema vê yekê bi nivîskî pêşkêş bike û ev rêzikname dê bikêrhatî be.”

"Xebata sereke bi pêkhênerên qanûnî re bi dawî dibe"

Zuhal Işik da zanîn ku her çend pêşnûmeya qanûnê rêziknameyên erênî dihewîne jî xebata sereke bi pêkhênerên qanûnî re bi dawî dibe û destnîşan kir ku karneya Tirkiyeyê di vî warî de nebaş e. Zuhal Işik bi van gotinan guhertina ku dê pêşnûme ji bo jinan çêbike pênase e kir; “Eşkere ye ku di civakên wekheviya zayendî nayê pejirandin de qanûna herî baş jî dikare bi xirabî were sepandin. Zuhal Işik di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tê diyarkirin ku ev rêzikname tenê guhertina cezakirina tundiya li ser jinan pêşbînî dike, lê Peymana Stenbolê armanc dike ku di hemû saziyên giştî û polîtîkayên civakî de wekheviya zayendiya civakî pêk bîne. Ne pêkan e ku tenê bi girankirina ceza re pirsgirêk çareser bibe. Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, pêwîst e newekheviya zayendiya civakî bixin navenda çareseriyê.”